Çare yekitiya bêyî PDK’ê ye

Dîroka hevkariya di navbera PDK’ê û dewleta tirk de gelekî dûvedirêj û kûr e. Carnan bi dizî û gelek caran jî bi rengekî aşkere...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Pazar - 21 Temmuz 2024

‘Divê fikir û felsefaya Ocalan bikevin nava waneyên xwendinê’

Aktîvîstên civaka sivîl ên bajaroka Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê li ser komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn, qala rol û bandora fikir û felsefeya Ocalan kirin.

Aktîvîstê Civaka Sivîl Hejar Îbrahîm da diyarkirin dîlgirtina Ocalan û xistina Girtîgeha Îmraliyê piştrast kir ku îradeya gelê kurd tu demê lewaz nabe û wiha got: “Ocalan di girtîgehê de jî her tim mafên gelê kurd parast û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi temamî, her tim banga aştiyê dike.”

Îbrahîm da zanîn Rêberê Gelê Kurd Ocalan di girtîgehê de xebata îdeolojî û hizrî pêşxistiye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bûye îlham.

Aktivîstê bi navê Faris Dijebaw jî bal kişand ser taybetmendiyên Ocalan û ev tişt anî ziman: “Hemû taybetmendiyek şoreşgerî, aştîxwazî û berxwedanvaniyê mîna ya Gîvara, Gandî û Mandela li gel Ocalan de heye. Pêwîst e fikir û felsefeya Ocalan bikeve nava waneyên xwendinê.”

Aktivîstê bi navê Amanc Balek jî destnîşan kir ku Ocalan ne tenê siyasetmedar û şoreşgereke, ew di heman demê de bîrmendeke ku kêm wekî wî di nava gelê kurd de peyda dibin.

Her wiha Balek balkişand ser giringiya yekitiya netewî û astengiyên li pêşiya yekitiyê û wiha bi dawî kir: “Hinek aliyên siyasî yên kurdî li pêşiya li darxistina kongreya netewî dibin asteng. Lê niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi darxistina kongreya netewî heye ku yek ji hêviyên Ocalan ew e ku yekitiya netewî ya kurdan pêk were.” SORAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar