Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê em bêdengiya li dijî greva birçîbûnê veguherînin qîrînê’

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran têkildarî greva birçîbûnê ya 182 roj in li girtîgehan didome, got ku li gel zext û astengiyan jî divê ew bibin dengê girtiyan û bêdengiya li dijî greve veguherînin qîrînê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’î û vir ve bi rengekî bêdem û bidorveger di greva birçîbûnê de ne. Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Mezoptamyayê (MED TUHAD-FED) Elîf Haran ji ajansa ANF’ê re axivî û anî ziman ku bi Rewşa Awarte re binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan mayinde bûye; bi taybetî sala dawî di bin navê tedbîrên dijî Covîd-19 de hatiye zêdekirin.

Elîf Haran bi bîr xist ku hevdîtina dawî di encama greva birçîbûnê ya 200 rojî de hate kirin û wiha got: “Piştî wê demê polîtîkaya hilanîna tolê ji girtiyan hate meşandin. Tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan dewam kir. Herî dawî di 27’ê Mijdara 2020’î de bi heman daxwazê greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger hat destpêkirin. Ev çalakî divê weke encama tecrîda li Îmraliyê bê dîtin. Bi taybetî ji ber şewbê û greva birçîbûnê fikar bi du qatî zêde bûn. Ev rewş ji bo girtiyan gelekî bi rîsk e.”

Zextên li ser girtiyan

Haran bal kişand zextên li ser girtiyan û ev tişt anî ziman: “Girtiyên ku bi malbata xwe re axivîn diyar kirin ku bi taybetî di nava şert û mercên şewbê de bi navê tedbîran ew tên tecrîdkirin. Her wiha aktîvîteyên wan hemû têne astengkirin. Girtiyên nexweş ên giran ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar têne hiştin ku ev yek pirsgirêkên bingehîn e. Dibêjin ku dema diçin nexweşxaneyê jî 14 rojan wan dixin karantînayê, bi vî rengî zext û zordariya tecrîdê li wan dikin. Li gel şewbê jî di bin navê lêgerînê tim diavêjin ser qawişan, cezayê dîsîplînê li girtiyên dikevin greva birçîbûnê dibirin û dixin hucreya yekkesî.”

Daxwazên wan daxwazên civakê ne

Di axaftina xwe de Haran diyar kir ku malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wiha domand: “Malbat gelekî bi fikar in. Malbat di heman demê de piştgiriyê didin mafên rewa û mafdar ên zarokên xwe. Li bendê ne ku bersiv ji van daxwazan re bên day^şn. Destnîşan dikin ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên malbat û civakê ye.”

‘Divê em bibin dengê girtiyan’

Her wiha Haran bal kişand ser bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di bin bandora şewbekê de ne ku li tevahiya cîhanê belav bûye. Bêguman di rojeva rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokratîk, malbatan û saziyên din de greva birçîbûnê ya li girtîgehan heye. Lê belê çawa ku saziyên pêwendîdar şewbê li dijî girtiyan veguherandine firsendê, li derve jî rewşeke bi heman rengî heye. Bi taybetî li deverên mîna Wan û Amedê 15 rojan carekê çalakî û xwepêşandanan qedexe dikin. Bi binçavkirin û girtinê re hewl didin nava saziyan vala bikin. Operasyonên qirkirina siyasî sedemeke. Li gel van hemûyan divê em bibin dengê girtiyan û vê bêdengiyê veguherînin qîrînekê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar