Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku girtiyan di 27’ê Mijdara 2020’î de bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destspêkirin, di roja 137’emîn de dewam dike.
Bi armanca şopandina çalakiyên greva birçîbûnê ya di girtîgehên Herêma Marmarayê de, Koordînasyona Marmara ya Şopandina Greva Birçîbûnê hatibû avakirin. Ji Hevparên koordînasyonê Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe û Hevserokê Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxaran a Marmara (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî bandorên tecrîdê yên li ser civakê û greva birçûbûnê axivîn.
Rêbaza îşkenceyê ye
Nûnerê TÎHV’ê Umît Efe, diyar kir ku tecrîd konsepta tundiyê ya kapîtalîzmêye ku di girtîgehan de tê birêvebirin û wiha got: “Girtîgeh li gorî mantiqa ku ji aliyê navendekê bi tenê vê bê birêvebirin hatine avakirin. Pêkanîna tecrîdê, di serdemên modern de li Ewropa, Amerîka û Amerîkaya Latîn, li dijî mûxalîfan hatiye bi kar anîn. Li tevahiya cîhanê, girtî li dijî pergala tecrîdê derdikevin. Pêkanînên tecrîd, li gelek cihan dibe sedema rijadina xwînê. Tecrîd rabezeke îşkenceyê ye. Bi tecrîdê tê xwestin ku danûstandinên bedenî, hestiyarî û têgînên kesan bixin asta herî kêm. Bi vê jî pêvajoya teslîmgirtinê û tunekirinê hedef digirin. Ji ber vê yekê weke psîko-teror tê pênasekirin. Tecrîd bandorên pir mezin li ser mirovan dihêle. Bi tecrîdê hevgirtina ruhî, civakî û bedenî di bin gefên mezin de tên hiştin.”
Dîroka tecrîdê
Efe anî ziman ku tecrîd îşkence ye û wiha domand: “Îşkence jî sûceke mutlaq e. Tecrîd weke konseptekê CIA’yê hatiye pêşxistin. Di beşa zanistê ya ku gelek norolog û psîkiyatrîst jî cihê xwe têde digirin de, bi armanca kontrolkirina liv û tevgerên mirovan lêkolîn hatine kirin û encama liv û tevgerên mirovan dikare bê kontrolkirin hatiye derxistin. Ev pergal li Tirkiyeyê, di salên 2000’î de, bi avakirina ‘Tîpên F’ re ket meriyetê.”
Greva birçîbûnê belav bûye
Derbarê greva birçîbûnê de jî Ef ev nirxnadin kir: “Greva birçîbûnê li hemû girtîgehan belav bûye. Ev çalakiyek pir mezin e. Em hewl didin greva birçîbûnê bişopînin. 137 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev ji bo bedena girtiyan ne baş e. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Lazim e di çarçoveya mafên mirovan de, diyalog bê pêşxistin. Li vî welatê gelek rewşên bi êş hatin jiyîn. Divê dev ji tecrîdê bê berdan. Bi pêvajoya pandemiyê re tecrîd kûrtir bû. Girtî tenê mafên xwe yên hiqûqî û mirovî yên bingehîn dixwazin. Dîsa hejmara girtiyên nexweş her roj zêde dibe. Ev girtî di şert û mercên giran de tên girtin. Pêwîst e ku mafê wan ê başbûnê neyê astengkirin. Em dengî qîrîniya wan a bilind dibe dibihîzin. Niha qîrîniyek bilind dibe. Berî ku encam xirabtir bibe, divê em vê qîriniyê bidin bihîstin.”
Sala 2012’an bi bîr anî
Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan ê di sala 2012’an de 68 rojan di greva birçîbûnê de ma bû jî, ev şîroveyê kir: “Di sala 2012’an de, tirsa me ya ku mirin çêbe hebû. Çalakiya wê demê bêdem û bêdorveger bû. Ez tev li vê çalakiyê nebûm, lê bi armanca piştevaniyê 5, 10 roj ez tev li çalakiya greva birçîbûnê bûm. Dema ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû, di bedena girtiyan de, xesarên mezin rû dan. Di mîde û roviyên girtiyan de pirsgirêkên pir cîdî derketin holê.”
‘Divê her kes bibe deng’
Ozkan bal kişan ser tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Tecrîd tenê ne ji bo gelê kurd, di heman demê de ji bo her kesî ye. Li ser her kesî zext û êrîş hene. Her kes tê binçavkirin û girtin. Li dijî van zextan greva birçîbûnê dest pê kir. Li Îmraliyê çi dikin bila bikin, gelên Rojhilata Navîn wê tu carî dev ji Birêz Ocalan bernedin. Divê hemû beşên civakî li dijî vê tecrîdê dengê xwe derxîne. Em ê li hemberî zilmê serê xwe netewînin.”
Kîlîda azadiyê
Her wiha Ozkan banga hestiyariyê li raya giştî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hemû civakê vedixwînin hestiyariyê. Hemû gelên Rojhilata Navîn dixwazin, Birêz Ocalan azad bibe û tecrîd bi dawî bibe. Kurd êdî vê rewşê qebûl nakin. Kilîta azadiya gelên Rojhilata Navîn û gelên Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Divê hemû kes li gorî vê yekê tevbigerin.” STENBOL