Planên nû li ser îradeya êzidiyan ku ji dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de pêş ketiya di ber derî ne. Êzidiyên ku biryare xwe dane ji bo jiyaneka azad û Şengalek xweser tekoşîn bikin, rû bi rûyî planek qirêj tên ji aliyê PDK, dewleta tirk û hin aliyên di nava hikûmeta Iraqê de.
Di demên dawî de PDK’ê Mîr Hasim Tehsîn Beg kirin dewrê ji bo carekî din pêkanîna Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a navbera Kazimî û PDK’ê bikin rojeva raya giştî. Li ser vî esasî berê Mîr dan gelek welatan û ji dervey hevdîtinên ku hatine aşkerekirin gelek hevdîtinên din ên veşartî Mîr li dervey welat encam dane ku di wan hevdîtina de pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê rojeva sereke bû. Rixmî ku civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê li dijî pêkanîna peymanê derketine û heta nihe nehiştine tu gavên vê peyîmanê pêk werin lê Mîr Hasin li ser daxwaza PDK’ê li ber çavên kamîre û vekirî daxwaz ji hemû aliyan dike ku kar ji bo pêkanîna vê Peymanê ‘ Fermana di bin navê qanûnê de’ bikin.
Ev ne daxwaza êzidiyane belkû ji destpêkê de êzidiya ev peyman wek fermana di bin navê qanûnê de binav kirine. Ango PDK’ê bi rêya Mîr derî li ber fermanek din vedike ku îradeya êzidiyan têde tê hilandin.
Hevdîtinên PDK’ê, Iraq û Tirkiyeyê
Di demên dawî de gelek hevdîtin di navbera rayedarên Iraq û PDK’ê de çêbûn, her wiha serdanên berpirsên Iraq û PDK’ê ji bo Tirkiyeyê jî hebûn. Di vê demê de ku êrîş li ser pêşengên êzidiyan berdewam dikin, ev hevdîtin dibin cihê gumanê. Ji ber li Şengalê li ser erdê bêdengiyek heye û her bêdengiyekê civaka êzidî gelek zerer jê dîtine.
Di van hevdîtine de her çiqasî ji raya giştî re nehatine parvekirina lê li gor şirove û agahiyan plana bêbandorkirina Rêvberiya Xweser bi berfirehî hatiya nîqaşkirin.
Plan bêbandorkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye
Di serîde wê dewleta alman bikeve dewrê ji bo ku di bin navê kar û xebatên li ser biryara Jenosît nasîna kuştina êzidyan ji aliyê wî welatî ve. Almanya bi rêya Dezgehên xwe ên alîkariya mirovî wê cihê xwe li Şengalê de bihêz bike û wisa bide diyakirin ku pêwîstiya êzidiyan bi saziyên rêvebriya xweser ku ji dema fermana 3’ê Tebaxê de xizmeta civakê dikin nîne. Bi vî awayî ew xizmeta ku ji gel re tê kirin ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, di nava civakê de wê ji nedîtî ve bê dîtin. Gel wê hêdî hêdî ji Rêvberiya Xweser dûrbikin.
Ji 27’ê sibatê heta despêka meha adarê êrîş li ser pêşengên êzdiyan çêbûn di encama van êrîşan de Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo şehîd ketin. Hedef ew e ku gel bêpêşeng bihêlin û di dema guncav de derba xwe deyînin.
Ji ber heta nihe bi berxwdaniya gel û xwedîderketina gel a li hêzên wan ê parastinê û saziyên Rêveberiya Xweser ne Iraqê û ne jî tu hêzeka nikariya hedefa xwe a tunekirina Rêveberiya xweser pêk bînin. Heta niha berxwedanî û îradeya gel li hember planên li ser Şengalê bûye asteng. Çi ji destê wan were ji bo belavkirina gel wê bikin.
Rola MÎT û Parastinê di va pilane de
Karên MÎT û PDK’ê ku di nava salên dawî de li Şengalê dihate kirin dewam dike. Niha careka din pêngaveke din a şerê taybet pêşxistine û bi rêya telefona kesên xwe li ser navê MÎT’ê didin naskirin, li endam û kesayetiyên nava Rêveberiya Xweser de digerin û gefa li wan dikin. Ji wan dixwazin xwe ji rêveberiya xweser dûr bikin eger ne ew ê bên cezakirin. Di vê pêngavê de rola sereke PDK’ê dilîze û agahiyan li ser kesayetiyên êzidiyan kom dike û dide MÎT’ê. Ji ber ku ji aliyê wan kesên beriya niha di encama Operesyona Tolhildanê a ji aliyê yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê ve hatibû girtin , wan kesa di îtirafên xwede behsa planên PDK’ê kiribûn.
Hevdîtina Mesûd Berzanî û kesayetiyên Şengalê
Di navbera 10 û 13’ê adarê de li Hewlêrê hevdîtinek veşartî ji aliyê Mesûd Berzanî ve bi beşek ji serok eşîr û kesayetiyên Şengalê re çêbû. Ragihandina PDK’ê bi tu awayî qala vê civînê nekir lê wêne û agahiyên ji nava civînê hatin bidestxstin ku biqasî 30 kesî ji Şengalê û tayet ji êzidiyên nava kempên başûrê Kurdistanê de li wê civînê de amade bûne. Ji bo bêbandorkirina Rêveberiya Xweser û çawa karkirin ji bo vegera PDK’ê ji aliyê Mesûd Berzanî ve bi wan kesan re hatiya nîqaşkirin. Di vê civîna ku Mîr Hasim jî têde amade bû, behsa rola mîr û karê wî ê ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê jî hatiya kirin. Her wiha ji serok eşîran jî hatiya xwesetin ku eşîrên wan xwe ji nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dûr bikin ji ber ku wê dest bi êrîşên ser Rêveberiya Xweser bikin. Ev êrîşên ku di demê pêş de wê li ser rêveberiya xweser û civaka êzidî pêk werin, wê bi şerê sar ango bi planên veşartî bin yan jî bi hêza çekan bin ,heta niha ne diyar e. Lê a ku pêwîste bê kirin hazirtiyên gelê Şengalê û Rêveberiya Xweser in.
Ev dibe plana wan a dawî ji bo Rêveberiya Xweser, dixwazin bi planek berfireh vê carê rêveberiya xweser teslîm bigrin. Eger gelê Şengalê bi îradeya xwe û bi biryardarî tevbigere wê Şengala xweser û azad ava bikin. Lê eger ji van plana re xwe baş hazir nekin wê rewşa Şengalê ber bi aloziyan ve biçe.