Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Divê em bibin dengê girtîgehan

Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan li baroya Amed û Wanê dane destpêkirin, didomin. Serdana malbatan jî her diçe zêde dibe. Di çalakiyan de hat gotin ku li dijî binpêkirinên mafan pêwîst e her kes bibe dengê girtiyan û banga bidawîkirina tecrîdê kirin

Navenda Nûçeyan |

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 40‘an de berdewam dike. Ji bo piştevaniya çalakiyê her roja diçe serdan zêde dibin. Îro parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş serdana nobedê kir.

Ji xizmê girtiyan Meryem Turan a ku serdana nobetê kir axivî û wiha got: “Ez di serî de tecrîd û binpêkirin mafan yên li girtîgehan şermezar dikim. Ez ji weke xizmê girtiyan îro ji bo piştevaniyê li vir im. Divê hemû kurd di vê mijarê de hestiyar nêz bibin. Ji bo bêhtir mafên girtiyan neyên binpêkirin û ji bo cenaze dernekevin divê em ji wan re bibin deng.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku êdî girtîgeh bûne navenda îşkenceyê û wiha got: “Li dijî îşkenceyê pêwîst e hemû kesên ji hiqûqê û dadê bawer dikin xwedî li girtîgehan derkevin. Ji ber vê jî nobeda edaletê ya hatiye destpêkirin gelek binirx e. Tu rê û qenala ku rewşa girtiyan vebêje tuneye. Divê îro em bibim dengê wan û rewşa wan bînim ziman.”

Serdan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

Wan: Dawî li tecrîdê bînin

Li Wanê jî çalakiya malbatên girtiyan di roja 17’emîn de berdewam dike. Îro rêveberên Komeleyên Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) a Wanê serdana çalakiyê kirin.

Rêvebera berê ya TUHAY-DER’ê Soylemez Keskin bal kişand ser têkoşîna girtiyan a li dijî tecrîdê û wiha got: “Her wiha divê derbarê girtiyên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest dayî de rayedar agahiyeke zelal bidin. Em bang li her kesî dikin ku piştevaniya nobedê bikin.”

Rêvebera TUHAY-DER’ê Edibe Babur jî bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em bang li Wezareta Dadê dikin. Li hindûr girtî û em jî li dervê di nav tecrîdê de nin. Em daxwaz dikin ku tecrîd bê rakirin û diyalog bê destpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar