Hilbijartin nêz dibe. Gel ew ê di 14’ê gulanê de hem serokkomar û hem jî Meclîsa nû hilbijêrin. Hemû alî xwe ji 14’ê gulanê re amade dikin. Îttîfaqa faşîst bi dek û dolaban, bi şer û pevçûnê dixwaze careke din biserkeve û hukma xwe qewî bike. Hemû cîhan dizane ku AKP û MHP’ê nikare bi hêza gel di hilbijartinê de biserkeve. Ew tenê dikarin bi dek û dolaban, bi zexta dewletê ji hilbijartinê derkevin. Divê em bîr nekin. Ev rê mumkun e. Hemû dewlet di destê wan de ye. Leşker, polês, burokrasî, dadgeh û hemû saziyên din a dewletê bûne şaxên AKP û MHP’ê. Her weha di serî de Putîn, piraniya hêzên dîktator jî piştgiriya vê îttîfaka faşîst dikin. Eger li hemberî wan siyasetek biaqilane neye meşandin, hukum ji destê wan dernakeve.
Îttîfaqa Millet jî xwe amade dike. Heftiya çûyî bernama xwe aşkere kirin. 6 partî nêzi 2 hezar û pêncsed xalan de bihevkirine. Van xalana bi hevre ji raya giştî re ragihandin. Divê em di serî de bêjin. Di nav 2 hezar û 500 xalan de ji bo çareserkina pirsa kurdî yek xalek tune ye. Di siyaseta şer de jî bi aqlê dewletê tevdigerin. Belku ew ê bi qasî AKP û MHP’ê li hember kurda şereke tund nemeşînin, lê diyar e ew ê jî benîşta ‘terorê’ bicûn. Ji alî din di normalîzekirina sîstema dewletê de gelek nêrînên wan ên balkêş hene. Li dijî dizî û gendeliyê,li ser rewşa edalet û dadweriyê, ji bo careke din xurtkirina parlamentoyê û hwd. de xwedî sozên xurt in. Kin û kûrt, dixwazin sîstemê careke din vegûhêzin kodên kevin. Belkî dema biserketin ew ê di xetâ ‘damezrandinê’ de hin reforman bikin. Lê di nav wan de nêrînên cûda hebin jî di nêrînên hevbeş da bingehên esasî ya sîstemê diparêzin.
Aliyê sêyemîn ya hilbijartinê Îttîfaqa Ked û Azadiyê ye. Bernama wan gelek aşkere ye. Ji bo gûherînek bingehîn, gûherîna sîstemê esas digrin. Di serî de pirsa kurd, pirsên aborî û demokrasiyê ji hev venaqetînin. Ji bo jinan ne tenê edalet, wekhevî û azadiyê dixwazin. Her weha jinan wekî pêşenga têkoşînê binav dikin. Ji ciwanan heta kêmendaman, ji kal û pîran heta zarokan ji bo her aliyên civakê xwedî soz in.
Diyar e, ew ê du alî qedera hilbijartinê tayîn bikin. Ango Îttîfaqa Millet û Îttîfaqa Ked û Azadiyê şaşiyek nekin, AKP û MHP’ê ew ê careke din ji sindoqê dernakevin, ew ê Erdogan careke din neye hilbijartin. Lê Erdogan bi çar çava li benda şaşiyên wan e.
Bi rastî jî di babetên lihevkirina her dû îttîfaqên muxalîf de gelek pirsgirêk hene. Pirsgirêka herî mezin jî nêrîna statuparêz ya Îttîfaqa Millet e. Ev Îttîfaq di bin zexta Îyî Partî de ye û Meral Akşener, vê îttîfaqê konsolîde dike. Kemal Kiliçdaroglu jî ji tirsa Erdogan û Akşener, nikare navê HDP’ê bigre devê xwe. Niha derdê herî mezin a Kiliçdaroglu ew e ku xwe ji îttîfaqê re wekî namzetê serokkomariyê bide qebûlkirin. Akşener jî li pey Ekrem Îmamoglu û Mansûr Yavaş e. Dixwaze yek ji wan wekî namzet derbixe. Ev yek Îttîfaqa Ked û Azadiyê jî eleqedar dike ku ew jî gotin, “Em ê bi namzetê xwe an jî bi namzeta xwe bikevin hilbijartinê.”
Em behsa rastiyek din jî bikin. Belê her du îttîfaqên ku dikarin qedera hilbijartinê tayîn bikin di gelek waran de bihev nakin. Lê di xalekê de her du alî jî hevbeş difikirin. Ew jî dawî lê anîna faşîzma AKP û MHP’ê ye. Ji bo dawî li vê faşîzmê bînin, şert çi dibe bibe di serî de emnahiya hilbijartinê divê li ser hin xalan bihev bikin.
Hilbijartin ji du beşan pêk tê. Beşek ji bo Meclîsê ye û ew ê her partî bi gorî hêza xwe endamên xwe bişînin Meclîsê. Ev ne problem e. Lê hilbijartina serokkomariyê gelek tişt tayîn dike. Heke Erdogan ji şaşiyan îstîfade bike û careke din were hilbijartin, bila kesek wê nefikire ku ew ê pêşî li Tirkiye veke û bi kurda re li hev were. Na xêr! Erdogan bi şer hukma xwe qewî kiriye û heta wekî Seddam têk biçe, ew ê şer gûr bike. Tu çara wî tune ye.
Tiştê tê dîtin ew e ku 3 îttîfaqên qewî ew ê namzetên xwe derxin. Lê di tura yekemîn de divê Erdogan ji şaşiyan derfet negre û neye hilbijartin. Bêgûman, bi dek û dolaban şansê wî yê hilbijartinê heye. Lê divê her dû îttîfaqên din, rê nedin vê yekê. Herî kêm divê ji bo vê yekê di navbera wan de danûstendinek hebe. Ev mumkun e.
Hin kurd û dostên kurda bi hestiyarî tevdigerin, dibêjin “Ew ê di tûra duyemîn de bazarî were kirin, îttîfaqa me jî bi gor encamên bazariyê tevbigerin. Heke me qebûl nekin jî em ê bêjin, li çara serê xwe binêrin.” Na! Hinde hêsa nîne. Kurd û dostê kurda nikarin bi hestiyarî tevbigerin. Divê em qebûl bikin. Her çi qas her du aliyên din jî statuparêz bin û hebûna dewletê biparêzin jî ferqek di navbera wan de heye. Îttîfaqa ku serkêşiya wê Erdogan dike, pir, bilê pir û pir însan qetilkir. Li dijî gel sûcê mirovatiyê pêkanî ye. Divê di hilbijartina 14’ê gulanê de kurd û dostên kurda bi dengên xwe stuyê wî bişkînin. Divê careke din derfetê nedin wî. Ev naye wê wateyê ku partiyên Îttîfaqa Millet rêk û pêk in. Na xêr! Ne rêk û pêk in. Lê divê Erdogan û şîrîkên wî derbeyek mezin bixwun. Derbeyek welê bixwun ku bila hişê wan careke din neye ser wan. Ev serkeftin bi xwe jî bi tena serê xwe ew ê nîşana gelek tiştên nû be.