Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Divê em serkeftina hilbijartinê veguherînin serkeftina rêxistinî’

Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku bi milyonan kes li qadên Newozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kirin û wiha got: “ Gelê kurd di hilbijartinê de jî berxwedaneke civakî nîşan da. Pêwîst e mirov di serdema nû de vê serkeftina motîvasyonî veguherîne serkeftineke rêxistinî û polîtîk.”


Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê yên li bakurê Kurdistanê bi ser neket û hewl dan bi hêza dewletê şaredariyên DEM Partiyê xesp bikin. DEM Partî 3 şaredariyên mezin, 7 şaredariyên bajaran, 58 navçe û 10 bajarok bi dest xistin û b vê serkeftinê derbeke mezin li planên desthilata faşîst AKP-MHP’ê xistin. Li Wanê xwestin darbeyeke hilbijartinê bê bixin, ev darbe bi berxwedana gel têk çû.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr encamên hilbijartinên 31’ê Adarê û bandora wê ya li ser siyaseta giştî nirxand.

Esengul Demîr diyar kir ku desthilat bi hêviya ku encameke wekî ya hilbijartinên 14-28’ê Gulanê bi dest bixe, amadekariya hilbijartinên herêmî kiriye, lê AKP’ê derbeke mezin xwariya û bi encama hilbijartinên herêmî û di warê siyasetê de paş ve çû û wiha got: “Ber bi hilbijartinê ve krîzeke mezin a aborî hebû, di warê karker û kedkaran de binpêkirinên mezin hebûn û helbet dîmeneke ku kurd li derî vê tabloyê bê hiştin û hin nîşaneyên xeta neteweperest-nijadperest ku heyama berê nehiştibû muxalefet bê cem hev du hebû. Li gel vê êrişên li Sûriye û Iraqê û amadekariyên şer hebûn. Û di encama vê de me dît ku AKP’ê gelek deverên ku di sala 2019’an de bi dest xistibû, winda kirin. AKP li Kurdistanê derbeke mezin xwar û li rojavayê Tirkiyeyê jî muxalefet bi ser ket û AKP di Anatolyaya Navîn de hat asêkirin.”

Bakurê Kurdistanê di Rewşa Awarte de ket hilbijartinê

Hevberdevk Demîr destnîşan kir ku hilbijêrên kurd bi taybet li hemberî binpêkirinên hilbijartinê yên li Kurdistanê, bi armanca parastina vîna xwe helwest nîşanden. Demîrê da zanîn ku hilbijêrên kurd li her derê bi motîvasyoneke ku desthilatdarî winda bike çûne ser sindoqan û got: “Motîvasyona hilbijartinê ya li Kurdistanê di serî de ev bû ku îradeya wan 2 heyaman ji aliyê qeyûman ve hatibû desteserkirin û bajarên Kurdistanê di şertên Rewşa Awarte (OHAL) de bûn. Ji ber vê yekê ev motîvasyon, motîvasyoneke girîng e. Em dizanin ku di roja hilbijartinê de li metropolên Tirkiyeyê bi hezaran kes bi balafir û otobusan sewqî bajarên Şirnex, Colemerg, Amed û Serhadê hatin kirin. Em dikarin bêjin ku berteka gel a wê rojê ya li hemberî hilbijêrên veguhastî û parastina sindoqan, daketina wan a kuçe û kolanan û nîşaneyên hilweşandina hegemonyaya qeyûmtiyê ne.”

Demîr civînên gel ên DEM Partiyê yên piştî hilbijartinên 2023’yan li dar xistibûn bibîr xist û wiha domand: “Di van hevdîtinan de me kêmasiyên xwe yên rêxistinî û her wiha êrişên desthilatê gengeşekirin. Me pêşniyazên gel tomar kirine û me hewl da em kêmasiyên xw etemam bikin. Paşê pêşhilbijartin çêbûn. Bi hezaran mirov daxilî vê pêvajoyê bûn. Ev motîvasyoneke pir girîng û mezin bû. Gelê herêmê di warê diyarkirina namzetê xwe de vîna xwe nîşan da.”

Bi milyonan kes daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

Di berdewamiya xwe de Demîr li ser rewşa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rawestiya û wiha pêde çû: “Abdullah Ocalan ku 3 sal in tu agahî jê nayên girtin veguheriye bertekeke civakî û ev yek bandor li hilbijartinan kir. Beriya hilbijartinê bi milyonan kes li qadên Newrozê li dijî şert û mercên tecrîdê rabûn û daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi aşkereyî anîn ziman. Tevî vê jî desthilat di neçareserkirina meseleya kurd de israr dike. Her çendî piştî hilbijartinê meseleya qeyûm ji holê hatibe rakirin jî lê wer xuya ye wê di warê siyasî de zextên li ser tevgera siyasî ya kurd û yên li cem wê bidomin.”

Demîr anî ziman ku guherandina polîtîkayên şer ên desthilatê yên li hemberî meseleya kurd bi têkoşînê pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yanî desthilata ku me bi hilbijartinên herêmî kir ku paş de gav biavêje, êdî hêza erêkirinê ya ji piraniya civakê winda kiriye. Em dikarin bêjin ku wê piraniya civakê ray nede vê siyaseta şer. Ji bo DEM Partiyê jî, ew e ku dîsa xwe di ber çavan re derbas bike, kêmasiyên xwe tespît bike û nîqaşeke zelal û rêxistinî bike. Ji bilî vê, gelê kurd ku bi salan e bi berxwedana xwe ya li hemberî êrîşên ku tên kirin bedêlên giran dide, di van hilbijartinan de jî berxwedaneke civakî nîşan da û ji muxalefeta Tirkiyeyê re bû mînak û moral û motîvasyoneke mezin da muxalefetê. Lewma pêwîst e mirov di serdema nû de vê serketina motîvasyonî veguherîne serketineke rêxistinî û polîtîk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar