Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Divê desthilatdar hesab bide’

Serokwekîlên Koma HDP’ê  Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, derbarê operasyona ‘lêpirsîna Kobanê’ de ku li dijî endam û rêveber û parlamenterên berê yên partiya wan pêk hatibû, li meclisê daxuyanî dan.  Olûç bertek nîşanî dirêjkirina binçavkirina siyasetmedaran da û bi bîr xist ku endamê MYK’a partiya wan ku di bin çavan de ne, di sala 2015’an de li bajarên cuda gotin dane û wiha got: “Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Ne hiqûq û ne jî darazê li holê hiştine. Her tişt bi biryarên dadgehên ku bûne komîsyonên hiqûqê yên qesrê tên kirin.”

Olûç da zanîn ku armanca operasyonê tasfiyekirina HDP’ê û pêk hateyên wê ye û ev tişt anî ziman: “Ev desthilat desthilateke tasfiyekar e. Ev desthilat, hevrika xwe ya siyasî HDP’ê nikare bi rêya siyasete têk bibe. Ji ber vê sedemê darazê bi kar tîne û hewl dide HDP’ê tasfiye bike. Ev pêkanîneke derveyî hiqûqê ye. Ev operasyoneke tolhildana siyasî ye. Tola 7’ê hezîranê dixwazin îro bigirin. Konjoktura îro pêwîstî bi tolhildana vê dibîne.

Armanc siyaseteke bê HDP!

Di axaftina xwe de Olûç polîtîkayên şer ên desthilatdariyê rexne kir û wiha domand: “Me got divê pirsgirêkên li rojhilata deryaya Spî û Egeyê, bi rêyên muzakere, dîplomasî û aştiyê çareser bibin. Lê wê demê guh nedan me. Niha jî di polîtîkayên dervede fiyosko tê jiyîn. Ji ber ku HDP’ê têkoşîna hiqûq, edalet, wekhevî û aştiyê dide, bi operaysonên tolgirtinê re rû bî rû tê hiştin. Armanca wan ew e ku siyaseteke bê HDP bi rêve bibin. Hemû derdê wan ev e. Lê naxwazin vê rastiyê bibînin. Bila neyê ji bîr kirin ku 6 milyon hilbijêrên HDP’ê hene. Ev 6 milyon bi malbatên xwe re dibin 20 milyon. HDP partiya 3’yemîn a Tirkiyeyê. Hûn tu carî nekarin HDP’ê bi van operasyonan tesfiye bikin. Gelo hûn ji milyonan kes re çi bêjin û çi ji wan bikin.”

‘Deklerasyona şer’

Olûç bal kişand ser Deklerasyona Banga Aştiyê ya di 31’ê tebaxê de ragihandin û ev tişt anî ziman: “Ev deklerasyona me li dijî deklerasyona şer bû. Lê vê xebata me ya demokrasiyê asteng dikin. Hewldana aştiyê didarizînin.  Di dema Dolmabahçeyê de mutabakat hat kirin. Niha Îdrîs Balûkên ê beşdarî vê mutabakatê bû girtiye. Dîsa Sirri Sureyya Onder îro dibin çavan de ye. Derbarê hevseroka me Pervîn Bûldan de fezlekeye amede dikin. Em dixwazin hemû tişt derbikevin holê. HDP ne ket û ligel hemû zextan jî wê tu carî nekeve.”

‘Hûn nikarin têkoşîna HDP’ê bêdeng bikin’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku bi girtina 29 kesan hûn nikarin HDP’ê bêdeng bikin û wiha got: “Çawan ku heya niha hemû operasyonên we pûç bûn, wê ev operasyona we jî têk biçe. Hûn li dû xeyalan e. Em baş dizanîn ku bi vê operasyonê hûn dixwazin tola çi ji me bigirin. Ev tolgirtina 7’ê Hezîranê ye, 1’ê Mijdarê ye, 31’ê Adarê ye û 23’yê Hêzîranê ye.”

Beştaş dest nîşan kir ku duh bi şev 3 siyasetmedarên di bin çavan de jehrî bûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hevalên me rakirin nexweşxanê lê destûr nehat dayîn ku parêzar biçin hevdîtina wan. Ev  nêzîkatiyek dij mirovahiye û ne hiqûqî ye. Ev rewşekê îşkenceyê ye. Divê tavilê hevalên me bên berdan. Em ê weke HDP’ê, hîn zêde xwe pêş de bibin.”

Wekîlên HDP’ê piştî daxuyaniyê, heya meclisê meşiyan. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar