Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît tev li bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû. Hêlîn Umît diyar kir ku muxalefeta li Tirkiyeyê ji kurdan re dibêjin ku ew dijî AKP’ê ne, lê di rastiyê de ew jî dijberiya kurdan dikin û got, “Muxalefet dema mijar dibe pirsgirêka kurd, pirsgirêka hebûn û azadiya kurdan û rewşa kesên li ser vê têdikoşin, yekser ji AKP’ê xerabtir helwestê nîşan didin.”
Umît diyar kir ku divê zihniyeta qirkirinê ya li Tirkiyeyê bi giştî were nirxandin û got, “Eger AKP-MHP’ê lingekî (pergala qirkirinê) ava kiribe, lingê din jî ji aliyê kesên ku xwe weke muxalîf nîşan didin, lê di rastiyê de di qirkirina kurdan de cih girtine ve hatiye avakirin.
Hin ji mijarên bingehîn ên nirxandina Hêlîn Umît bi vî rengî ne: “Di serî de ez careke din hezkirin û hesreta xwe ya ji bo tava me ya azadiyê Rêber Apo tînim ziman. 27 meh derbas bûn, em ketin meha 28’an. Em nikarin tu agahî ji Rêber Apo bistînin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku em di serdema herî giran a tecrîda li ser Rêbertiyê de derbas dibin. Bi rastî, ev tespîteke pir rast e. Yên ku dizanin rejîma qirkirinê ya Îmraliyê bixwînin, yên ku rast lê binêrin, dikarin bi rêya vê yekê armancên dewleta tirk bixwînin. Eger em dixwazin rastiya Tirkiyeyê fêm bikin, li Tirkiyeyê siyaset ango çi armanc tê kirin dixwazin fêm bikin, divê em zanibin rast li rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê binêrin. Ne tenê li dijî gelê kurd, di heman demê de li ser prensîbên ku dewleta tirk li ser hatiye avakirin û polîtîkayan jî gelek îşaret hene.
Li Tirkiyeyê cihê ku polîtîka tê diyarkirin, rejîma qirkirinê ya Îmraliyê ye. Helbet Îmralî jî li dijî wê navenda berxwedan û têkoşîna ye. Mînaka berxwedana Rêberê me ya li hemberî rastiya Qirkirina Îmraliyê di dîrokê de nîne. Em bi israr balê dikişînin ser rejîma li Îmraliyê û pêkanînên li Îmraliyê. Ev ne tenê polîtîkayên li ser Rêberê me ye. Divê ev yek rast were fêm kirin.
Dewleta tirk rejîma qirkirinê ye
Ger hûn bala xwe bidinê her kes hewl dide dewleta tirk li gorî xwe pênase bike. Hinek dibêjin rejîma qesrê, hinek dibêjin rejîma dîktatoriyê, hinek dibêjin rejîma yek zilamî, hinek dibêjin rejîma komployê, hinek dibêjin rejîma faşîst. Lêgerînek ji bo pênasê heye. Pergala li Tirkiyeyê çi ye? Aşkere ye ku ne demokratîk e, lê her kes hewl dide pênaseyek dane holê.
Rastiya li vir, rastiya qirkirina Îmraliyê dide xuyakirin ku sîstema dewleta tirk ji bo kurdan rejîmeke qirker e. Ji ber ku li Îmraliyê polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Heta ev rastî neyê dîtin û nekeve hesabê, ne li ser navê kurdan siyasetek dikare were meşandin, ne jî li ser navê demokrasî, mafên mirovan û azadiyên li Tirkiyeyê siyasetek were meşandin. Seknek an jî helwestek çênabe. Divê ev yek were fêmkirin.
Sîstema cîhanê qels e
Xala duyemîn jî ev e ku rejîma qirkirina Îmraliyê tenê ji bo Tirkiyeyê daneyan nade; û bi rejîma qirkirina Îmraliyê re mirov dikare sîstema cîhanê bixwîne. Derdikeve holê ku pergala cîhanê çiqas sexte ye. Aşkere dibe ku çiqasî li ser derewan hatiye avakirin û bê nirx e. Biryarên NY, DMME û saziyên Yekitiya Ewropayê hene. Niha jî teblîxata Neteweyên Yekbûyî ji dewleta tirk re heye ku divê bêy zext û astengî Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê ev ji ragihandinê wêdetir derbas nabe. Di vê wateyê de, di roja me ya îro de cîhana modernîteyê, cîhana modernîteya kapîtalîst hewl dide xwe bi rengê mafên mirovan, demokrasiyê, hîn bêhtir azadiyan û mafên takekesî îfade bike û hewl dide xwe weke vebijêrkek pêşkêşî civakan bike, lê li ser rejîma qirkirinê ya li Îmraliyê bi ser sûc hat girtin.
Eger em hewl bidin rejîma qirker û polîtîkayên li Îmraliyê bi rewşa sîstema navneteweyî û rastiya Tirkiyeyê bixwînin, wê demê diyar dibe ku sîstema cîhanê çiqasî qels e. Di rastiyê de sazî û pêkhateyên ku ji aliyê pergala modernîst a kapîtalîst ve hatine avakirin; Weke mînak, diyar dibe ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê çiqas lawaz e -her çend xwe wek tekane vebijêrka vê gavê li cîhanê nîşan dabe jî. Modernîteya demokratîk vebijêrkek e, lê dîsa jî ne xwedî rêxistin û pêkhateya tê xwestin e. Em modernîteya kapîtalîst, şaristaniya Ewropayê û modernîteya Rojava weke giravên biçûk, weke sîstemeke hegemonîk a parçebûyî, yekbûyî pênase dikin. Dema ku behsa rastiya qirkirina Îmraliyê tê kirin jî em vê dibînin. Sîstema dewleta tirk jî vê yekê wekî valahiyek dinirxîne. Ew vê yekê bikar tîne. Em her tim dibêjin; Krîzek wê ya strukturel heye, ji ber êdî nikare hebûna xwe rêve bibe, serî li şer, zext û çewisandinê dide. Li ser vê yekê rejimên faşist ên li hemû cihanê hewl didin ku hêza xwe xurt bikin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hem li herêmê û hem jî li Tirkiyeyê vê ji bo xwe weke firsendekê dibîne û van valahiyan dinirxîne.
Têkoşîna cewherî ya gel
Dema ku mijar dibe Tirkiye, dema ku mijar dibe hêzên ku ji kevneşopiyeke xurt a desthilatdariyê li Rojhilata Navîn tên, em rastî rastiyeke tam a bêkontrol tên ku tê de qanûn qet derbas nabin. Di vê wateyê de pergala qirkirinê bi awayekî bêperwa bi ser Îmraliyê ve diçe. Biryara ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyeyê re ragihandiye divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Divê gelek nekevin bendewariyan. Lê belê, ev biryar girîng in. Girtina van biryaran û têkoşîna bi wan re zêdetir zorê li pergalê dixe. Di vê wateyê de divê biçûk neyê dîtin. Ji bo sazî û dezgehên demokratîk ên ku bi têkoşîna demokrasiyê ya li cîhanê, têkoşîna yekitiya gelan re derketine holê, divê di qada navneteweyî de têkoşîn bê bilindkirin û bidome.
Lê ya ku dê van saziyan bixe meriyetê dê têkoşîna gelê me bi xwe be. Divê em ji hiqûqnasên wan gelek bihêvî nebin, dibe ku li Îmraliyê pêşketinek cidî pêk neyê. Lê divê em zanibin ku dema hêzên demokratîk bi taybetî gelê Kurd bikevin nava liv û tevgerê, çalakiyan li dar bixin, kampanya pêk bînin, xwe nêzî Rêbertî bikin, rê û rêbazên dewlemend bixin meriyetê, wê demê wê têkoşîneke rast be. Ger em bi vî rengî nêz bibin û têkoşîna ku me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser vê bingehê daye destpêkirin derxînin qonaxeke din, wê ev sazî bibin xwedî wate. Wê demê ev sazî dê zêdetir xwedî li van biryaran derkevin. Li ser wê bingehê wê pêşketin çêbibin.Beriya her tiştî di helwesta Rêbertiyê de berxwedan heye.
Sîstema qirkirina Îmraliyê
Sîstema qirkirina Îmraliyê ji bo armanceke taybet hat avakirin. Ev çi bû? Ji bo gelê kurd bê pêşeng bihêlin, bê serok bihêlin û bixin bin desthilatdariya hêzên din siyaset hate meşandin. Di vê wateyê de pênaseyek Rêbertiya me heye; Eger ez ne şaş bim gotibû “weke mirîşka serê wê jêkirî li ber xwe dide”, dixwazin bi vî awayî pêvajoya qirkirinê pêş bixin. Armanca wan a duyemîn jî ev bû, digotin, “Em dikarin Rêbertiyê weke rehîn bikar bînin û li dijî gelê Kurd bi kar bînin, yan jî Tevgerê bişkînin?” Hûn dizanin; Pêvajoya tasfiyeyê ya sala 2002-2004’an bi rastî li ser vê hate avakirin.
Rêbertî li Îmraliyê dîl hate girtin. Polîtîkaya amûrkirinê hat meşandin. Di tevahiya van pêvajoyan de, ji sala 99’an heta roja îro Rêbertî bi zanebûn û hişmendî gavan avêtiye û di sala 2010’an de bûye xwedî helwest. Rêbertî gotibû ‘êdî lîstik qediyaye.’ Piştî berxwedana greva birçîbûnê, dijmin çû ber lingên Rêbertî. Xwe samîmî dan nîşandan. Lê di sala 2010’an de Rêbertiyê got; ‘Niha ev ewarekirin qediya, ez ê nehêlim kes min bikar bîne.’ Niha Rêbertî ji sala 2010’an heta niha xwedî helwesteke wiha ye. Bala xwe bidinê, di vê dema borî de pêvajoyên hilbijartinê hebûn. Mebesta min ne tenê ev pêvajoya hilbijartina dawîn e. Beriya wê hilbijartinên herêmî hene. Her tim xwestin Rêbertiyê bikar bînin, lê Rêbertiyê li hemberî van hemûyan helwest girt. Di rastiyê de her tim Rêbertî xwedî rastiyeke pir bi bandor e ku helwesteke siyasî pêş dixe. Helwesta li dijî vê amûrkirinê bi xwe berxwedanek e. Rêbertî dîlgirtiye, derfeta şopandina medyayê li wir nîne. Nameyek nehatiye şandin. Di hawîrdoreke bi vî rengî ya zextên derûnî de, ji bo Rêbertî deşîfrekirina vê rastiyê gelekî girîng e. Ev sekna Rêbertiya me ye ku rejîma qirkirinê ya Îmraliyê derdixe holê û rastiya qirkirina Îmraliyê vediguherîne qelsiya Tirkiyeyê. Niha her kes dizane ku gelên li her dera cîhanê, her kes vê dipirse. Saziyên navneteweyî dizanin ku pêkanîneke bi vî rengî, ev rastiya li Îmraliyê ne rewa ye. Merdan Yanardag jî mecbûr ma ku li Tirkiyeyê bihata wê nuqteyê. Ez bawer nakim mebesta wî ev bû.
Sîstema Îmraliyê
Tiştên ku li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê weke giştî dibêjin, rastiyê îfade dikin. Weke min got, ev yek ne bi niyeta xwe ye, lê belê ji ber ku ev sîstem nema dikare bê nixumandin. Li Tirkiyeyê pergala girtîgehê heye, di hiqûqê de cihê wê heye, hiqûqa îdamê heye, fonksiyonek wê heye. Dibêje, ev li Îmraliyê nayê meşandin. Di rastiyê de Yanardag dibêje ev mesele eybeke Tirkiyeyê ye û hewl dide Tirkiyeyê biparêze. Lê ji ber li Îmraliyê Rêber Apo dîl tê ragirtin, rengê meseleyê hate guhertin.
Bi rastî ev pêl bi hilbijartinan re piçekî zêdetir bûye. Beşek heye ku xwe wekî demokrat, muxalîf bi nav dike, dibêje ez li dijî AKP’ê me û bi dijberiya AKP’ê hewl dide xwe bi cih bike. Dixwazin kurdan jî bikşînin aliyê xwe. Dixwazin gelê Kurd û demokratan bikşînin aliyê xwe. Ji bo vê, lîstika Alicengîz tê lîstin. Ji aliyekî ve ji Kurdan re dibêjin em li dijî AKP’ê ne, werin li cem me bisekinin. Lê muxalefet dema mijar dibe pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hebûn û azadiya Kurdan û rewşa kesên li ser vê têdikoşin, yekser ji AKP’ê xerabtir helwestê nîşan didin. Divê pergala şerê taybet a li Tirkiyeyê neyê biçûk dîtin. Divê neyê fikirîn ku AKP şerê taybet tenê bi trolên xwe, endamên çapemeniyê û kanalên xwe dimeşîne, pêwîst e zihniyeta qirkirinê ya li tevahiya Tirkiyeyê were dîtin. Ger lingekî AKP-MHP’ê pêk were, lingê din jî ji kesên ku xwe weke muxalefet nîşan didin, lê di eslê xwe de beşdarî qirkirina Kurdan dibin an jî muxalîf xuya dikin pêk tê. Di siyaseta Tirkiyeyê de rastiyek wiha heye. Loma jî ez Merdan Yanardag hem lîstikvan û hem jî qurbanê vê lîstika şerê taybet dibînim.
Wek kemalîst, wek neteweperest li dijî AKP’ê ye, li dijî hikûmeta AKP’ê ye. Lê ew jî bi dil û can girêdayî projeya qirkirina kurdan e ku Kemalîzmê ji serî ve ava kir. Li dijî vê siyaseta Kurd xwedî bernameyeke ku di qada siyaseta demokratîk de xwe diyar dike, nexşerêya xwe diyar dike û bi rêxistinên xwe digihêje. Û heta niha li gel ewqas êrîş, zext û qedexeyan gelê kurd qezenc kiriye. Lê di vir de opozisyon heye, baskek heye ku dibêje ew opozîsyona AKP’ê ye, lê gelek caran di hilbijartinan de têk çûye, gelek caran rastî qutbûna xwe ji civaka Tirkiyeyê hatiye û di vî warî de tu guhertin û veguhertinek çênebûye.
Li Tirkiyeyê sê xetên siyasî hene; -Mebesta min di wateya îdeolojîk de ev e- li aliyekî dewlet, hêzên girêdayî dewletê hene. Di vî warî de AKP û MHP’ê weke tifaqa cumhur cih girtin. Yên din jî wek CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Deva û Tîlafa Milet ya bi vî rengî cih digirin. Lê ev hemû çareseriyên dewletparêz in. Ew polîtîkayên ku em ê çawa polîtîkayên heyî yên dewleta tirk a heyî bidomînin dişopîne. Ew ne partiyên ku guhertin xistin rojeva xwe de bûn.
Rêya sêyemîn
Li Tirkiyeyê Riya Sêyem e ku hêza sereke ya guherînê, komara demokratîk, welatê demokratîk, neteweya demokratîk temsîl dike; Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Tabloyek wisa heye. Di vê wateyê de dema ku mijar dibe pirsgirêka Kurd tiştek dişkê. Her kes rengê xwe hildibijêre. Bi dîtina gelê Kurd, têkoşîna wî ya azadî û hebûnê û sîstema nirxan em dikarin fêm bikin ka kî demokratekî rast e, kî rewşenbîrekî rast e. Mirov vê yekê bi hêsanî dikare bîne ziman. Ji niha û pê ve ti kes nikare gelê Kurd bixapîne. Ew nikare bi kirasê Demokratan xapandinê bike.
Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê êdî deşifre bûye. Gelê Kurd êdî bi tiştek wê bawer nake. Îro herin her maleke kurda, li zimanê dayîkên kurd binêrin, guhdarî bikin; nifiran dikin. Ji ber ku bi soza dê AKP’ê pirsgirêka Kurd çareser bike, wê demê piştgirî dan AKP’ê. Niha ev hêz şerê herî qirêj, herî lanetkirî dimeşînin. Bi navê demokrasîyê, bi navê dostê kurdan, bi navê mafên mirovan Kurdan dixapandin û ji bo dengan bikar tanîn. Vê weke firsendê bikar anîn rewşek gelek qirêje.Niha li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Siyaseta demokratîk a Kurd an jî bi giştî siyaseta demokratîk ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Polîtîkaya demokratîkbûna Tirkiyeyê ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin. Ev yek wê hemû gelên Tirkiyeyê, kedkarên Tirkiyeyê û jinên li Tirkiyeyê qezenc bike. Bi vî rengî divê were fahm kirin.
Çima Rêber Apo li Îmraliyê ye; Divê her kes vê bipirse. Çima li Îmraliyê ye? Tenê sedemek heye ku Rêber Apo di nava şert û mercên giran de ye; Ji bo parastina zimanê gelê Kurd, parastina hebûna gelê Kurd e. Lê ma ne mafê herî bingehîn yê mirovan e? Em li makezagona heyî, mînakên makezagonên cîhanê binêrin. Ma ne mafê herî bingehîn ê mirovî ye ku li dijî zilmê li ber xwe bide? Ma ne mafê herî bingehîn ê qanûnî ye? Rêbertiya me çi got? Got, “Ez mehkûmê rastiya civakî me.” Ger Rêber Apo di rejîma qirker a Îmraliyê de bi êrîşên ewqas giran re rû bi rû ye, rastiya wî ya civakî ye. Ji ber ku daxwaza hebûn û azadiya gelê Kurd dike. Yên ku vê dibêjin rewşenbîrên rasteqîn in. Demokratê rast ê ku vê yekê diparêze.
Em siberoja xwe ava dikin
Ez hevrêyên xwe yên di meha Hezîranê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel bi rêkûpêk agahî dide. Di derbarê rewşa şer de ez bi rehetî dikarim van tiştan bibêjim; Meha Hezîranê bû meheke bi nav, ruh û şêwaza hevrê Zîlan. Piştî bidawîbûna biryara bêçalakiyê, çalakiyên gerîla yên xwedî taybetmendiyên serketî ketin dewrê. Li vir careke din serkeftinên hêzên me yên HPG’ê û hêzên YJA Starê pîroz dikim.
Şehîdên şer parçeyek ji rastiya şer e. Em naxwazin tiştek bi neynûka hevalan were. Ji bo me hevrêtî diyardeyeke din e. Gerîla ji bo me qada jiyana azad e, navenda jiyana azad e, qada jiyana nû ye. Em bi hevrêyên xwe re jiyana nû ava dikin. Di vê wateyê de helbet her şehadetek me digihîne vê jiyana azad, vê jiyana nû ku em van girêdanên nû xurtir bigrin û zêdetir bi serkeftinê ve girêdayî bin. Ev ji bo tevahiya rêxistina me rast e. Şehadet giranî çêdikin, erkên wan giran in. Lê rastiya şehadetê me dihêle ku em li Kurdistana azad, li jiyana komînal a ku di jiyana azad de bi hev re ava bibe, hîn bêhtir bi xurtî rawestin û hest û ramanên xwe teqeztir bikin. Di vê wateyê de peyamên gelek girîng ên hevrêyên me yên di vê mehê de şehîd ketin, hatin dayîn. Yek ji hevrêyan şehîd heval Azad bû. Ew ji Elmanyayê tevlî bû. Hevrêyekî me ji Orduyê hat û tevlî bû. Hevrê Asya bi rastî jî yek ji hevrêyên me bû ku ruhê asîl yê Behra Reş hilgirtibû ser çiyayên Kurdistanê. Hevrê Koçer, paşê navê xwe kiribû Seyît. Me bi zehmetî hevrê Seyît li cem xwe digirt. Kîna wî ya li hember dijmin zêde bû. Lêgerîna azadiyê pir zêde bû. Lêgerîna hevrêtiya bi jinê re, lêgerîna hevrêtiyê, lêgerîna naskirina wê zêde bû. Di vî warî de bi rastî jî xwest ku lêgerîna xwe bi pratîkeke wiha biqedîne. Hevrê Seyît hevrêyekî me yê ciwan bû ku yekser xwe bi hawîrdora ku diçû xwe adapte dikir, beşdar bû û dixwest beşdar bibe. Dîsa ez wî bi hezkirin û minetdarî bibîr tînim.
Di vê wateyê de rastiya şehîdan ew e ku ev hevrê ji Almanya, ji Tirkiyeyê ji Behra Reş û ji Kurdistanê, paşeroja me nîşanî me didin, em ê paşerojek çawan ava bikin nîşanî me didin. Neteweya demokratîk, hevgirtina neteweya demokratîk, jiyana hevbeş, hevgirtin û têkoşîn derdixe holê. Di vê wateyê de weke yekîneya bingehîn a hişmendiya me ya neteweya demokratîk têdikoşiyan.
Netewperestî îdeolojiyeke çêker e
Ne tenê ji bo Tirkiyeyê tê gotin ku netewperestiya cîhanê pir zêde bûye. Li Fransayê jî wisan, li Yewnanistan û Emerîkayê jî. Tê gotin ku li her derê netewperestî zêde ye. Netewperestî îdeolojiya modernîteya kapîtalîst e. Deryaya Reş niha bûye navenda şerê taybet. Ordû, Gîresûn û Trabzon mîna navenda gladyo dixebitin. Tiştek wiha heye ku gelê Deryaya Reş li dijî Kurdan radikin. Bi ciwanê bi navê Eren operasyon kirin û xwestin gelê Deryaya Reş bikin dijminê Kurdan. Lê di cewherê xwe de tiştek wiha ya gelan tune ye. Mesele li cem me jî wisan bû. Diya min digot; başiyeke ya her gelê jî heye û xirabiya wê jî heye. Diya min jinek bû ku dibistan nexwendibû. Lê zanîna wê ya jiyanê, qala kes dikir.
Netewperestî îdeolojiyeke çêker e; bi zorê tê bilindkirin. Îro li Tirkiyeyê civata siyasetê bi rast û çep cuda kirin. AKP-MHP danîn navenda rastê, CHP jî danîn navenda çepê û Akşener jî dan cem. Bi vî rengî her du alî jî girêdayî netewperestiyê kirin. Gelê Tirkiyeyê jî mehkûmî vê yekê kirin.
Heval Asya, li ser xeta fedayîtiyê meşiya. Xwe perwerde kir û PKK nas kiriye. Çima ev dilsozê PKK’ê bûye? Ji ber ku bi rastî jiyana azad, jiyana bi hev re, jiyana heqîqî, jiyana rast di nava PKK’ê de dîtiye.
Nayê xwestin ku gelê kurd ne li Tirkiyeyê ne jî cihekî din statuyeke siyasî bi dest bixe. Lewma ne tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de êrîş pêk tên. Li her derê pêk tên. Di serî de li Kurdistanê pêk tê, li rojavayê Kurdistanê pêk tê, dema derfet dibîne li Ewropa jî êrîş pêk tê.
Mesele li başûrê Kurdistanê dewleta tirk van tiştan bi tena serê xwe nake. Dema ku hevalê Baran şehîd bûyî, Mesrûr Barzanî çûbû Tirkiyeyê. Ne tesadufe ku di dema şehadeta Huseyîn Arasan de jî Mesrûr Barzanî çû Tirkiyeyê. Di polîtîkayê de tesaduf tune ne. Di vê wateyê de PDK li dijî şerê hebûn û azadiya gelê Kurd, amûreke êrîşan e. Yên ku êrîşên bi vî rengî dikin, dibezin diçin Hewlêrê. Ev tê wateyê ku xwediyê wan li wir in.
Bi hevdîtinên Astanayê, bi êrîşên li ser Rojava armanc ew e ku gelê Kurd statuya siyasî bi dest nexe. Li Astanayê biryara vê yekê dan. Biryar dan ku ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê sûd werbigirin û hêzên ku hatine rewşa rêveberiyê, qebûl nekin. Li ser wî bingehî jî ji bo Tirkiyeyê hîn zêdetir teşvîkî van êrîşan bikin, onay dan.
Divê mirov li vir bandora Rûsya û Îranê bibîne. Ez dikarin vê bibêjim, ji tifaqa Kurd-Fras wê Fars qezenc bikin. Ti tifaqa Tirkiyeyê bi Farsan re nabe. Hem tiştên dîrokî û hem jî îdeolojî, destûra vê yekê nadin. Dewleta ku herî zêde xwedî kevneşopiya rêveberiyê ye, dewleta Îranê ye. Îran tirkan pir ji nêz ve nas dike. Dema tirk ji Asyaya Navîn tên, dewletbûnê hinekê ji Îranê fêr dibin. Îran di bunyeya NATO’yê de bi bandora Îsraîlê di bin zextê de ye. Li ser Azerbaycanê re jî tiştek heye ku Îranê dorpêç dike. Bi rastî jî tişta ku Îranê demokratîk bike, di dema pêş de li herêmê bi bandortir bike; tifaqa ku bi gelê Kurd re çêbike ye.
Rojava zihniyeta DAIŞ’ê dihejîne
Heval Yûsra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûn. Rojava cihekî biçûk e, lê zihniyeta dewleta neteweyî ya heyî dihejîne, ziniyeta DAÎŞ’ê dihejîne. Ji ber sîstema rêveberiya xweser ev hevalên me yên jin, hatin qetilkirin. Bi berdêlên gelekî mezin şoreşa Rojava hat vê astê. Êrîşên bi vî rengî nikare dilsoziya gelê me û jinan a bi şoreşê tune bike. Lewma di pêvajoya li pêşiya me de êrîş wê dewam bikin. Ji bo ku gelê Kurd statuyê bi dest nexe, hêzên herêmê wê hewl bidin ku ne tenê bi Tirkiyeyê re, bi hêzên cur be cur re tifaqê çêbikin û pêşiya vê yekê bigirin. Lê çawa ku di dîrokê de Medan rolê xwe lîst û bi gelên herêmê re azadî anîn, di roja me de jî weke tevgera Med a serdemê, Kurdîtiya azad wê vê rolê xwe bilîze.
Salvegera 27’emîn a şehadeta heval Zîlan e. 27 sal li ser çalakiya wê derbas bûn. Rêbertî wiha got, ‘Me ji bo bîranîna Zîlanê bi jiyana azad re hevpeyman çêkir, me xwest jiyana azad pêş bixin’. Ji ber ku banga Hezîranê banga jiyana azad bû. Rêbertî bi rastî jî bi vê çalakiyê gelek bandor bû. Dema ku destpêkê bihîstî, hîna rapora heval Zîlan nehatibû. Mînak yek ji pirsên ku ji me kirî, ev bû; ‘Bifikirin heta hucreyên xwe, xwe teqandin tê çi wateyê?’ Ev di heman demê de nîşa dike ku rastiya Zîlanê, heval Zîlan Rêbertî heta hucreyên xwe hîs kir. Pişre rapora heval Zîlan hat. Ez dikarin bibêjim ku wê şevê hemûyê ne raza. Rêbertî li ser rapora wê lêhêrbûn kir. Piştî nameya wê hat, Rêbertî got ku ‘Ez jî di bin fermana Zîlanê de me’. Ji xwe piştre Rêbertî got, ‘Zîlan manîfestoye, banga xeta jiyana azad e’.
Bi rastî jî di roja me de lêhêrbûnên li ser azadiyê gelekî kêm in. Ez dixwazin bi taybetî ji ciwanan re, ji jinên ciwan re vê bibêjim. Azadî çi ye, jiyana azad çi ye, divê çawa be, tê çi wateyê? Ji bo me pêdivî bi azadiyê heye, tune ye? Kesên li pey wateyê diçin, dikarin werin PKK’ê. Yên li pey hezkirin rast, hevaltî û parvekirinê dikarin werin PKK’ê. Ev cewhera PKK’ê ye. Dema tê gotin Zîlan, tiştên tên mejiyê min ev in.
Ez hevalê Helmet jî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Di demên Zîlanê çalakî kirî de, heval Helmet li saha Rêbertî bû. Ew jî yek ji wan hevalên mêr bû ku li şopa Zîlanê meşiya. Ji bo bîranîna wî em soz didin ku em ê li Kurdistanê xeta yekîtiya neteweyî ya rast ava bikin, em ê hesabên komkujiyên ku li Başûrê Kurdistanê çêdibin bipirsin.
Divê em Rêya Sêyemîn ava bikin
Ez 33 kesên ku 2’ê Tîrmehê li Otela Madimakê hatin şewitandin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ewane şehîdên demokrasiyê ne. Di dema Osmaniyan de jî timî li dijî civaka Elewî komkujî pêk hatin. Komara Tirkiyeyê jî di roja me de xwe weke dewama Osmanî dinirxîne. Vê yekê ne tenê di aliyê erdnîgarî de qal dikim; di aliyê çandî, siyaset û kodên desthilatdariyê de wê esas digire. Civaka Elewî rêxistinbûna xwe diparêze. Têkildarî vê yekê, divê ev baş were dîtin. Rêbertiya me bi taybetî ji derketina PKK’ê û pê ve civaka Elewî esas girt. Bi taybetî gelek girîngî da Dêrsimê. PKK destpêkê weke tevgereke ku ji Qirkirina Dêrsimê tolê bistîne, xwe rêxistin kir.
Eger em komkujiyên nû nexwazin, eger em Madimaka nû nexwazin, eger bi rastî jî em dixwazin civaka Elewî di vê erdnîgariyê de bi reng, bawerî û sîstema xwe ya civakî bijî, divê em li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk weke rêyeke sêyemîn ava bikin.
Bi vê wesîleyê têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî ya di perspektîfa neteweya demokratîk de ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, xwedî cihekî esas e. Beriya 53 salan di 15-16’ê Hezîrana 1970’an de berxwedaneke karkeran pêş ket. Mirov dikare weke zemîneke têkoşîna yekbûyî binirxîne. Encamên wê girîng bûn, qanûnek ku di senatoyê de hat qebûlkirin, bi berxwedanê betal bû. Di encamê de mînakeke berxwedanekî serkeftî bû. Bi pêşengiya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan meşandina têkoşîna yekbûyî weke Tevger me weke helwestek stratejîk dest girt. Esas tifaqa me ya Tirkiyeyê bi van hêzan pêk tê.
Di Berxwedana 15-16’ê Hezîranê de Partiya Edaletê û CHP bû. Di roja me de CHP û AKP di parlamentoyê de çi biryara ku bixwazin, dikarin bigirin. Lê eger gel û kesên çewisandî, bi zane bin, rêxistin bin û qedrê jiyanê bizanin dikare her tiştî bihejîne. Peyama esas a ku 15-16’ê Hezîranê daye, ev e. Lewma rêxistinbûyîn û bi hev re têkoşîn kirin, girîng e.
Navê me çi ye? Partiya Karkerên Kurdistanê ye. PKK partiyeke kedkaran û karkeran e. Partiya azadiyê ya karker û kedkaran e. Partiya xizanan, yên tune hatine hesibandin û xebatkaran e. Karker û kedkar û bi rastî jî dikarin xwedî li keda xwe derkevin. Ji bo vê yekê pêdivî bi hêzên cuda tune ye.
PKK hêza siyaset û fikirînê ye
Em rû bi rûyê êrîşekenê ku dixwaze PKK’ê tenê weke rêxistine şer nîşa bike û bi vî rengî tune bike. Lê gelê Kurd û mirovên bi wijdan jî dizanin ku PKK ti carî tenê nebûye tevgereke ku têkoşîna çekdarî dimeşîne. Beriya her tiştî PKK tevgereke fikirinê ye. Ji xwe eger PKK wisan nebûya, nedikarî gelê Kurd bandor bike. Nedikarî evqas argumanên siyasî bi hilberîne. Helbet evane hemû bi pêşengiya Rêbertiya me pêş ketin. Rêbertî ji destpêkê ve wiha got, ‘Eger rêyek din hebûya, eger êrîşên giran ên di navbera 1980-82’an de li girtîgehan nebûya, êşkence neban, êrîşên komkujiyan neban, PKK hîn zêdetir wê weke tevgere îdeolojîk pêş ketiba’.
Di warî de PKK teqez hêzeke siyasî ye. Hêza polîtîk a gelê Kurd e. Nayê xwestin ku gelê Kurd bi hêza xwe polîtîkayê bike. Di bernameya PKK’ê de dewlet-neteweyek cuda tune ye, lê yên hêzên din heye. Serbixwebûnê dixwazin, federasyonê dixwazin, nizanim çi dixwazin. Mafê axaftinê ji wan re heye, lê çima ji PKK’ê re tune ye. Wê demê hesaba li vir cuda ye.
Êrîşek heye ku dixwazin PKK’ê terorîze bikin. PKK gel e. Me ev yek ji gel re negot, gel ev tişt got, ‘PKK gel e, gel li vir e’. Divê gelê me di her derfetê de berzkirina vê dirûşmeyê, bidomîne. Ji ber ku bi rastî jî PKK gel e. PKK bû gel, bû neteweyî. Ti kes nikare vê înkar bike. Tune kirina PKK’ê, tê wateya qirkirina gelê Kurd. Tê wateya belavkirina hebûna wê ya neteweyî. 50 sal in em bêyî navber, li ser vê xakê şehîdan didin. Bi vî rengî em Kurdîtiyê didin jiyîn. Her hal gel vê mafê dide me ku em li ser gelê Kurd yan jî li ser mijarên ku gelê Kurd eleqeder bike, biaxivin, mafê çêkirina polîtîkayê û wezîfeya wê jî ev gel dide me. Ev wê dewam bike. Ti kes nikare pêşî li vê bigire. Di vî warî de nêzîkatiya gelê me ya têkildarî vê yekê, heta niha li holê ye. Her cure fedakarî raber kir, li ser vê xeta şehîdan, di çarçoveya rastiya berxwedanê ya ku PKK’ê danî holê de, di ronahiya Rêber Apo de heta niha meşand. Ji vir û şûn de jî wê bi vî rengî bidome.”