Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Divê êdî parlamento ji Tirkiyeyê re bêje; Êdî Bes e’

Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dike. Dewleta tirk herî dawî ji bo dagirkirina tevayî Başûr operasyonek berfireh da destpêkirin. Berxwedana gerîlayan ya dijî dagirkeriya dewleta tirk bê navber didome. Welatiyên bajarê Hewlêrê li ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr û helwesta aliyên siyasî axivîn.

Welatiyê bi navê Hevrost Şiwan bal kişand ser civîna parlamentoya Herêma Kurdistanê ku tê payîn li ser dagirkeriya dewleta tirk pêk bê û wiha got: “Divê parlamento, hikûmet û saziyên din ên hikûmetê ji bo derxistina leşkerên tirk ji nava xaka Başûr kar bikin. Divê ev alî hemû ji bo ku baregehên Tirkiyeyê ji xaka Başûr werin derxistin kar bikin. Pêwîst e parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara xwe ya derbarê derxistina leşkerên tirk a ji nava xaka başûrê Kurdistanê bicih bîne. Ji ber ku dagirkeriya dewleta tirk a vê carê ji dagirkeriyên berê cûdatir e. Dagirkeriya vê carê tenê peywendiya xwe bi aliyek siyasî ve nîne, hemû hêz û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê digire nava xwe.”

‘Ka parlamento, ma parlamento maye!’

Welatiyê bi navê Hawrê Necat jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Hawrê nerazîbûna xwe nîşa parlamentoyê da û ev tişt anî ziman: “Ka parlamento, ma parlamento maye, heya ku em daxwazan jê bikin? Gelek mijarên girîng hene ku parlamento li ser biaxive û guhertinan têde bike. Ne parlamentoya me heye, ne jî kesayetên siyasî yên me hene. Kesayetên siyasî yên me xerîkê bazirganiyê ne. Di rastiyê de êdî dema wê hatiye, parlamento ji Tirkiyeyê re bêje ‘Êdî Bes e’ û dagirkeriya xwe rawestîne. Divê hemû hêza xwe ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta tirk bikar bînin.”

Roj bi roj dagirkerî berfirehtir dibe

Hêjayî gotinê ye parlamentoya Herêma Kurdistanê bi biryara hejmara 37’an ya sala 2003’yan, bang li hêzên dewleta tirk û biyanî yên di nava xaka başûrê Kurdistanê de kiriye da ku ji xaka Başûr derkevin. Lê heya niha ev biryar neketiye meriyetê.

Berevajiyê vê, roj bi roj dewleta tirk baregehên xwe li Başûr zêde dike û dagirkirina xwe berfirehtir dike. Ji ber êrîş û bombebaranên dewleta tirk a dagirker, heya niha bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûn. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar