Jinên kurd ji berê ve xwedî hêz û îradeyek taybet in, di her warî de jiyanê bi rêve birine, girîngî dane çanda xwe û xwedî derketine. Niha jî jin bi çêkirina xwarin û berhemên kurdewarî çanda xwe di nava civakê de zindî dihêlin.
Li başûrê Kurdistanê gelek jin hene bi berhem û xwarinên xwe çanda kurdî zindî dikin. Yek ji wan jinên ku berhemên kurdewarî zindî dike Kuwêstan Mihemed a li bajarê Silêmanî xwedî karê xwe ye û berhemên kurdewarî yên weke sirkeya sêvan, sirkeya xurmeyan, dimsa tuyan, ava gulan û ava karanfîl û naneyê, benîştê kurd çêdike û bi çêkirina van berhemên xwe ji bo gelek jinan bûye îlhama ji bo xebatê.
‘Hewl didim çanda kurdewarî zindî bihêlim’
Kuwêstan Mihemed der barê hêza xwe ya ku çawa girîngî dide berhemên kurdewarî û jinên din jî fêrî xebatê dike de diyar kir ku destpêkê dema dest bi çêkirina berhemên kurdî kiriye di medyaya dîjîtal de dîmenên amadekirinê parve dikir gelek bi dilê xelkê bûye û got: “Dema ku min dîmenên amadekirina xwarinên kurdewarî di medyaya dîjîtal de parve dikir û gelek kêfa xelkê jê re dihat, min biryar da ku malperek taybet ji bo xwe vebikim û bi riya wê, xwarin û berhemên ku çêdikim bifiroşim û bikaribim xizmetê ji bo jinan bikim, kesên civakê fêrî xwarinên kurdewarî bikim. Bi vê xebatê çandê zindî dihêlim. Ji van berhemên kurdewarî ez sirkeya sêvan, sirkeya xurmeyan, dimsa tuyan, benîştê kurdî, ava gulan, ava nane, catirî û qerenfîlê çêdikim.”
‘Tiştên ku li bajêr tê firotin ne eslî ne’
Kuwêstan Mihemed destnîşan kir ku di temenê zaroktî de li gund her dema ku dayika wê berhemên kurdewarî çêdikir, li gel bû, got: “Dema ku ez hatim bajar, tiştên li vê derê difirotin, ne eslî bûn, ji ber wê min ji gund dianî û çawaniya çêkirina wê bi riya dîmen min parve dikir û piraniya jinan ji van dîmenan sûd girtin. Niha bi xwe dimsa tuyan û benîştê kurdî çêdikin û ez bi xwe jî çêkirina wan berdewam dikim. Her çendî çêkirina van berheman zehmet be jî jin di çêkirina berhemên kurdewarî de gelek baş in. Her çendî ez gelek di dema xebatê de diwestim jî ji karê xwe hez dikim, ji ber wê jî ez guh nadim westandina xwe. Hinek roj hene di saet 5’ê sibehê heta 1’ê şevê ez bi çêkirina van berheman re mijûl dibim. Ji ber tenê dimsa tuyan sê roj jê re pêwîst e heta ku çêdibe, rojekê tuyan dikelînim, rojekê dipalînim û roja din careke din dikelînim û radikim.”
‘Ev berheman yên ji bo tendurustiyê ye’
Kuwêstan Mihemed wiha behsa sûdên berhemên kurdewarî kir û got: “Benîştên çiyayê bi xwe çêdikim, bi xwe benîşt ji darên ben vedikim û her wiha ava wê ji bo birîna mîde gelek baş e. Sirkeya sêvan 4 heta 6 mehan çêdibe, ji bo feqerat û mîde û damarê dil gelek baş e. Sirkeya xurmeyê nêzî 3-5 meh jê re pêwîst e, li dijî bakteriyan e. Ava gulan jî tê çêkirin û ji 8’ê sibehê heta 12’ê şevê pê re mijûl dibim. Ji ber nêzî 20 kîlo gul 13 saet jê re pêwîst e û ji bo ciwaniya jinan gelek tê bikaranîn. Her wiha ava karanfîlê ji bo îltihaba di nava rûn de bi sûd e. Ava naneyê ji bo serêşê û ji bo gelek pirsgirêkên din bi sûd e.”
‘Ji bo gelek jinan bûye çavkaniya ilhamê’
Kuwêstan Mihemed diyar kir ku ji bo gelek jinan bûye çavkaniya ilhamê û wiha got: “Daxwazek gelek zêde ya xelkê ji bo berhemên min ên xwarin û bi taybetî ava gulan, benîşt û dimsê heye. Ji derveyî van 12 cureyên biharatan biryanî û 10 cureyên beharatên ji bo dolmayan em çêdikin. Ez her çendî dayik im û erka malbatê li ser milê min e jî naxwazim dest ji karê xwe berdim û rûnim. Ez hêvîdar im hemû jinên ku hêz û berhemên wan hene, xwe bispêrin hêza xwe. Destpêkê ji bo min ev kar giran bû, min kes nas nedikir û gelek caran min zirarê dikir. Lê belê her dem min dubare kir û vê jî wisa kir ku niha gelek têm nasîn û çend jinan bi riya min, cihê karê xwe ji xwe re ava kirine.”