Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê em derseke mezin bidin wan fam bikin ku kurd bûne yek’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Çinara Amedê xîtabê gel kir û diyar kir ku divê gelê Çinarê di vê hilbijartinê de derseke mezin bide AKP’ê ku fam bike kurd bûne yek

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi çarçoveya xebatên hilbijartinê li gel namzetên hevşaredariyê li navçeya Çinarê ya Amedê axivî.

Destpêkê serokê DDKD’ê Veysî Askar axivî û got ku êş û kedera wan yek e, armanca wan aştî, azadî û yekitî ye û dê şaredariyan bistînin.

Piştî Askar serokê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş da zanîn ku bi kelecana Newrozê ya duh ew li vir in û ev tişt anî ziman: “31’ê Adarê di hilbijartina herêmî de bi namzet û gelê xwe em ê bi ser bikevin.’”

Dê ev dewran biguhere

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku ew li Çinarê tifaqeke girîng pêk anîne û bi vê serbilind in û wiha axivî: “Her carê digotin, kurd nikarin bibin yek û nikarin tifaqê çêkin, va me çêkir û Çinar mînaka vê ya herî mezin e. Hûn bi nêzîkatiya AKP’ê ya li HDP’ê, ya li partiya kurdan, jinan, kedkaran dizanin. Tayyîb beg gotiye ‘31’ê Adarê em ê dem û dewranê biguherînin.’ Em ê dewrana te biguherînin. Ev 17 sal in bi derew û talanê welat rê ve birin. Helbet, ev dewran dê biguhere.”

Medyaya alîgir milyonan nedît!

Di axaftina xwe de Buldan bal kişand ser Newroza Amedê ku duh bi tevlibûna sedhezaran hat pîrozkirin û destnîşan kir ku duh li Amedê nêzî milyonek mirov li hev kom bûne û got ku bi fermana serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan tu çapemeniya AKP’ê Newrozê nedaye û wiha pêde çû: “Duh li Wan, Amed, Mêrdîn û Îzmîrê bi milyonan mirov hatin cem hev û gotin ‘azadî.’ Daxwazên duh ên gelê me girîng bûn û peyam dan Enqereyê. Her kesî silav li Leyla Guven kir. Guven ev 135 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê. Çalakiya Leyla Guven pêl bi pêl berbelav bû. Mafê Ocalan heye ku weke  hemû girtiyan malbat û parêzerên xwe bibîne. Hûn yasayên xwe bi cih nayînin. Hûn sûc dikin.”

Ji bo mîtînga Amedê bang hat kirin

Buldan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “31’ê Adarê dema wê ye ku em ji AKP’ê hesab bipirsin. Av û agir radize lê AKP ranaze, ji bo vê jî divê em li sindoqên xwe xwedî derkevin û bi dengekî zêde bi ser bikevin. Em dersa herî mezin li Çinarê bidin wan. Bila fêhm bikin ku kurd bûne yek.”

Her wiha herî dawî ji bo mîtînga 29’ê Adarê ya HDP’ê ya li Amedê bang hate kirin. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar