PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Divê hemû başên civaka kurd ji bo yekitiyê bikevin nava tevgerê’

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û serokê giştî yê Patiya Azadiyê Ayetullah Aştî diyar kirin ku divê ji bilî siyasetmedaran, hemû beşên civakê bi taybet jî jin di xebatên yekitiya neteweyî de bi rola xwe rabin. Siyasetmedaran got ku kurd neçarî hevin û çavê hemû cîhanê li kurdan e û ger kurd nebin yek dê dinya jî wan nas neke

Di 5’ê kanûnê de 10 partiyên kurd di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî de li Amedê civiyan. Di encama civînê de hat ragihandin ku dê ‘Xebata Tifaqa Kurdî’ bidin destpêkirin. Piştî vê civînê jî nûnerên partiyên kurd ên Bakur bi heman rojevê çûn başûrê Kurdistanê û bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û serokê giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç û Fethî Balaman re axivîn.

Hulya Alokmen Uyanik anî ziman ku gelê kurd ji hêla hêzên serdest ve hatine parçekirin û wiha got: “Lewma hewcehî bi yekitiyeke berfireh heye. Hem di hilbijartina 24’ê hezîranê û hem jî di ya 31’ê adarê de me bi partiyên din ên kurd re tifaq ava kir. Bingehek hatibû avakirin lê teng dima. Ji ber ku rûdanên li Rojhilata Navîn, hewcehiya xwe bi tifaqên berfirehtir heye. Ji ber vê jî hemû partî di bin sîwanekê de hatin cem hev. Hinek gav hatin avêtin lê kêm in. Divê hemû kes bi baldarî tevbigere. Ji bo vê jî divê her kes li gotinên xwe baldar be. Hemû derdorên ku yekitiya kurdan naxwazin, li benda gavên wiha ne.”

‘Divê hemû aliyên civakî tev li xebatan bibin’

Di berdewamê de jî Uyanik ev tişt anî ziman: “Ger ku kurd yekitiya xwe ava nekin, dê di vê sedsalê de pir mezin winda bikin. Yekitî mijareke girîng e û divê tenê ji siyasetmedaran re neyê hiştin. Mînak, divê jin xebatên xwe zêdetir bikin. Ji ber ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd û di ya yekitiyê de têkoşîna jinê girîng e. Ji ber vê jî barekî giran dikeve ser jinên kurd. Ger rola xwe bilîzin, dê ev hewldan jî serkeftî bin. Li hêla din civaknas, saziyên pişeyî û kedê jî divê bi rola xwe rabin. Divê nebêjin; ‘Bila siyasetmedar pêşengtiyê bikin û em jî li pey wan biçin.’ Ev çare nîne. Ango divê hemû beşên civakê bi hev re xebitin.”

‘Kurd ne kurdê berê ye’

Têkildarî mijarê Ayetullah Aştî jî destnîşan kir ku tifaqa partiyên kurd a li Bakur destpêkeke û wiha domand: “Dinya xwe nû dike. Kurd jî xwe nû dikin. Çawa dinya ne dinyaya berê ye, kurd jî ne kurdên berê ne. Êdî kurd xwe nas dikin. Zilm û zora dijminan kurdan neçarî hev dike. Divê kurd êdî bizanin ku ji bilî me tu kesê me nîne. Dê di 18 û 19’ê çileyê de nûnerên kurdan bên cem hev. Hinek partî bi sedemên cuda tev li tifaqê nebûn. Em dixwazin ew partî jî tev li bibin. Ji bo yekitiyê divê tu kes li hincetan negere. Divê kurd êdî dev ji vî mejiyê hincetan berde. Hêvîdarim ji komxebatê nexşerêyeke xweş derkeve.”

‘Heta kurd nebin yek dê dinya wan nas neke’

Herî dawî jî Aştî wiha got: “Çavê hemû kurdan li Bakur û xebatên yekitiyê ye. Ger li vir yekitiyeke xurt çê bibe, dê bandora xwe li parçeyên din jî bike. Di mijara yekitiyê de pirsgirêkên gel nînin. Gel ne li şexs û partiyan, li doza neteweyî dinihêre. Ger ku aliyên siyasî bên cem hev, gel ji xwe amade ye. Di demekî ku çavê hemû dinyayê li kurdan e, ger kurd nebin yek dê doza kurd û Kurdistanê derb bixwe. Ger kurd bên ba hev, dê hemû dinya wan nas bike. Divê êdî kurd bizanin ku heta nebin yek, dê dinya wan nas neke.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar