Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Divê em kurd bibin yek û hişyar bibin’

Rewşenbîrên Kerkûkê Rêheval Dara û dîroknas Seyîd Hesen bi wesîleya 23’ê Nîsanê Roja Pirtûk û Mafên Mirovan a Cihanê diyar kirin ku: “Dijminê kurd bi astengkirina zanebûna ciwanên me dixwaze kurdan têk bibe, lewma divê em bibin yek û hişyar bibin.”

23’ê Nîsanê Roja Pirtûk û Mafên Mirovan a Cihanê ye ku ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hatiye ragihandin. Sedemê destnîşankirina vê rojê ew e ku mirovan teşwîqê xwendinê werin kirin.

Têkildarî vê yekê çalakvanê di warê perwerde û çandê de Rêheval Dara û dîroknas û rewşenbîrê navdar ê Kerkûkê Seyîd Hesen Pîradî ji ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku divê ciwan girîngiyê bidin xwendinê da ku rû bi rûyê dagirkeriyê nemînin.

Çalakvanê di warê perwerde û çandê de Rêheval Dara bal kişand ser rewşa xwendina pirtûkan li Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Gelê Rojhilata Navîn gihiştiye wê baweriyê ku ne hewce ye xwe nû bike. Ji bo zêdekirina hejmara xwendevanên ji asta seretayî heta zanîngehê, hin gav hatine avêtin. Ji bo xwendinê hewcedariya ciwanan bi sedeman heye. Li gorî min sedemên siyasî sedemek pir xurt e ku nexwînin û nefikirin.”

Dara diyar kir ku tiştek xweş e ku mirov nebe parçeyek ê xirabiya derdorê û ev tişt got: “Rêya herî herî baş a xwe rizgarkirina ji xirabiyên derdor, xwendin e.”

‘Wêjeya kurdî gelek dewlemend e’

Dîroknas û rewşenbîrê navdar ê Kerkûkê Seyîd Hesen Pîradî jî qala bandorên nerênî yên nexwendina pirtûkan a li ser civakê kir û wiha got: “Dema ku sîstema kapîtalîst derket holê, xelkê vê herêmê nezan hiştin. Ji derveyî ne naskirina wan a dîroka kurdî û dîroka bûyerên ku demên dawî qewimîne, haya wan jê nîn e ku wêjeya kurdî çiqas dewlemend e. Gelê kurd gelekî jîr e û lewma divê ciwan her tim xwedî hêvî bin.”

‘Dagirker û dijmin hewl didin ku Kerkûkê paşverû bihêlin’

Seyîd Hesen anî ziman ku Kerkûk hatiye dagirkirin û wiha pê de çû: “Dagirker û dijmin hewl didin ku Kerkûkê paşverû bihêlin, ku mixabin heta niha di aliyê zimanê kurdî, perwerdehî û gelek xizmetguzariyên din paşde hatiye hiştin. Di dema rejîma Sedam Husên di hefteyê de tenê çar saet beranameya kurdî hebû. Niha tevlî ku gelek kanalên kurdî jî hene, gotarên bi sûd nayên pêşkeşkirin. Dijminek heye ku bi astengkirina zanebûna ciwanên kurd, dixwaze gelê me têk bibe.”

Dîroknas û rewşenbîr Seyîd Hesen Pîradî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dagirkerî û gefên li dijî gelê kurd û ev tişt bilêv kir: “Em kurd divê bibin yek. Gelek dijminên me hene.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar