Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê gel bê agahdarkirin’

Dayika rojnamevan Mazlûm Erencî, Remziye Erencî diyar kir ku hîn jî êşa wê wekî roja ewil e û wexta kurê wê rojnamevantî dikir digot divê gel bê agahdarkirin û ji bo vê tevî hemû zext û zoriyan jî dixebitî

Di 14’ê tîrmeha 2009’an de li Amedê, ji ber porê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kûrkirin gel ev pêkanîn li Parka Koşûyolûyê şermezar kiribû. Hatibû îdiakirin ku Mazlûm Erenciyê 16 salî jî di nav vê protestoyê de cih girtiye û ji ber vê Erencî hatibû girtin û 7 sal û 15 meh û 20 roj ceza lê hatibû birîn. Erencî zêdetirî 9 mehan di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de mabû. Dosyeya Erencî ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. Paşê ji ber di Qanûna Têkoşîna Li Hemberî Terorê de hin guherîn çêbûn, Erencî di 22’yê nîsana 2010’an de hat berdan.

Erencî, piştî ji girtîgehê derket demekê di Rojnameya Azadiya Welat û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de ku bi KHK’ê hatin girtin, xebitî. Erencî, ji ber tundiya dewleta tirk derbasî qadeke din a têkoşînê bû. Cihê xwe di nav refên HPG’ê de girt. Erencî di 29’ê Hezîrana 20011’an de li Çemîzgezeka Dersimê şehîd bû. Dayika wî Remziye Erencî, bilêv kir ku 7 sal derbas bûne lê belê hîn jî êşa wan wekî roja ewil e. Dayik Erencî, diyar kir ku di temenekî biçûk de kurê wê bûye rojnamevan û di nav çapemeniya azad de cih girtiye û wiha got: “Pêşî rojname belav kirin û paşê bû rojnamevan. Di wî emrê xwe yê biçûk de, di dest wî de rojname û li kuçe û kolanên Amedê digeriya û rojname belav dikirin. Di dema belvakirinê de gelek caran polîsan gef lê xwar û taliyê hat girtin.

Dê bê bibîranîn

Dayik Erencî, bilêv kir ku wexta kurê wê rojnamevantî dikir digot divê gel bê agahdarkirin û ji bo vê tevî hemû zext û zoriyan jî dixebitî. Dayik Erencî, diyar kir ku dê Erencî roja 29’ê Hezîranê li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a Amedê bê bibîranîn û hevpîşeyîn wî vexwand bîranînê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar