Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Divê em xwe şaş nekin nehêlin kes xwe şaş bikin’

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek bal kişand ser rexneyên li ser HDP'ê û pêvajoya rexnedayinê û got: "Dawiya dawî serketin wê ya polîtîkaya şoreşger be. Serkeftin di nava feraseta 'hilbijartin tiştek e, lê belê her tişt nîne' de veşartî ye."

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariyê yek ji mijarên ku herî zêde hate nîqaşkirin, kêmbûna rêjeya dengên HDP û Partiya Çepên Kesk bû. HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo karibin encamên hilbijartinê û nexşeya rê ya dema nû ya partiyê binirxînin hin civînên gel lidar xistin û di nava xwe de nirxandin kirin. Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk û Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek li ser vê pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.

Çîçek bal kişand ser rastiya gel ku berdêlên giran daye û polîtîk bûye û anî ziman, ku di bingeha rexneyan de feraseta ‘civakîbûna bêcivakê’ û ‘gelbûyîna dûrî gel’ heye. Çîçek diyar kir ku pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê ya ku bi gel re dimeşîne bêguman wê hêzê bide wan û got: “Biryardariya me ya li ser vê xetê ji bo dema kurt nebe jî ji bo dema navîn û dirêj wê tevkariyeke dîrokî li têkoşîna me bike.”

Cengîz Çîçek destnîşan kir ku rastiya gel rastiya Dayikên Aştiyê ye ku li Geverê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Çîçek anî ziman ku wan êdî dest bi pêvajoya konferansan kirine û ev pêvajo jî wê bi nîqaş û civînan derbas bibe û li ser pêvajoya kongreyê ya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê wiha axivî: “Bi rastiyên xwe yên hevpar, ku di encama civîn û nîqaşên jinûve avakirinê yên piştî hilbijartinê hatin afirandin, me dest bi pêvajoya konferansan kirin. Sernavên ku em ê di konferansên xwe de binirxînin, encamên hevpar ên van civîn û nîqaşan e. Bi kurtasî em bi hesasiyetekê hewl didin ku bi sûdwergirtina ji hemû rêyên karakterê dide partiyê, pêvajoya kongreyê birêxistin bikin. Em zanin ku pêvajoya herî xurt û hevgirtî ya rexnekirinê jî tenê bi vî rengî dibe. Hin pirsgirêk hîn dewam bikin jî, ku ev yek xwezayî ye, dikarim bi hêsanî bibêjim ku em di asteke nîqaşê ya kolektîf de ne, di pêvajoyeke kongreyê ya herî demokratîk de ne. Pêvajoyeke kongreyê ya bêkêmasî nebe jî em dikarin bibêjin ku wê îradeya me bê destnîşankirin û kêmasiyên me ji holê bêne rakirin.”

Çîçek ragihand ku têkoşîna civakî ya li Tirkiyeyê tenê pêvajoyên hilbijartinê nîne, lê belê ev têgihiştina şaş hîn jî hin hêzên demokrat şoreşger bi sîstemê ve asê dike û got: “Ji ber ku têkoşîna civakî bi pêvajoyên hilbijartinê tê tengkirin, li hemberî êrîşên faşîzmê tedbîrên di dem û cihê xwe de nehatin wergirtin. Ev nêzîkatiya şaş a demdirêj bû sedem ku hêzên demokrat û şoreşger li şûna ku bi feraseteke têkoşînê ya rewa tevbigerin, li qadên sîstemê asê bûn. Encama vê yekê çi ye? Di demekê de ku sîstem bi her awayî êrîşî me dike, bi hemû rêbazên îdeolojîk û zordariyê êrîş dike, rêya rizgariya ji vê yekê tenê ‘performansa serkeftî’ ya koma me ya partiyê û rêveberiya me ya partiyê tê dîtin, pêwîstî bi rastiya gel ê berxwedêr û rêxistinî nayê dîtin. Ji ber vê çanda têkoşînê û mejiyê navxweyî yê vê sîstemê, rola HDK’ê girîng nayê dîtin, ku ev yek jî cihê rexneyê ye. Lewma em neçar in ku taybetmendiya têkbirinê ya ku serkeftina hilbiljartinê ji wezîfeyên têkoşînê dûr dixîne û karakterê rêxistinî yê li ser vê hatiye avakirin ji holê rakin.”

Çîçek destnîşan kir ku ji ber vê yekê ya ku têk çû, têkoşîna wan nîne û got: “Di vê mijarê de em xwe şaş nekin, nehêlin kes xwe şaş bikin.” Çîçek got: “Dawiya dawî serketin wê ya polîtîkaya şoreşger be. Serkeftin jî di nava feraseta ‘hilbijartin tiştek e, lê belê her tişt nîne’ de veşartî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar