Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ-SMO’yê bi hilweşîna rejîma Esad re êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs û Sekreterê Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) û Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yê Demê Ahmet Baran êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û diyar kirin ku ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nayên qebûlkirin.
Hevserokê Şaxa SESê yê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku ji aliyê kedê ve ji salên 90î vir ve ji bo aştiyê kedeke mezin didin û wiha got: “Em jî ala wan hildigrin û li ser wê esasê xebatên xwe dimeşînin. Heke mirov tenduristvan be û armanca mirov jiyandin be divê mirov jiyanê biparêze. Em ji bo civakê û gel vê têkoşîna xwe dimeşînin.”
Mehmet Nûr Ûlûs diyar kir ku ji sala 2012’an vir ve aloziyeke pir mezin li Sûriyeyê hatiye avakirin û wiha got: “Li aliye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava aramiyek hebû. Gel xwe bi xwe xwe diparast bi rê ve dibir. Divê aramiya li Rojava were berdewam kirin. Weke saziyên sivîl em ê li ser vê esasê têkoşîna xwe bidomînin. Şer çêbibe dê bandoreke neyînî li ser krîza aboriyê jî bike, koçberî dê berdewam bike. Li ser vê esasê em desthilata AKP û MHP’ê hişyar dikin. Heke fikreke wan a wisa hebe, ew ê ji bo pêşerojê gelek xerab bibe. Piştre em nikarin çareseriya civakî, aştiyê pêk bînin û jiyaneke birûmet ava bikin. Hêj pir zêde xerabî çênebûye bila gavek were avêtin. Heke têkiliyek bi birêz Abdullah Ocalan re bê danîn dibe ku rêyeke nû were vekirin. Ji ber vê yekê divê tecrîd jî bê rakirin.”
Sekreterê DTO’yê û Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yê Demê Dr. Ahmet Baran jî diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin û wiha got: “Em ji bo jiyan û jiyandinê kedekê didin. Di vî warî de şer hem ji bo mirovahiyê hem ji bo ajala û tevahiya xwezayê qirkirine. Em nikarin vê qirkirinê qebûl bikin. Ev şer bi salan e berdewam dike. Lê di demên dawî de şer li tevahiya Sûriyeyê hatiye sekinandin ew çeteyên ku ji wan re digotin rêxistinên terorê ne bûne mûxalîf. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj jî êriş berdewam dikin.”