Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Divê dewletên navneteweyî çeteyên dewleta tirk bixin lîsteya terorê’

Endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm diyar kir ku dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên şer dikin. Nicûm bang li dewletên navneteweyî kir ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk bixin lîsteya terorê

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê’ di êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê de çekên qedexekirî bi kar tînin. Di heman demê de li herêmên ku dagirkirin ên Serêkaniyê û Girê Spî jî binpêkirinên mafên mirovan dikin. Li hêlekê welatiyan direvînin, li hêlekê talan û wêraniyê dikin û li hêla din jî gelek welatiyên sivîl qetil dikin. Têkildarî mijarê endamê Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm ji ANHA’yê re axivî.

Nacî Nicûm anî ziman ku komên girêdayî dewleta tirk bi rêbazên rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û El Nusrayê li dijî jin, zarok û pîran komkujiyê mezin kirin û bi sedhezaran kes ji xaka wan koçber kirin. Nicûm got ku piraniya endamên van koman çete, çeteyên DAIŞ’ê ne û wiha domand: “Ev kes ew çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji ber derbên HSD’ê ji herêmên Heleb heta Cizîrê reviya ne. Ev komên çete sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Van komkujiyan jî li ber çavên cîhanê dikin. Ji talanê heta wêrankirin, dizî û xerabiyên li dijî sivîlan, gelek sûcên giran dikin.”

Bang li dewletên cîhanê kir

Herî dawî jî Nicûm ev tişt destnîşan kir: “Ez li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan bang li dewletên aştîxwaz, dewletên wekî Rûsya, Çîn û DYA’yê dikim ku van koman bixin lîsteya terorê û êrîşên artêşa tirk bisekinîn. Bi hezarên salin ku em li Sûriyeyê dijîn û li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Li ser vî esasî em piştgiriya ji hêzên parastina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, radigihînin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar