Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Girtiyan re ya Anatoliyayê (ANYAKAH-DER) têkildarî rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û girtîgehên din daxuyaniyek da.
Hevseroka ANYAKAY-DER Sûltan Karasû li civîna çapemeniyê ya li navenda avahiya xwe ya li Fatîhê axivî û nerazîbûn nîşanî pêşnûmeqanûna AKP-MHP’ê da. Karasû bi bîr xist ku girtiyên siyasî nakevin ber guhertinê û li dijî pîvana hiqûqî û wekheviyê ye.
Karasû bal kişand ser rewşa Ocalan û destnîşan kir ku bala raya giştî li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan e. Karasû got ku divê di zûtirin dem de malbat û parêzerên Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin.
Karasû her wiha bi bîr xist ku li gelek welatan taloqkirina ceza yan jî efû hatiye ragihandin û xwest ku ev pêkanîn li Tirkiyeyê jî ji bo hemû girtiyan derbasdar be. STENBOL