Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” de di 16’ê Kanûnê de li Amedê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” da destpêkirin û wê di 20’ê Kanûnê de li Enqereyê bi dawî bibe.
Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn der barê tecrîda Îmraliyê û “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de ji Ajansa Welat re axivî. Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo 26 sal in berdewam dike û wiha got: “Tecrîd her ku diçe pirsgirêkên heyî kûrtir dike û çareseriya wan dixetimîne. Her wiha li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi awayekî kronîk berdewam dike. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên heyî divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin, tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Kesên ku ji bo çareseriyê bang dikin li aliyekî şer, li aliyekî binçavkirin û girtinan û zextan didomînin. Ev yek nakokiyeke. Nîşan dide ku desthilata AKPê û MHP’ê ji bo çareseriya pirsgirêkan ne jidil e. Heke bixwazin aştiyekê mayînde pêk bînin, ev di girava Îmraliyê re derbas dibe. Heke îro niyeteke wan a çareseriyê hebe û bixwazin derbasî dîrokê bibin divê pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”
Pinar Sakik Tekîn tpkildarî “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de jî ev tişt anî ziman: “Me weke platformê ji bo çareseriyeke demokratîk û azadiyê meşek da destpêkirin. Meşa me ya di 16’ê Kanûnê de li Amedê dest pê kir, dê di 20’ê Kanûnê de li Enqereyê bi daxuyaniyeke girseyî bi dawî bibe. Şandeyeke dê ji Stenbolê jî were û tev li daxuyaniyê bibe. Em jî ji vir bang dikin di serî de jin û ciwanên ku herî zêde zext li wan tên kirin, hemû beşên mûxalefetê û gel ji meşa me re bibin deng û piştgiriyê bidin meşa me.”