Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî êrîş û provokasyonên li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê axivî.
Îlham Ehmed anî ziman ku li temamiya Sûriyeyê, bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyeke hesas heye û wiha got: “Bi encamên hilbijartinên Sûriyeyê re krîz girantir dibe. Bi taybetî xuya ye ku rejîm xwe welê dibîne ku qezenceke mezin bi dest xistiye û li gorî vê yekê jî siyaseta xwe ya li dijî kurdan hişk dike. Dixwaze di navbera kurdan û ereban de hîn bêhtir provokasyonan bike. Tiliya MÎT’ê di vê rewşê de heye.”
Mikurhatina ‘rejîm çeke dide eşîran’
Ehmed diyar kir ku li Minbic, Şedadê û herêmên mîna wan car carna pirsgirêk rû didin û ev tişt anî ziman: “Dibe ku pirsgirêk civakî be, yan jî îdarî be. Lê belê her tim hewl didin ku vê yekê veguherînin cihêkariya kurd-ereb. Ya rast lîstika ku hêzên herêmî dilîze gelekî hesas û xetere ye. Li cihekî ku gelek netewe lê ne, mafê her kesî ye ku bi nasnameya xwe bijî. Lê belê ev yek divê nebe sedema nakokî, rijandina xwînê û şerê navxweyî. Ev gelekî girîng e. Lê belê netewe dewletan her tim bi siyaseta xwe xwestin ku nasnameya neteweyên cuda di bin sîwana xwe de bihelînin. Li dijî vê yekê her tim berxwedan hebû dê hebe. Nasnameya ku hewl tê dayîn bê helandin li ber xwe dide.
Ev şerê taybet gelekî xetere ye. Heta niha hewldan çêbûn. Ya li Minbicê ne hewldana dawî ye. Hêvîdar im ku ya dawî be lê belê destwerdan hene. Şahid hene, mikurhatin hene. Mikur hatin ku çawa ketine nava vê planê, bi kîjan rolê rabûne. Her wiha agahî hene ku rejîm çekê dide eşîran. Ev hemû lîstikên xetere ne.
Projeya Xweserî û Neteweya Demokratîk heta niha pêşî li vê fitneyê girtiye. Li Minbicê jî ev yek bû. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve Rêveberiya Xweser dê hîn bi berfirehî bifikire û her kesî hembêz bike.”
Alîkarî divê yekser radestî Rêveberiya Xweser bê kirin
Têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê Îlham Ehmed ev nirxandin kir: “Alîkariyên ku heta niha dihatin kirin, bi taybetî alîkariyên ji bo kampên penaberan gelekî kêm in. Ji ber ku her tim bi rêya rejîmê alîkarî dihate kirin. Piraniya van alîkariyan li herêma rejîmê man. Herêmên cuda ji alîkariyê bêpar hatin hiştin. Vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê gelekî girîng e û di vê mijarê de divê kar bê kirin. Şert e ku bê vekirin. Ji ber ku pêwîstî bi derman û alîkariya mirovî heye. Alîkarî jî divê radestî hikûmeta Sûriyeyê neyê kirin, yekser radestî Rêveberiya Xweser bê kirin. Gelekî girîng e ku ev rewş bê sererastkirin.”
Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê
Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê nirxand: “Armanca esasî ya dewleta tirk ji êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, xwegihandina Mûsil û Kerkûkê ye. Ji bo başûrê Kurdistanê dagir bike êrîş dike. Hebûna hêzên gerîla ya li wir ji xwe re dike hincet. PKK nebûya jî dewleta tirk wê ji bo êrîşên xwe yên dagirkirina başûrê Kurdistanê hincetên cuda peyda bikira. Ji bo Tirkiyeyê kurd xeta sor e. Her tim dixwaze êrîş bike.
Ji bo vê jî bahaneyên Tirkiyeyê her tim amade bûn. Ji ber ku projeya esasî ya dewleta tirk berfirehkirina xakê ye. Di vê çarçoveyê de astengiyan li pêşiya xwe dibîne. Ya yekemîn ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê hebûna gerîla li pêşiya xwe asteng dibîne. Ji ber vê jî êrîşên giran dibe ser gerîla.
Dewleta tirk ji bo planên xwe pêk bîne, li hemberî her kurd û partiyeke kurdan siyaseteke cuda dimeşîne. Bi vî rengî dixwaze şer bixe nava kurdan. Di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de krîza deriyê sînor afirand û ev yek di nava gel de bû sedema nerazîbûneke mezin. Di rewşa mirovî de gelek astengî heye. Her wiha li Bakur bi hezaran rêveberên HDP’ê careke din xistin girtîgehê. Şaredariyên ku bi îradeya azad a gel hatin hilbijartin bi zorê desteser kir û xebatkarên şaredariyan xist girtîgehê. Li dijî avahiyên HDP’ê êrîşên terorê dike. Denîz Poyraz di êrîşeke wiha de qetil kirin. Li gel gefên li dijî partiyên li Başûr, dest bi êrîşên li dijî sivîlan û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir.
Êrîşên li ser Rojava jî kêm nebûne, li rê û rêbazên êrîşên nû digere. Dewleta tirk a bi desthilatdariya Erdogan man û nemana xwe li ser tasfiyekirina kurdan dibîne. Ji bo vê jî bi rengekî hovane êrîşî dîrok û cografyaya kurdan dike. Dewleta tirk dixwaze mîna ermenan, kurdan jî qir bike. Van hemûyan jî li pêş çavên tevahiya cîhanê dike. Bi taybetî li başûrê Kurdistanê divê li her cihî gel nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê destûr ji parçekirina yekitiya kurdan re neyê dayîn. Li derveyî welat divê gel bi yekhelwestê dakeve qadan û daxwaza ‘êrîşan rawestînin’ li pêwendîdaran bike.
Mixabin raya giştî ya navneteweyî li pêşberî van kiryaran hîn bêdeng e. Divê were zanîn ku dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe gefê li ewlekariya wan jî dixwe.” QAMIŞLO