Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê di zûtirin dem de efûya giştî bê ragihandin’

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) roj bi roj li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî berbelavtir dibe. Li gorî daneyên fermî heta niha 21 kes bi şewba koronayê mirin û 947 kes jî pê ketine. Bi taybetî kesên nexweş, kal, pîr û zarok di koma rîskê de ne. Ji ber ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene, fikarên malbatan jî zêde bûne û dixwazin ku girtî bên berdan. Di pakêta duyemîn a darazê ya AKP’ê de tu guhertin nînin. Zagona darazê ya ji bo Covîd-19’ê jî piştî nîqaşan dê bînin meclisê.

Têkildarî mijarê endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê yê HDP’ê Abdullah Koç axivî û wiha got: “Guhertinên der barê înfazê de ji bo hemû girtiyan derbasdar nîne. Divê li şûna guhertinê, guhertina çend zagonan efûya giştî bixin rojevê. Heta bertekên gel zêde nebûn, hikûmetê ev mijar nexist rojeva xwe. Divê girtî di zûtirin dem de bên berdan. Daxistina înfazê divê ji bo kesên sûcê wan teqes bûye derbasdar be. Bi taybetî ji bo parlamenter, hevşaredar, hevserok, endam û rêveberên partiyê, rojnameger, nivîskar û rewşenbiran derbasdar be. Ger şewba vîrûsê li girtîgehan belav bibe, dê bi xwe re felaketê bîne. Dê nekarin pêşî lê bigirin. Çareserî ne guhertina çend zagonan, efûya giştî ye. Divê girtiyên nexweş bi lez û bez bên berdan.”

‘Rîskeke mezin li girtîgehan heye’

Der barê mijarê de endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê Fatîh Kanat jî got ku li gorî daneyên wezareta ddaletê, heta çileya 2020’an li 355 girtîgehan, 294 hezar girtî hebûn û wiha domand: “Ji van 11 hezar jê hikûmxwarên jin in. Lê hejmareke zelal nîne. Ji bilî 3 hezar û 100 girtî û hikûmxwarên zarok, 780 zarok jî tevî dayikên xwe li girtîgehan e. Ji kapasîteya hatiye zêdekirin jî bêhtir 66 hezar girtî û hikûmxwarên zêdetir li girtîgehan tên hiştin. Ev rastî bi tena serê xwe nîşan dide ku rîsk çiqasî mezin e.”

‘Hejmara girtiyên nexweş ji ya heyî zêdetir e’

Herî dawî jî Kanat wiha ev tişt anî ziman: “Li gorî daneyên ÎHD’ê yên sala 2019’an, 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Lê hejmara rastîn ji vê hejmarê gelek zêdetir e. Li ser van kesan xetereyeke mezin heye. Nayê qebûlkirin ku di vê xetereyê de 300 hezar mirov girtî bimînin. Divê girtîgeh bên valakirin û girtiyan bişînin malên wan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar