PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Divê em mîrateya rojnamegerên kurd biparêzin’

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş diyar kir ku divê her kes xwedî li ronamegeriya kurdî derkeve û wiha got: “Em deyndarê Apê Mûsa û Gurbetelliyan e, em deyndarê Mazlûm Dogan in. Ji ber vê yekê divê em her tim vê mîrateyê biparêzin û xwedî lê derkevin."

Dagirkerên Kurdistanê bi sedan sal in li ser gelên Kurdistanê qirkirinên herî hovane dimeşînin. Gelên Kurdistanê li hemberî qirkirinê li ber xwe dan û heta roja me hebûna xwe domandin. Aliyê ku gelê kurd ji qirkirinê parast rojnamegeriya kurd bû. Rojnameya Kurdistanê ji aliyê Mîqdad Mîdhad Bedirxan ve di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê hat çapkirin. 126 sal bi ser derketina rojnameya Kurdistanê re derbas bûn. Ji sala 1973’an û vir ve her sal 22’yê Nîsanê wekî Roja Ronamegerên Kurd tê pîrozkirin.

Edîtorê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş zextên li ser ronamegerên kurd nirxand û bal kişand ser parastina mîrateya ji wan re hatiye hiştin. Ertaş bi bîr xist ku ewil rojnameyên kurdî li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatine weşandin û vê pêvajoyê wiha nirxand: “Sê gav hene. Ya yekem weşana rojnameya Kurdistanê ye. Paşê di 15’ê Gulana 1932’yan de kovara Hawarê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn û Osman Sebrî ve derket. Pêngava sêyemîn jî, bi pêşengiya Apê Mûsa û Gurbetelli Ersozê li Stenbolê dest pê kir. Rojnameya Serxwebûn bi pêşengiya Mazlûm Dogan derket.”

Ertaş anî ziman ku ronamegerî bi berxwedana kurdan re pêş ketiye û got ku Bedirxaniyan di serdema derketina rojnameya Kurdistanê de li dijî Osmaniyan dest bi berxwedanê kirin û wiha domand: “Wê demê kurd jî hatibûn sirgûnkirin. Kurdên ku sirgûnî Qahîreyê bûn, li wir dest bi ronamegeriya kurdî kirin. Em dibînin ku ji wê demê û vir ve zextên li ser kurdan dewam dikin. Kurd jî ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê girîngiyê didin ronamegeriyê. Çima girîng e? Ji ber ku kurd her tim rastî zext, polîtîkayên înkar û qirkirinê hatine, neçar bûn bi awayekî dengê xwe ragihînin cîhanê. Diviyabû ziman, çand û dîroka xwe ji cîhanê û raya giştî re ragihînin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku ronamegeriy kurdî di heman demê de tê wateya deng û hawara kurdan.”

Ertaş diyar kir ku di salên 1990’î de bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya kurdan re çapemeniya kurd derbasî qonaxeke nû bûye û got ku di warê xwedîderketin û parastina ziman û çanda kurdî de çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e. Ertaş ev tişt anî ziman: “Wê demê çapemenî zêde pêş neketibû, tenê rojname dihatin weşandin. Îro, mîrateya ji wan hatiye wergirtin bi Xwebûnê didome. Her ku tevgera azadiya kurd pêş ket, gel xwedî li ziman, çand û çapemeniya xwe derket.”

Ertaş îşaret bi wê yekê kir ku çapemeniya kurd deng, çav û zimanê gelê kurd e û wiha pêde çû: “Ger di nav miletekî de ronamegerî kêm bibe, hafizeya wê civakê jî kêm dibe. Dîroka wê civakê tê jibîrkirin. Lê dema ronamegerî di nav gel de pêş dikeve, çav û guhên gel vedibin û haya gel ji qewimînan çêdibe. Ronamegeriya kurdî pêş ketiye, lê asta heyî jî ne bi dilê me ye. Li Tirkiyeyê piraniya ciwanan bi tirkî diaxivin û rojnameyên bi tirkî dixwînin. Em dikarin bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Aliyê siyasî, çandî û civakî yên vê pirsgirêkê hene. Di vî warî de divê hemû saziyên ku li ser ziman û çanda kurdî dixebitin, xwedî li ronamegeriya kurdî derkevin.”

Ertaş destnîşan kir çapemeniya azad her tim rastî zextên dewletê tê û bibîr xist k di salên 1990’î de ronamegerên kurd hatine qetilkirin. Ertaş diyar kir ku divê her kes xwedî li ronamegeriya kurdî derkeve û got: “Em deyndarê Apê Mûsa û Gurbetelliyan e, em deyndarê Mazlûm Dogan in. Ji ber vê yekê divê em her tim vê mîrateyê biparêzin û xwedî lê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar