Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Divê em daxwaza tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin’

Zimanzan Samî Tan diyar kir ku ji ber polîtikayên pişaftinê zimanê kurdî di nav nifşên nû de kêm tê axaftin û wiha got: "Hezên demokratîk ku di warê ziman de xebatan dikin û doza vî zimanî dikin divê daxwaza dewletê ya tunekirina ziman di qirika wan de bihêlin."

Piştî Peymana Lozanê ku Kurdistan di nav dewletên Tirkiye, Irak, Îran û Suriyeyê de hat parvekirin, kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê ji aliyê çand, ziman, nasnamê, xwezayê û hwd. ve bi qirkirin û gelek êrîşan re rû bi rû ma. Yek ji êrîşa herî dijwar jî polîtikayên pişaftinê yên li dijî zimanê dayikê ne, ev polîtîka bi peymanên navneteweyî jî hatine destnîşankirin ku yek ji sûcê li dijî mirovahiyê ye. Her wiha zimanê kurdî bi sed salan e ji mafê perwerdehiya fermî bêpar hatiye hiştin û xebatên li ser zimanê kurdî jî bi êrîşên dewletê re rû bi rû maye. Lê tevî polîtikayên pişaftinê û zext û zorên dewletê jî berxwedana gelê kurd a li dijî polîtikayên pişaftinê pêşî li tunekirina ziman girt û di warê ziman de heta niha gelek xebat hatine kirin û her ku diçe ev xebat li pêş dikevin.

Her çiqas perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî li Tirkiyeyê hatibe qedexekirin jî sazî û dezgehên kurdî ji bo valahiya perwerdehiya ziman dagirin di nav hewldanan de ne û her sal bi hezaran xwendekar di kursên zimanê kurdî de mezûn dibin. Xebatên ferheng, rastnivîs û pirtûkên zimanzaniyê ku her sal pêş ve diçin, polîtikayên pişaftinê yên dewletê jî pûç dikin. Zimanzan Samî Tan ku di xebatên rêzimana kurmancî de cih digire û di vî warî de gelek berhem jî nivîsîne, xebatên rastnivîsa kurdî, polîtîkayên pişaftinê û rewşa zimanê kurdî ya niha ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Xebatên li ser ziman
Tan derbarê komxebata 44’an a Ferhenga Rastnivîsînê û Varyantên ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve li Wanê hat li darxistin de, bi lêv kir ku ew li ser rastnivîsa peyvan dixebitin û tekildarî xebatên wan ên li ser ziman ev tişt gotin: “Berhema ku em niha li ser dixebitin Rastnivîsa Peyvan e. Ev xebat demeke dirêje berdewam dike. Di komxebatê de li ser peyvek, gotinek bi hemû varyantên ku me tespît kirine tên nivîsandin û li ser wan nîqaş tên kirin. Yek jî ji wan peyvan forma rast tê destnîşan kirin, heke cihê xwe bigire 2 form tên tercîhkirin  lê bi gelemperî formek tê tercîh kirin. Hê jî xebata me berdewam dike û li ber qedandinê ye. Piştî ku qediya di destpêke de weke PDF pişt re jî dibe ku weke pirtûk bê çapkirin. Her wiha li ser termînolojiya lînguistikê xebat tên kirin. Xebatên me yên bi vî rengî berdewam dikin.”
Bêstatubûn
Tan destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a li pêş ziman bêstatubûn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kêmasî û pirsgirêka ziman a mezin bêstatubûn e. Gelê kurd hê jî ne xwediyê statuyekê an otoriteyekê ye ku hemû kurdan bîne cem hev û ji aliye rastinivîsê ve pîvanan bide ber wan û tiştekî hevpar derxe hole. Her wiha li bakur û rojhilat ziman hêj nebûye zimanê perwerdehiyê, ji ber vê yekê jî heke statuyeke ziman hebe jî divê rêz û reçikên rêzimaniyê bi rê ya perwerdehiyê ferî nifşên nû bê kirin. Pirsgirêkên bingehîn ev in û ev jî giredayî statuye ne. Gelê kurd heta nebe xwedî statu, pêk anîna van zehmetê. Lê tevî van astengiyan jî gav dê bên avetin. Heke kurd statuyekê bi dest bixin ev xebatên me yên niha wê bibin bingeh.”
Tan anî ziman ku statuya zimanê kurdî bi statûbûna gelê kurd ve giredayiye û axaftina xwe wiha domand: “Meseleya statûya zimanê kurdî bi siyasetê ve giredayiye û divê bi awayekî siyasî bê çareserkirin. Heta kurd nebin xwedî statû, ziman jî nabe xwedî statû. Divê hişmendiya hezên desthilatdar a yek rengî bê guhertin. Heke em dê bi hev re bijîn divê em li hev bikin. Rewşa heyî em kurd qebûl nakin, tu kes jî qebûl nake. Divê ev rewş biguhere û li ser bingeheke demokratîk li hev kirinek çêbibe û kurd jî bigihêjin mafên xwe yên demokratîk. Pergala ku li ser yek zimaniyê hatiye avakirin divê biguhere û jiyaneke hevpar ku hemû kes dikare bi nasnameya xwe bijî bê avakirin. Wê demê jî em dikarin qala statûya ziman bikin.”
‘Poîtîkaya me ya ziman tuneye’
Tan diyar kir ku di warê ziman de bê polîtika bûn yek jî xetereya herî mezin a li pêş zimanê kurdî ye û ev rexne kirin: “Di asta gel de nexweşiya herî xirab a ji ber pişaftinê derketiye holê malbat, zarokên xwe bi kurdî mezin nakin. Xetereya herî mezin a li ber zimanê kurdî ev e. Di asta siyasî û rewşenbîriye de jî mixabin hê jî polîtikayek û plansaziyeke me ya ziman tune ye. Êre hinek gav tên avetin lê xebatên ku tên kirin têr nakin. Niha qada herî rêxistinkirî, qada siyaseta me ye. Divê siyaseta me di vî warî de pêşengtiye bike. Lê mixabin di vî warî de hişmendiya qadroyên siyasî qels e. Saziyên ku bi ziman re eleqadar in jî ne xwedî wê hêze ne ku bandorê li ser siyasetê bikin. Divê em xwedî polîtika û plansaziya ziman bin. Yanî di warê ziman de xwe bi rêxistin bikin û plansaziya wê çêbikin. Rast e astengî pir in li ser qada siyasî jî zext û zor hene lê tevî van astengiyan jî divê plansaziya me hebe. Heke plansaziyeke me tune be çiqas kar bên kirin jî belawela dibin, em gelek kes dixebitin di vî warî de lê haya me ji hevdu tune ye. Xebateke xurt a ji bo ziman dikare bibe bingeha doza kurd a ji bo statûyê.”
‘Divê xebat bên meşandin’
Tan bal kişand ser xetereya tunebûna zimanê kurdî û bi van gotinan binê têkoşîna li dijî tunebûna ziman xêz kir: “Divê xebatên sosyo lenguistik bên kirin (Ziman çawa tê bikaranîn û bandora civakê ya li ser ziman) yanî weke anket bê kirin rewşa ziman çiye, çiqas tê bikaranîn. Her wiha saziyên me jî xwe bi rêxistin bikin. Saziyên ziman, weşanxane û hwd. werin cem hev plansaziyê bikin. Bi vî awayî em dikarin vê xetereyê derbas bikin. Di UNESCO’yê de rewşa herî xeter a zaravayê kirmanckî (zazakî) ye her wiha ev rewş ji bo kurmancî jî derbasdar e. Yanî cihên ku kurdî yekane ziman bû, niha ne yekane ziman in, weke Riha, Semsûr û Meletî. Kurdiya devkî jî her ku diçe kêm dibe. Divê saziyên ku ji bo ziman dixebitin ji saziyan derkevin û di nava civakê de bi gel re dan û standinê bikin. Gel tev li xebatan bikin. Hêzên demokratîk ku di warê ziman de xebatan dikin û doza vî zimanî dikin divê vîna kesên ku dixwazin vî zimanî têk bibin bişkînin ango daxwaza dewletê ya tunekirina zimanê kurdî di qirika wan de bihêlin. Yanî hinek dibêjin ‘kurdî kêrî tiştekî nayê’ divê ev bişkê û kurd bi xwe bawer bin û bêjin ez kurd im, zimanê min kurdî ye, ez ê bi vî zimanî bijîm û zarokên xwe jî bi vî zimanî mezin bikim.”
Axaftina bi zimanê kurdî
Tan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hejmara axaftina bi kurdî di van salên dawî de her ku diçe kêm dibe û weke sedem jî ev tişt nîşan dan: “Saziyên pişaftinê yên dewletê di van demên dawî de heta gundan belav bûn. Cihe ku destê dewletê nedigihişt kurd bi awayekî xwezayî bi kurdî dijîn lê di salên 90’î hem ji ber sedemên aborî hem jî bi zorê gel ji welatê xwe neçarî koçberiyê bûn. Di metropolan de kurd ji ber şert û mercên metropolan asîmîle bûn. Yek jî dewletê bi polîtikayên asîmîlasyonê daye rûniştandin ku zimanê kurdî bi kêrî tiştekî naye, heke hûn bixwazin bi pêş bikevin û derfetan bi dest bixin divê dev ji kurdî berdin. Yanî gelek kes hene ku dibêjin ji ber ziman me gelek zilm dîtiye em naxwazin zarokên me jî bi heman pêkanînan re rû bi rû bimînin ji ber wê jî tevî ku tirkî nizanin zarokên xwe bi tirkî mezin dikin. Ev jî dibe sedem ku ziman derbasî nifşên nû nebe.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar