Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Divê gelê me kesên cenazeyên me xistin kartonan ji bîr nekin’

Rêveberên partiyên Colemêrgê diyar kirin ku, ev hilbijartin wê pêşerıja me diyar bike û got: “Divê dema gelê me çûn ser sindoqan kesên cenazeyên me xistine karton û kîsan û ji dê û bavên wan re şandine, ji bîr nekin.”

Partiya Çepên Kesk ku li Colemêrgê her diçe piştevaniya wê zêde dibe, xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne.

Ji rêveberên Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Mûsa Yîgît ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku xebatên hilbijartinê bi hemû leza xwe dewam dikin û ev 2 meh in li qadan in. Yîgît da zanîn ku piştî vekirina buroyên hilbijartinê serdana gundan, civînên taxan û serdana esnafan kirine û got, “Em Colemêrgî  piştrast in ku em ê di vê hilbijartinê de her 3 parlementeran bişînin. Me soz da gelê xwe; em ê 100 wekîlan bişînin Meclîsê. Em ê bi gelê xwe re bi ser bikevin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Colemêrgê Mustafa Acer, diyar kir ku xebatên hilbijartinê di nav gel de didome. Acer, da zanîn ku HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk her tim bi serdanên malan di nava gel de ne û got, “Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo gelê kurd hilbijartineke gelekî girîng e. Li vir her kes karê xwe bi dil û can dike, ev jî pir girîng e. Di xebatên hilbijartinê yên li Colemêrgê de keda hemû kesan heye. Em ê 3 wekîlên xwe li vir derxînin.”

Ji rêveberên DBP’ê yên Colemêrgê Yahya Duman jî diyar kir ku ev hilbijartin ji bo avakirina demokrasî, mafên mirovan û girtiyan û ji bo başkirina aboriyê gelekî girîng e û got: “Divê her kes biçin ser sindoqan. Dema gelê me diçe ser sindoqan bila ji bîr nekin ku çawa cenazeyên me xistine karton û kîsan û ji dê û bavê wan re dişandin.. Partiya Çepên Kesk ji bo me pir girîng e. Divê ji bo parlamenteriyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Serokkomarî cihê ye Partiya Çepên Kesk cihê ye. Werin em bi vê hişmendiyê nêz bibin. Bi hêviya ku em 100 parlamenteran bişînin Meclîsê. Namzetên me jî pir baş in, zana ne. Tu ferqa bajêr û navçeyê tune ye. Bi hêviya ku em ê li Colemêrgê encamên gelekî serkeftî bi dest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar