Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Divê em bi dil û can bibin dengê girtiyan’

Xizmên girtiyan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan bang kirin û wiha gotin: “Em ê têbikoşin. Ji lewre em ancax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikin ku em karibin bi ser bikevin.”

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 89’an de ne. Xizmên girtiyan ji bo çalakiyên girtiyan bang kirin.

Fatma Tûran ku li taxa Yakacik a navçeya Yenîmahalleyê dimîne, diyar kir ku biraziyê wê 4 sal in girtiye û nexweş e û anî ziman ku îdareya girtîgehê nahêle biraziyê wê malbata xwe bibîne û xwest rojek berî rojekê ev bêhiqûqîtî û zext ji holê rabin.

Tûran da zanîn ku zextên sîstematîk ên li ser kurdan li her derî belav bûne û wiha got: “Kurd nikarin derkevin derve. Nahêlin di partiya xwe de jî bixebitin. Şaredariyên me digirin. Em di hilbijartinê de bi ser dikevin, dû re radibin dest datînin ser şaredariyên me. Çiqas xerabî hebin dikin. Her ku kurd diaxifin, êrîşê dibin ser wan. Kî zilma li wan tê kirin bîne ziman, bi êrîşê re rû bi rû dimîne. Em van zext û zoriyan û vê zilmê qebûl nakin. Divê kurd rabin ser pêyan û aliyê hev bikin. Ji lewre heger em dengê xwe bilind bikin û nekin jî heqaretê li me dikin.”

‘Em dixwazin gotinên xwe bêjin’

Mahsûr Bozyel jî ku li Yakacikê dimîne, anî ziman ku ne ji qenalên ku li Ewropayê weşana xwe dikin be, dê haya wan ji çalakiyên greva birçîbûnê tune be û ev tişt vegot: “Gelek wekîlên me û gelek jî mirovên me niha girtî ne. Em newêrin du peyvan bînin ziman. Di cî de me binçav dikin û dibin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin. Em dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”

Bozyel diyar kir ku birayê wê Taner Bozyel 11 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye û wiha domand: “Birayê min heya niha çend caran ketiye greva birçîbûnê. Ji ber grevên berê mîdeya wî nerihet bûye. 97 rojan di grevê de mabû. Niha ji ber ku nexweş e, heger têkevê jî ji me re nabêje. Em nizanin belkî niha jî tê de be. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxifin. Lewma qet behs nake.”

‘Tecrîd zilmeke mezin e’

Di axaftina xwe de Bozyel got ku dê û bavên wê nexweş in û niha li Qersê ne û wiha pêde çû: “Ne dikarin biçin girtîgehê ne jî dikarin bi telefonê pê re biaxifin. Me daxwazname da, lê kesî guh lê nekir. Tu dibêjî qey me ne welatiyê vî welatî ne.”

Bozyel bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Hadê em bêjin kesekî sûcek kir ê cezayê sûcê xwe bikişîne. Lê heqê wî heye bi malbata xwe re biaxife û hevdîtinê bike. Ev zilmek pir mezin e. Ev rejîma koletiyê ye. Hêvîdar im berî ku mirin çêbibe em mafên xwe bi dest bixin. Em dixwazin Abdullah Ocalan, wekîlên me yên girtî û girtiyên din ên siyasî hemû bên berdan. Em ê têbikoşin, em ancax dikarin bi vî awayî bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikin ku em karibin bi ser bikevin.”

Kurê wê beriya niha jî ketiye greva birçîbûnê

Rahîme Gur jî diyar kir ku kurê wê yê girtî tev li çalakiya beriya ya niha jî bûye û ev tişt anî ziman: “Kurê min par di girtîgehê de bû. 87 rojan di greva birçîbûnê de ma. Gava kurê min di greva birçîbûnê de bû, em jî li vir di greva birçîbûnê de bûn. Me nan nedixwar. Gava em diçûn grtîgehê, kezeba min diperitî. Ma qey 87 roj hindik e? Hema em rojekê jî xwarinê nexwin, em ji birçîna dimirin. Hevjînê min nexweş ket. Hat serê me, hêvîdar im neyê serê tu kesê din.”

Gur xwest rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

‘Em serî natewînin’

Habîb Gokdag jî bal kişand ser bêdengiya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Êdî divê kurd şiyar bibin, rabin ser pêyan. Ma yê hîn çi bikin ji me? Divê em bi dil û can bibin dengê wan. Divê têkoşîn tenê ne li girtîgehan be. Em jî divê li derve rabin ser pêyan.”

Her wiha Gokdag bal kişand tecrîda li ser Ocalan û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin şer çêbibe. Em dixwazin rêya diyalogê vebe. Bi her awayî zilmê û îşkenceyê ferz dikin. Êdî em naxwazin serê xwe bitewînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar