Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

“Divê ev sal bibe sala azadiya Rêberê me”

Têkîldarî çalakiya grevên birçîbûnê de bangawaziyên xizmên girtiyan û girtiyan ji bo piştgirî û xwedîderketinê didomin

Navenda Nûçeyan

Şîvekar Ataş ku di nav çalakiya greva birçîbûnê de cih digire xwest ku bila êdî gel qîrîna wan bibîhîze û wiha got: “Divê ev sal bibe sala azadiya Rêberê me. Çalakiya me jî li ser vê mijarê ye. Serokê me azad bibe ew ê Kurdistan jî azad bibe. Bila gelê me jî li ser vî esasî nêzî çalakiya me bibin.”

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de, bi armanca dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorverger kirin. Têkîldarî çalakiya grevên birçîbûnê de bangawaziyên xizmên girtiyan û girtiyan ji bo piştgirî û xwedîderketinê didomin.

Şîvekar Ataş a di sala 2016’an de li Mûşê hat girtin û ji wê derê bi balafirê birine girtîgeha Sîncanê. Ataş li wir li hemberê zilm û tahdeyan di sala 2018’an de li Girtîgeha Sîncan a Jinan tevli çalakiya greva birçîbûnê bûbû. Piştre jî sirgûnê  girtîgeha Tarsûsê hat kirin. Herî dawî jî ji Tarsûsê sirgûnî Girtîgeha Bakirkoyê kirine. Ataş li Girtîgeha Bakirkoyê di nav koma sêyem a çalakiya greva birçîbûnê ya niha didome de cih girtiye. Ataş telefonê malbata xwe kir û diyar kir ku heta tecrîd ji holê ranebe ew ê ji gerva xwe berdewam bikin.

‘Tedawiya hevalên me nayê kirin’

Ataş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û diyar kir ku bi taybetî pirtûkên kurdî nayên dayîn û wiha berdewam kir: “Bi taybetî, pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî nadin. Dibêjin kesên ku kurdî bixwînin tune ye. Ango tiştên bi kurdî dane sekinandin. Em jî li hemberê wê helwestê derketin. Her wiha hevalên me yên nexweş gelek hene. Em dibêjin wan bibin nexweşxaneyê lê dibêjin ‘heke em bibin em ê wan bikin hucreyê’.  Hevalên me yên nexweş jî nikarin bi tena serê xwe di hucreyê de bimînin. Tedawiya girtîyan nayê kirin. Em herî zêde pirsgirêkên bi vî awayî dijîn.”

‘Bila êdî gel qîrîna me bibîhîze’

Ataş xwest ku êdî gel bêdengiya xwe xira bike û got: “Jixwe gelê me jî dizane. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e di girtîgehê de ye. Êdî mirov nikare vî tiştî qebûl bike. Rêberê me hertim ji bo gelên Rojhîlata Navîn li ber xwe da û li pey çarenûsan ye. Ev jî rastiyek e. Êdî em jî dibêjin bila gel vê rastiyê bibîne ji vê bêdengiyê re bibe bersîv. Ji ber ku me ji  2020’î re  got  ‘ êdî bes e’ û me bi têkoşînê sala 2021’ê pêşwazî kir. Lê em ji bo wê, ji gelê xwe deng dixwazin. Ku gel nebe deng, rewşa girtiyan dê xirabtir bibe. Em naxwazin ji zindanan cenaze derkevin. Me di çalakiya 2018-2019’an de çend hevalên xwe şehîd dan. Êdî em naxwazin tiştek wisa pêk bê. Bila êdî gel qîrîna me bibîhîze.”

‘Divê ev sal bibe sala azadiya rêberê me’

Ataş got divê ev sal bibe sala azadiya rêber Apo û wiha berdewam kir: “Bila gelê kurd vê bêwijdaniyê qebûl neke. Ji ber ku bêdengî bêwijdanî ye. Em dixwazin gelê me ji têkoşîna me re bibe bersîv. Heke tecrîd neye bidawîkirin rewşa hemû gelên Rojhîlata Navîn wê xirabtir bibe. Lewra em dixwazin rêberê xwe ji her aliye ve azad bikin. Divê ev sal bibe sala azadiya rêberê me be. Çalakiya me jî li ser vê mijarê ye. Serokê me azad bibe ew ê Kurdistan jî azad bibe. Bila gelê me jî bi vî  awayî nêzî çalakiya me bibe. Di girtîgehan de pêngavek girîng hatiye destpêkirin û hemû girtî dixwazin di vê pêngavê de cih bigirin.”

‘Em dayikên girtiyan nikarin bêdêng bimînin’

Dayik Rabia Ataş jî axivî û çalakiya greva birçîbûnê ya 2019’an bi bîr xist. Rabîa Ataş got: “Em naxwazin ku girtî wekî di çalakiya beriya vê de jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber ku di rewşeke xeter de ne. Em êdî nikarin vê rewşê rakin. Cara ewilî min di nav dayikên laçik sipî de cih girtibû û 27 rojan bi rojî em li kolan û kuçeyan ji bo zarokên xwe têkoşiyan. Keça min jî niha dîsa ketiye grevê û nexweşîna dil pê re heye. Em dayikên girtiyan nikarin bêdêng bimînin. Ez bang li hemû kesî dikim ku bila bi hestiyarî nêz bibin. Tecrîda li ser serokatî li ser hemû zindanan û li ser gelan e. Heta ku ev tecrîd ji holê ranebe zarokên me dev ji çalakiya xwe bernadin.”

‘Ji bo tendurîstiya keça xwe bi fikar im’

Rabîa Ataş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Keça min ev cara sêyemîn e dikeve grevê. Gava yekemîn ku ket grevê nexweşîna dil pê re çêbû. Di çalakiya duyemîn de nexweşiya wê girantir bû. Niha dîsa di greve de ye loma ez ditirsim ji bo tenduristiya wê. Girtî bi piranî nexweş in.  Lê ligel nexweşîna xwe dikevin grevê. Çalakiya wan rewa û di cih de ye. Ne tiştekî dij hîqûqî ye. Helwesta dewletê ya li ser girtiyan li dijî hiqûqî ye. Hemû girtî mafên wan ê ku malbat û parêzeran xwe re û bi telefonê bi axivin heye. Em ê piştevanên doza zarokên xwe bin.”

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar