Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê dewleta tirk ji herêmên dagir kiriye vekişe

TEV-DEM'ê bang li raya giştî ya cîhanê kir û diyar kir ku dewleta tirk a sûcên hovane dike, divê ji herêmên dagir kiriye vekişe

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber salvegera 4’an a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Kantona Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Beriya çar salan, di nava bêdengiya civaka navneteweyî û lihevkirineke veşartî di navbera dewletên têkildarî Sûriyeyê de, artêşa tirk a dagirker û faşîst bi beşdarbûna gelek komên çete êrîşên bejahî û hewayî yên hovane li dijî herêma Efrînê pêk anîn. Di êrîşên xwe yên destpêkê de 72 balafirên şer bi kar anîn. Ev êrîş bi rêbazên siyasî û leşkerî yên hovane bi armanca dagirkirina herêmê, çewisandina nasnameya wê û înkarkirina nirxên wê yên dîrokî hatin kirin, da ku xeyalên tûranîzmê ya firehbûnê pêk bîne.

Sûcên ku di nav 4 salan û heta roja me ya îro de li dijî Efrîn û şêniyên wê hatin kirin, tevahî têgehên dagirkirinê derbas kirin. Her wiha tevahî urf û qanûnên navneteweyî bin pê kirin. Her wiha sûcên hovane, binpêkirinên mafên mirovan û nirxên exlaqî zêdetir bûn. Rojane revandin, destdirêjî, sûcên qetilkirinê, ferzkirina polîtîkayên çogdanînê û ajantî li ser vîna gelê me yê Efrînê didomin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber talankirin û diziya milkên şêniyan û nirxên wan ên dîrokî, berhemên wê yên xwazayî û exlaqî û firotina wan li bazarên cîhanê, herêma  Efrînê veguherandin mîna amûreke bazirganiyê. Ya herî xeter ew e ku erdîngariya vê herêmê li komên terorîst hatiye belavkirin. Her wiha şerê li ser tesfiyekirina hesaban, ferzkirina serwerî û fidyeyan li ser kurdan, kiryarên serdegirtin û diziya pereyan tên kirin. Di heman demê de siyaseta guhertina demografîk tê meşandin ku bi rêya avakirina avahiyên mêtîngeriyê û bicihkirina malbatên terorîstan tê kirin. Em vê projeya şovenîst, derqanûnî û xeternak ku dewleta dagirker a tirk dimeşîne, weke destpêka proje û planên wan ên bi navê Mîsaqa Millî ya şovenîst dinirxînin.

Niştecihên Efrînê yên resen li pêşberî karesteka qikirina komî, kiryarên sûcdar ji îşkencekirina fîzîkî û derûnî ne. Ev jî encamên girtinên bêserûber e û siyasetên qirkirina etnîkî yê plankirî ne. Armanc ji van siyasetan şênî bitirsin da ku neçar bimînin ku çanda xwe înkar bikin. Koçberên li kampên Şehbayê jî ji van siyasetên qirêj nefilitîn ku li pêşberî karaseteke mirovî ya rasteqîn in. Li aliyekî azarên êrîşên rojane yên dewleta tirk û li aliyekî din azarên siyasetên dorpêçkirin û birçîkirinê yên ji aliyê desthilata Şamê ve dikişînin ku di nav bêdeniya navneteweyî de tê kirin.

Em weke TEV-DEM’ê bang li sazî û rêxistinên civaka sivîl û tevahî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirov û jinan dikin ku li hemberî van sûcên derexlaqî erkên xwe bi cih bînin. Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê, di serî de Neteweyên Yekebûyî dikin ku helwesteke zelal a şermezariyê nîşan bidin û ji bo derxistina dagirkeriya tirk ji tevahî herêmên dagirkirî û vegera ewle ya koçberan li warê wan, bixebitin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar