Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê fedekariya PKK’ê ya ji bo Başûr neyê jibîrkirin’

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Ebdullah têkildarî aloziyên di navbera partiyan wan û PDK’ê de û her wiha aloziya li Zînî Wertê ji Rojnewsê bi Berhem Letîf re axivî.

Arêz Ebdullah ji ewil bal kişand ser aloziya di navbera partiya wan û PDK’ê de û wiha got: “Pirsgirêkên di navbera YNK û PDK’ê de zêdetir bûne. Sedemê vê jî helwesta PDK’ê ya di hikûmetê de ye. Xuyaye ku PDK şirîkatiya YNK û Tevgera Goran a di hikûmetê de li ber çav nagire. Dixwaze li gorî serê xwe siyaset û planên xwe yên taybet pêk bîne. YNK’ê ji vê rewşê biguman e. Divê PDK bizane ku di vê qonaxê de ev herêm bêyî YNK’ê nayê birêvebirin.”

‘PDK rêziknameya hundirîn binpê dike’

Ebdullah diyar kir ku YNK dikare gelek rolan bilîze lê erkên bingehîn ên hikûmetê di destê PDK’ê de ne û wiha domand: “Mînak serokatiya parlamentoyê di destê YNK’ê de ye lê me dît bê ka rêziknameya hundirîn çawa binpê dikin. Bêyî destûra serokê parlamentoyê civîn pêk anîn û mafê destnedayîna parlementeran rakir. Ango PDK peywendî li ber çavan negirt. Ma çawa dibe ku bêyî razîbûna seroka parlamentoyê civîna parlamentoyê bê lidarxistin? Ev êrîşeke li ser azadiyên ku me ji bo wan gelek qurbanî dane ye.”

‘Hemû pirsgirêk dikare bi diyalogê bên çareserkirin’

Bi domdarî jî Ebdullah daxuyand ku ew ne qala xwevekişandina ji hikûmetê, qala diyalogê dikin û wiha pê de çû: “Li gorî me bi diyalogê dikare her pirsgirêk bê çareserkirin. Em ji ve bi bawerin. Sedema betalkirina civîna duyemîn, rûniştina parlamentoyê ya li ser rakirina mafê destnedayîna parlamenteran û lidarxistina civîna rojnamevanî ya cîgirê serokê parlamentoyê bû.”

Aloziya li Zînî Wertê

Der barê aloziya li Zînî Wertê jî Ebdullah ev tişt anî ziman: “Bi biryara serokê hikûmetê ji bo Zînî Wertê hêzek hate şandin. Lê nêrîna me cuda bû. Li gorî me, hinek cih hene ku piştî lihevkirinê divê ji wan herêman re hêz bên şandin. PDK rê nade ku hêzên 70’ê li hinek cihan bicih bibin. Heta rê nade ku hinek hêzên hevbeş ên hikûmete jî li hinek cihan bi cih bibin. Tu hewcehî bi şandina hêzan a ji bo Zînî Wertê nebû. Di destpêka aloziya li Zînî Wertê de me got ku PKK di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hewara Başûr hat. KCK’ê jî diyar kir ku hewldana li Zînî Wertê plana dewleta tirk û ji bo êrîşa li dijî Qendîlê ye. Gelo çima ev fedekariya PKK’ê li ber çavan negirtin?”

‘Nabe ku hêzeke kurd li gorî siyaseta Tirkiyeyê tevbigere’

Ebdullah da zanîn ku di dema êrîşên DAIŞ’ê de rewşa Başûr gelek xerab bû û wiha derbirî: “Wê demê PDK’ê pişta xwe bi Tirkiyeyê germ dikir. Lê tu alîkariyek nedan. Berevajî vê, berê DAIŞ’ê dida başûrê Kurdistanê da ku Kerkûk û Hewlêrê dagir bikin. PDK jî ev yek dît û hêviya xwe qut kir. Di demekî wiha de PKK’ê got ku ew ji bo parastina Başûr amade ne û ev yek kirin jî. Li Kerkûk, Germiyan û Mexmûrê hêzên PKK’ê hebûn. PKK’ê ragihand ew amade ne nehêlin deşta Nînowa û Hewlêr bikeve destê DAIŞ’ê. Tirkiyeyê piştgiriya DAIŞ’ê û PKK’ê jî piştgiriya gelê kurd dikir. Divê em vê jibîr nekin. Nabe ku hêzeke kurd li gorî siyaseta dewleta tirk tevbigere. Tirkiye çawa ku PKK’ê weke dijmin dibîne, partiya bi wê re kar dike jî weke dijmin dibîne. Ji ber ku îdelojiya dewleta tirk li ser înkarkirina gelê kurd e.”

Herî dawî jî Ebdullah ev tişt destnîşan kir: “Em weke YNK’ê li dijî hatina hêza Tirkiyeyê ne. Divê ji Tirkiyeyê re bê gotin ku hêza xwe ji vir bibe. Li aliyekî alîkariya Tirkiye tê kirin ku ji bo hêzên xwe bînin Başûr û li aliyê din ji PKK’e daxwaz dikin ku ji Qendîlê derkeve. Ev yek nabe. Em li dijî hemû cureyên êrîşan ên li dijî Başûr in.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar