Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a li Medya Haber TV bû.
Dûran Kalkan bal kişand ser erdheja 6’ê sibatê ya li Mereşê rû da û bandor li 11 bajaran kir û got, “Bila rehma Xwedê li qurbaniyan be, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim. Êşa gelên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê parve dikim.”
Kalkan işaret bi piştevaniya civakî kir û got, “Spasiya her kesî dikim ku piştevanî kir. Ji derve jî piştevanî hate kirin. Lê belê timî dewleta tirk esas hate girtin. Halbûkî polîtîkaya vê dewletê ya li hemberî kurdan tê zanîn. Nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li kurdan tê zanîn. Hin hêzan karîbûn yekser alîkarî bi hêzên xwecihî û civakê re bikira. Ji xwe hinekan helwesteke şênber nîşan dan, gotin ku cihêkarî tê kirin, cihêkarî li kurdan, elewiyan, hêzên çep, demokratîk şoreşger tê kirin. Rêveberiya AKP-MHP ji xwe rêbaza xwe ya êrîşa faşîst a topyekûn, terorê, tunekirinê, vê helwest û polîtîkaya xwe li ser erdhejê jî dewam dike.
Hewl dide pêşî li piştevaniya civakî, liv û tevgera civakî bigire. Wê demê gelek hêz û derdoran dikarîbû ev yek bidîta û li gorî wê tevbigeriya. Ez careke din ji bo gelê me dibêjim ku bila derbasî be. Bi rastî jî em ê êşa vê yekê veguherînin hişmendî, rêxistinî, piştevanî û li ser vê bingehê jî bikin têkoşîna demokratîk û rizgariyê.”
‘Bîranîna erdheja çaldiranê ya 1976’an’
Dûran Kalkan erdheja zivistana 1976’an a li Wan/Çaldiranê bi bîr xist û got, “Wê demê hîn bi rengê komê em hatibûn welêt. Ji hemû bajarên kurdan bi komên ji pênc, deh kesan çûn cihê erdhejê û xebitîn. Ji Dîlokê hevalê Hakî çû û koordîne kir. Li ser karê di dema wê erdhejê de, li ser encamên wê tevgera me bi têkoşîna xwe em kir partî. Bi têkoşîna li hemberî encamên giran ên vê erdhejê jî em dixwazin bigihêjin serkeftinê, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiyê û demokrasiyê bi dest bixin. Em dikarin vê bi ser bixînin. Nêzîkatiya rast bi vî rengî ye.”
Dûran Kalkan anî ziman ku li hemberî encamên giran ên erdhejê ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin û got, “Ji bo encamên wê sivik bikin, ji bo êşa gelê me sivik bikin, em gel û tevger çi pêwîst be em ê wê bikin, em ê têbikoşin. Bi dîtina me, helwesta rast bi vî rengî ye.”
‘Dıvê gel xwe ji vê pergala rantxuriyê rizgar bike’
Dûran Kalkan ragihand ku beriya 45 salan çawa ew li ser encamên erdheja Wanê sekinîn, îrade û înîsiyatîfa gel li ser bingeha têkoşîna azadiyê afirandin, niha jî ew dixwazin li ser encamên vê erdhejê heman encaman bi xurtî bi dest bixin. Divê gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û xwe ji vê pergala rantxur û şêlandinê rizgar bike. Bila karibe xwe bigihîne asta ewlehiyeke siyasî ku tu afetên xwezayî nikaribe zerarê lê bike, derfetan baş bi kar bîne, parve bike û di nava kêfxweşiyê de bijî. Hewldanên me ji bo vê ne. Li ser vê bingehê em ê hewldanên xwe xurtir bikin.”
‘Desthilatdarî wê hewl bide erdhejê bi kar bîne û temenê xwe dirêj bike’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê wê hewl bide erdhejê ji bo xwe weke ‘xêrekê’ bi kar bîne, bi vî rengî temenê desthilatdariya xwe dirêj bike û got, “Divê rê ji vê yekê re neyê dayin. Nikarin vê bikin. Encamên erdhejê rastiya faşîzma AKP-MHP’ê raxist pêş çavan, maskeya wan anî xwarê, nîşanî her kesî da bê çi ne. Nikare baweriya kesî bi tiştekî din bînin. Ne li hundir ne jî li derve. Dibe ku hinek ji bo qezencê jê bike, parekê ji mêtingeriyê werbigire bi rûkenî nêzîk dibin, lê belê divê kes nebêje ku wê timî piştgiriyê bidin Tayyîp Erdogan. Lewma nikarin jê rizgar bibin. Dibêjin, hikumet di binê enqazê de ma. Rast e. Ji vê encamê polîtîkayên rantxuriyê, polîtîkayên avahîdanînê yên AKP’ê berpirsyar e. 20 sal in ev ava kirin, hemû jî encameke bi vî rengî bi xwe re anî. Hikumeta AKP-MHP’ê berpirsyar e, wê hesa bidin. Divê em bi vê zanibin. Ji ber vê yekê çi bikin jî wê nikaribin xwe rizgar bikin. Erdhej wê wan jî hilweşîne.”
‘Divê kes astengiya AKP-MHP’ê nas neke’
Dûran Kalkan diyar kir ku ji bo sivikkirina bandora erdhejê divê partiyên din hîn bêhtir çalak bin, bi rengê seferberiyê bixebitin û got, “Tifaqa Ked û Azadiyê kete nava hin hewldanan. Ew jî piştre bi giraniya mijarê hesiyan. Dîsa jî karê ku dike baş e. Têne astengkirin. Muxalefet, Tifaqa Ked û Azadiyê, komele, sazî, saziyên alîkariyê divê qet guh nedin astengiyên faşîzma AKP-MHP’ê.”
‘Girîngiya piştevanî û parvekirina civakê aşkere bû’
Kalkan got, “Ji bo civakê jî karim vê bibêjim; bi rastî jî girîngiya mezin a piştevanî û parvekirina civakê aşkere bû” û wiha dewam kir: “Jiyana civakî dikarin bi piştevaniyê hîn baştir ava bikin. Yanî ew tiştên biriqandî yên kapîtalîzmê jiyan nîne. Divê mirov berê xwe nedin wê derê. Lewma divê civaka me berxwedêr be.”
‘Ji bo mexdûrên erdhejê pêwîstî hîn bêhtir bi alîkariyê heye’
Dûran Kalkan got, “Li her qadê, li çar parçeyan, li derveyî welat divê ji bo mexdûrên erdhejê parvekirin û alîkarî hîn bêhtir be. Divê em vê yekê jî veguherînin rêxistiniyê. Bi rastî jî divê em girîngiya dilsoziya bi xakê re, sîstema demokratîk û jiyana azadîparêz demokratîk baştir bibînin. Divê em çarenûsa xwe bixin destê xwe. Jiyana xwe bi xwe diyar bikin. Ev civak divê bibe xwedî îradeyeke bi vî rengî, xwe bigihîne rêxistiniyeke bi vî rengî. Ev nebe, nabe. Banga me ya ji bo gelê me li ser vê bingehê ye.
Banga me li hêzên demokratîk şoreşger, li derdora siyaseta demokratîk jî ew e ku pêşengiyê bikin, ji bo pêçandina birînên civakê tu astengiyan nas nekin, qedexeyên AKP-MHP’ê ji ber xwe rakin û di asta seferberiyê de bikevin nava hewldanan. Ez êşên gelê me careke din parve dikim û dibêjim, eger em bi vî rengî nêzîk bikin em ê êşan zû sivik bikin.”