Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Divê Ewropa pêşî li Erdogan ê terorîst bigire!’

Navenda Nûçeyan |

Li Dêra Notre Dame ya li bajarê Nice yê Fransayê, êrîşek bi kêran çêbû. Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrîşê daxuyaniyek weşand ku di encamê de 3 kes mirin.

KCDK-E’yê diyar kir ku Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan û çeteyên wî yên barbar li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên terorê mirovên bêguneh dikujin û bi bîr xist ku di encama van êrîşan de yên bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin, bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan dixwaze tirsê berde nava dewlet û gelên Ewropayê, bi çalakiyên terorê şantajê dike û bi vî rengî dixwaze zemîneke qanûnî ji qirkerî û dagirkeriya xwe re amade bike û wiha hate gotin: “Me bi dehan carî bang li gel û dewletên Ewropayê kir ku hay ji vê yekê hebin, tawîzê nedin Erdogan ê terorîst faşîst û pêkanînan lê ferz bikin. Me di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku Erdogan ê dîktator dijminekî gelan e, dijminê mirovahiyê ye.

Hîn nîqaşa li ser bûyera kuştina mamosteyekî fransî neqediya bû, li bajarê Nice yê Fransayê li pêşiya Dêra Notre Dame 3 welatiyên Fransayê bi êrîşeke terorê ya barbar hatin kuştin ku 2 ji wan jin bûn. Em gelekî bi vê êrîşê êşiyane. Her wiha bi destê Erdogan ê dîktator li bajarê Lyon ê Fransayê çeteyên faşîst herikîn kolanan û bi çalakiyeke terorê dest bi êrîşa lînçkirinê li dijî gelê ermen kirin. Erdogan ew kes e ku fermana van êrîşên terorê dide. Li konsolosxane û saziyên tirkan çalakiyên bi vî rengî tên plankirin û bi cih anîn.”

Wezîfeya mirovahiyê

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewletên Ewropayê yên li pêşberî komkujiyên li gelê kurd tên kirin bi xemsarî tevdigerin, divê van rastiyan êdî bibînin û wiha hate diyarkirin: “Pêwîst e Ewropa li qada navneteweyî Erdogan mehkûm bike û gelên xwe ji komkujî û çalakiyên terorê biparêze.

Gelên Ewropayê ku êşa giran a şerê cîhanê yê 2’Yemîn hîn ji bîr nekirine, ji bo rawestandina Erdogan ê terorîst divê bikevin nava liv û tevgerê. Rawestandina Erdogan ku Hîtlerê sedsala 21’an e, wezîfeya mirovahiyê ye.

Bi navê KCDK-E’yê, em bang li mirovahiyê, gelên Ewropayê, dewletên Ewropayê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û Erdogan ê terorîst rawestînin. Ji bo pêşî li êrîşên nû yên terorê û komkujiyan bigirin, bang li gelan dikin ku li dora têkoşîna yekbûyî bicivin. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji gelan re dixwazin. Ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin.”

‘Em êrîşa barbarî şermezar dikin’

Her wiha Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî êrîşa li Nice şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

CDK-F di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li bajarê Nice êrîşeke cîhadîst hate kirin ku sê kes mirin. Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan kîn û nefretê li dijî Fransayê belav dike, êrîşeke bi vî rengî ya barbarî qewimî. Em vê êrîşê şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Em dibêjin ku em bi malbatên qurbaniyan û gelê Nice re ne.

Li dijî terorîzma cîhadîst û faşîzmê em bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar