Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Divê faşîzma AKP-MHP’ê bê têkbirin’

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê bang li gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, karker, kedkar, bindest, jin, ciwan divê di 1'ê Gulanê de rabin ser piyan û wiha hat gotin: “Sîstema mêtinger û zilmê ya faşîzma AKP-MHP'ê divê bê têkbirin.

Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku xwe bi polîtîkayên dijminatiya li jinê, zilm, mêtingerî, rijandina rondikan û xwînê xwedî dike û hate gotin: “Roj ew roj e ku bersiv ji vê bangê re bê dayin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bê têkbirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku careke din eşkere bûye ku sîstema faşîst, serweriya mêr, kapîtalîst û mêtinger ji bilî felaket, tinekirin û barbariyê nikare tiştekî din bike û hate gotin, “Dîrok careke din bang li mirovahiyê dike ku bi îdeolojiya Marksîzm-Lenînîzmê xwe bixemilîne, di bin ala sor a sosyalîzmê de ji bo cîhaneke azadîparêziya zayendî, bêsînor, bêçîn û bêmêtingerî şer bikin. Roj ew roj e ku bersiv ji vê bangê re bê dayin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, olîgarşiya sermayeya tirk ku bi polîtîkayên zilm, mêtingerî û dijminatiya li jinê hewl dide xwe xwedî bike, rewşa herî şênber a rizandina kapîtalîzmê ye. Temenê dewleta bûrjûva ya tirk a faşîst mêtinger tijî bûye.

Gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, karker, kedkar, bindest, jin, ciwan divê di 1’ê Gulanê de rabin ser piyan. Sîstema mêtinger û zilmê ya faşîzma AKP-MHP’ê divê bê têkbirin. 1’ê Gulanê divê bibe ew roj ku bi hêza çîna karker, hêrsa xizanan, bi ruhê berxwedanê yê 8’ê Adarê û Newrozê qad û kolan bêne tijîkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar