Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê em li dijî dagirkerî û nokeriyê piştgiriya gerîla bikin’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji berî çend rojan bi peyamekê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê daxwaz ji hêzên pêşmerge û rêxistinên gelê kurd kirin ku piştgiriyê bidin gerîla.

Pêşmergeyên dêrin ên herêma Raperînê jî derbarê peyama Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan de axivîn.

‘Pêwîst e em piştgiriyê bidin gerîla’

Hazim Elî diyar kir ku peyama Kalkan di warê dilsoziya ji bo welat û yekgirtina gelê kurd a bi hev re karkirinê de ya ji bo parastina welat a li hemberî dagirkeriyê de girîng e.

Elî da zanîn ku gerîla ew hêze ku li beramberî çekên pêşketî yên NATO’yê şer dikin û got ku mînaka herî zindî berxwedana Heftanînê ye û wiha domand: “Aramnca peyama Kalkan ji bo vê yekê ye ku gerîla û pêşmerge li hev re li dijî dagirkeriyê şer bikin. Felsefeya Apogeriyê teslîmbûnê nas nake. Pêwîst e em hemû li dijî dagirkerî û nokeriyê piştgiriya gerîla bikin.”

Her wiha Elî dema êrîşa DAIŞ’ê ya Başûr bi bîr xist û destnîşan kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêşmerge û gerîla mil bi mil şer kirine û dijmin têk birine.

Peyama Kalkan girîng e

Şiwan Bekir jî derbarê peyama Kalkan de axivî û ev tişt anî ziman: “Peyama Kalkan girîng e. Pêwîst e pêşmerge vê peyamê pêk bînin. Bila rêveberiya Kurdistanê agahdar be dewleta tirk sîstema tunekirina kurdan dijwar kiriye. Niyeta wê ya dagirkirina başûrê Kurdistanê heye. Ger niha pêşiya dagirkeriyê negirin, piştre poşmanbûn tiştekê nade kesekî.”

Şiwan di dawiya axaftina de diyar kir ku pêşmerge sembola neteweyekê ye û wiha bi dawî kir: “Hêzên pêşmerge di dema borî û niha pêşengiya gelê kurd kiriye. Niha bi heman ruhê pêşmergeyên salên berê ka çawa li dijî Sedemê dîktator têkoşiyan, niha pêwîst e bi heman rengî li dijî Tirkiyeya dagirker rawestin.”

Her wiha pêşmergeyên dêrin pêwîst dibînin ku pêşmerge dakevin qadê bi ruhê Mezlum Dogan, Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmûş, Elî Çîçek, Akîf Yilmaz û dehan pêşengên weke Şehîd Aram, Xale Şehab, Cehfer û Mam Rîşe li dijî dagirkeriya dewleta tirk rawestin. RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar