Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Divê derba mirinê li faşîzmê bixin!

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand û bang li gel kir ku bila rabin ser pêyan û li ser Ewropayê bandoreke xurt çêbikin. Li aliyê din Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo ciwanan danezana Newrozê weşand, wiha bang li ciwnan kir: “Newrozê û ciwanan bikin yek, derba kujer li faşîzmê bixin.”

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel bi wesîleya 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongra-Gel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê û berxwedana gelê kurd. Kongra-Gel di berdewamî ev tişt ragihand: “Di şertên cihê û li her qadê em bi berxwedanê dikevin Newroz 2019’an. Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe dide, li hemû parçeyên Kurdistanê gelê me û gerîla li ber xwe didin. Gelê Efrînê li ber xwe dide. Nêzî heft hezar çalakgerên greva birçîbûnê li girtîgehan li ber xwe didin. Berxwedana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ a ku bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê û gel tê kirin, di raya giştî de bihistyariyeke mezin ava kir. Li hemberî dîwarê bêdengiyê yê faşîzmê, rêheval Zulkuf Gezen çalakiyeke fedaî li dar xist. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê leşkerî de DAIŞ têk çû û beriya Newrozê vê serkeftinê bandoreke erênî li ser moral û motîvasyona gelê me kir.”

Daxuyaniya Kongra-Gel wiha didome: “Em bi berxwedanên mezin dikevin Newroza 2019’an. Rejîma faşîst a dewletê jî di warê aborî û siyasî de têk diçe. Hilbijartinên herêmî yên ku dê pêk werin dê ji bo rejîma faşîst a dewleta tirk bibe destpêka têkçûnê. Ji ber vê jî tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê di nav tirseke mezin de ne û êrîşî gelê kurd dikin. Revandina cenazeyê rêheval Zulkuf Gezen diyar dike ku rejîma faşîst gelekî ji berxwedan û hêrsa gelê me ditirse. Giyanê pêvajoyê giyanê serkeftinê yê hêval Zulkuf Gezen e. Bi vî giyanî em ê Newrozê pîroz bikin. Newroz 2019’an wê ji bo şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê bibe wesîle.”

‘Rabin ser piyan’

Kongra-Gel bi berdewamî bal kişand ser çalakiyên berxwedanê yên greva birçîbûnê jî û ev tişt aşkera kir: “Berxwedana Leyla Guven di roja 132’an de ya Nasir Yagiz jî di roja 119’an de ye. Hemû çalakgerên greva birçîbûnê diyar dikin heta ku tecrîd bişikê wê berxwedana xwe bidomînin. Sala 2019’an dê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê bibe saleke diyarker. Ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê jî tişta ku roleke sereke dilîze berxwedana grevên birçîbûnê ye. Ji bo ku ev tecrîd were şikandin divê gelê me li dora çalakgerên greva birçîbûnê rabin ser pêyan.”

Banga geşkirina têkoşînê

Kongra-Gel di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Pîrozbahiyên Newrozê divê li ser esasê geşkirina berxwedanê be. Em bi giyanê Newrozê tecrîdê bişkînin. Şikandina tecrîdê tê wateya têkçûna dewleta faşîst. Divê gelê me bi giyanê berxwedanê Newrozê pîroz bike. Bi Newrozê re divê çalakiyên ji bo greva birçîbûnê werin geşkirin. Em bi giyanê fedaî yê heval Zulkuf Gezen (Ozgur) Newroza gelê xwe pîroz dikin û li ser esasê şikandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê, banga geşkirina têkoşînê dikin.”

Ji Komalên Ciwan danezana Newrozê

Li aliyê din Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo ciwanan danezana Newrozê weşand, wiha bang li ciwnan kir: “Newrozê û ciwanan bikin yek, derba kujer li faşîzmê bixin.”

Di danazenê de ya bi banga, “Ji bo ciwanên welatparêz û şoreşger ên hemû Kurdistanê û Tirkiyeyê” bang li ciwanan hat kirin ku Newrozê li qadan xwedî derkevin. Koordînasyona Komalên Ciwan wiha got: “Bi hêviya ku Newroza 2019’an dê bawerî, yekîtî û şoreşê zêdetir xurt bike  Newrozê em li hemû ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê pîroz dikin. Bi baweriya ku Newroza 2019’an dê beriya her tiştî bibe destpêka serdema ku ciwanên welatparêz û şoreşger tola mezin hilînin, em bang li hemû ciwanan dikin ku li her qada ku lê ne bi giyanê ku Newrozê zindî bikin li qadan bin.”

Di daxuyaniyê de bi berdewamî ev tişt hat gotin: “Di rewşa berdest de, bi polîtîkayên şerê taybet a faşîzma TC’ê, faşîzm kiriye bela serê ciwanan. Li ser ciwanan guşareke zêde ya faşîzmê heye. Faşîzm herî zêde êrîşê dibe ser beşê civakê yê herî dînamîk û zindî. Faşîzm hatiye rewşeke wiha ku ciwan ji ber didin qaqa reş. Em baş pê dizanin ku sebra ciwanan nemaye û bi vê rasteqîniyê, ji bo ku ji faşîzmê tolê bistînin, em bang dikin ku vê Newrozê mîna gaveke destpêkê bibînin.”

Bûye fermana şoreş û tolhildanê

Di berdewamî ev tişt hat ragihandin: “Îro, ji bo ku em ji faşîzmê tolê hilînin ji her demê zêdetir sedemên me hene. Faşîzm bi homojenkirina ciwanan dixwaze nifşekî nû yê ciwan ê yek reng û kêmdeng biafirîne. Ji bo vê jî ji kuçeyan heta bi metropolan, ji bêkaran heta bi kedkaran, ji xwendekaran heta bi karmendan, ji muxalîfan heta yên ku deng derdixin dixwazein ciwanan bikin yek reng. Bi vê tê xwestin, bi nifşekî ciwanan ên bêdeng, ji têkoşînê qut, ji civakê qut, di rûnê xwe de diqijile, temenê xwe dirêj bikin. Li dijî van polîtîkayên gemarî û yekreng, tenê bi rawesteke şoreşgerî faşîzmê em dikarin hilweşînin û parçe bikin. Wê xwe xapandinek be ku ji rejîma faşîst ku  li bara hemû dengê muxalîf ê ciwanan xwenebihistî dike û sansûrê dike, mirov li benda tiştekî be û ev ê li ser nanê wan bibe rûnê nivişk. Lê îro berxwedanên ku li zindanan dest pê kirin û pêl bi pel mezin dibin, ji bo hemû ciwanan, bûye fermana şoreş û tolhildanê. Tam ji bo vê Newroz dibe navê tolhildanê. Newroz dibe qêrîna serhildanê ya ciwanan. Ciwan bi Newrozê re li ber xwe didin. Bi Newrozê re nû dibin û bi Newrozê re rêxistinî dibin. Em diyar dikin, bi morala ku Newrozê bi me re çêkirî, em ê bi mîsogerî tola şehîdên xwe hilînin. Em Newroza 2019’an diyarî hevrê Zulkuf Gezen dikin, em dixwazin bibêjin, bila kes jê gumanê nebe ku em ê tola wî ji mêtingeriya faşîst bistînin.”

Banga ji bo ciwanan

Di berdewamî ev bang hat kirin: “Banga me ji bo hemû beşên ciwanan e. Ziman, çand, bawerî, rengê xwe çi dibe bila be, werin bi giyanê zindîker ê Newrozê em bi hev re ji faşîzmê hesab bipirsin. Em faşîzmê, bi rengekî ku nikaribe careke din li van xakan şîn were, tune bikin. Çi digot, Rêber Apo; faşîzm herî pir ji ronkahiyê û deng ditirse. Newroz ronkahî ye. Ciwan deng e. Naxwe divê Newroz û ciwan bibin yek. Ango divê ronkahî û deng bibe yek. Agirê Newrozê dê faşîzmê biweşitîne, qêrîna azadiyê dê zengara li ser guhên ku hatine kerkirin, paqij bike. Ji bo vê, em careke dî bi coşiyeke meztir a Newrozê li qadan bin. Derba kujer em ciwan li faşîzmê bixin.  Hêrsa ciwanan bi mîsogerî dê faşîzmê bişewitîne. Bi vê çarçoweyê cejna Newrozê ya ciwanan em bi hîsên xwe yên şoreşger pîroz dikin. Em dibêjin, serkeftina teqez em ê bi dest ve bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar