Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Divê di Newrozê de kolan û qad tijî bibin

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyanî da û got: “Di Newroza 2019’an de divê di asta serketina îradeya demokratîk a kurd a hilbijartina 31’ê adarê de kolan û qad tijî bibin.”

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê têkildarî 21’ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Newroza 2019’an divê gelê kurd tecrîda li ser xwe bişkîne û tecrîda li ser Rêber Apo ku gelê kurd veguheraniye gelê Newrozê û weke Newroza şikandina tecrîda li ser Rêber Apo derbasî dîrokê bibe.”

KCK’ê  di daxuyaniya xwe de qala van tiştan kir:“Bi coşeke mezin û bi ruhê têkoşînê Newroza 2019’an pîroz dikin serî de Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên ku rûhekî mezin ji bo Newrozê dayîn qezenc kirin bi bîr tînin; Newroza gelê Kurdistan, çiyayan, zindanan û kesên li her derê li ber xwe didin û hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz dikin. Di bingehê biratiya gelan de faşîzma AKP-MHP û hemû dijminên demokrasî û gelê kurd têk bibin û soza avakirina Kurdistanek Azad û Rojhililata Navîn a Demokratîk nû dikin.”

Di berdewamî KCK’ê ev wiha got: “Newroza 2631’an de di demeke ku Dehaqê zalim zilm û zextên giran li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn dimeşîne de dê were pîroz kirin. Şefê faşîst ê desthilatdariya AKP-MHP’ê  ji bo kurdan û gelên Rojhilata Navîn Dehaqê roja me ye. Çawa Dehaq mejiyê ciwanan dixwar, Tayyîp Erdogan jî bê navber hejmara kuştina ciwanên kurd dide. Li ku derê deskeftiyên gelê kurd hebe êrîş dike û gefa tunekirinê dixwe. Efrîna ku dagirkirî bê kurd dihêle. Dijminahiya li dijî kurdan di lutkeyê de dibêje Kurdistan tune ye bila biçin Iraqê. Bi van politîkayên qirkirinê Kurdistanê dixwaze bê kurd bihêle .”

Divê bibe Newrozeke dîrokî

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û berxwedana çalakgeran û wiha got: “Bi berxwedana ku Leyla Guven pêşengiya wê dike, em dikevin Newroza 2019’an. Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê yên li Ewropa û girtîgehan li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi giyanê fedaî yê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û yên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê serhildanek dane destpêkirin. Heta ku tecrîd were şikandin dê vê serhildana xwe bidomînin. Ev berxwedan banga geşkirina şikandina tecrîdê ye. Li ser xeta fedaî ya hemû şehîdên me yên Newrozê, şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê ji bo hemû gelê me girîng e. Newroza 2019’an divê wekî hemû Newrozan bibe agirê şewitandina zaliman. Divê gelê kurd di Newroza 2019’an de tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û wisa têkevin nav pelên dîrokê.”

Divê her kes dakevin qadan

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin: “Di Newrozan de gelê kurd îradeya xwe datînin holê. Gelê kurd bi giyanê Newrozê bûye îrade û têkoşîna xwe bilind kirine. Bi serhildanên di salên 1990’î de gelê kurd şoreşeke demokratîk, civakî, çandî û neteweyî pêk aniye û îradeya xwe ya siyasî ava kirine. Ji HEP’ê heta DEP’ê û ji DTP’ê heta HDP’ê îradeya xwe ya siyasî bi rêxistin kirine û xwerêveberiya xwe ava kirine. Faşîzma AKP û MHP’ê bajarên kurdan hilweşandin, şaredar û parlementerên gel xistine zindanê û êrîşî îradeya gel kirine. Di Newroza 2019’an de divê gelê kurd dakevin qadan û di hilbijartina 31’ê adarê de jî divê serfiraziya îradeya siyasî ya kurdan xwe deyne holê. Di Newrozan de divê ji her kesî re were diyarkirin ku îradeya gelê kurd nayê şikandin.”

Banga afirandina Rojhilata Navîn a demokratîk

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî KCK’ê wiha got: “Bi îrade û berxwedana Newroza 2019’an divê mizgîniya şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadbûna Kurdistanê were dayîn.  Bi têkoşîna 2631 salan hem Newroza hemû gelê xwe û ya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin û em bang li hemû gelan dikin ku li hemberî faşîzmê têkoşînê geş bikin û li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk em Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar