Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Divê em Rêbertiya xwe azad bikin’

Ciwanan bang li her kesî kirin ku li dora Rêbertî kom bibin û di 100 sala Lozanê de em li bi yekîtiya xwe çar parçeyên Kurdistanê bikin yek.

Nobeda Azadiyê ya ku ji 25’ê hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda mutleq a li ser Ocalan dewam dike. Di hefteya 578’an de Mustafa Demîr, Serhat Gumuş û Mîro Şeyhmus Bîlen ên ji taxa Evry a Parîsê nobet domandin.

Mustafa Demîr, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev zêdeyî 2 sal in agahî ji Ocalan nayê stendin ev tişt got: “Rêberê me Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve di bin tecrîda mutleq de ye. Ev zêdetirî du salan e didome. Ev yek di qanûnên dewleta tirk de jî nîne. Li gel vê jî tecrîda li dijî mirovahiyê pêk tîne. Em ji vir bang dikin; dema mijar dibe kurd û Kurdistan, çima Yekîtiya Ewropa û parêzvanên mafên mirovan bêdeng in? Em gelê 45 milyonî ne û li ser Rêberê me îşkenceyên giran hene. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin û Rêberê gelê me azad nebe em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin. Em zarokên Rojê her tim li vir in û em ê hesabê vê zilmê bipirsin û Rêberê xwe azad bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku bi vê hesasiyetê tevbigerin û tevlî Nobeda Rêbertiyê bibin.”

‘Em ê hesabê zilma li ser Rêbertiya xwe bipirsin’

Serhat Gumuş jî diyar kir ku li ser Rêbertî di salên dawîn de zilmeke mezin tê kirin û got: “Ji ber vê yekê divê em dakevin qadan, çalakiyan bikin. Divê em Rêbertiya xwe azad bikin. Di vî warî de em di salvegera Lozanê de ne; werin em li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê bibin yek û ji bo sed salên din jî  bindest nebin, rêxistina xwe geş bikin. Ez bawer im ku em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Em li vir in, em dixwazin hûn jî tevlî Nobeda Rêbertiyê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar