Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Divê hemû gel li dijî tecrîdê bibin dengê Ocalan’

Kava diyar kir ku tu agahî ji Îmraliyê naye girtin û got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asteke din û bang li gelan kir ku li dijî tecrîdê rabin.

Ji 25’ê adara 2021’ê heya niha tu xeber ji Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “cezayên dîsiplînê” tên redkirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava got ku ji bo rakirina tecrîdê divê gel dengê xwe derxîne.

Kava anî ziman ku desthilat bi pergala tecrîdê dixwaze pêwendiya Abdullah Ocalan a bi civakê re qut bike û got ku lê belê dîsa jî Rêberê Gelê Kurd dibe dengê hemû civakê. Kava got: “Li Tirkiyeyê heq, hiqûq û edalet ji holê hatiye rakirin. Li gel vê dewletên navneteweyî yên dibêjin ew demokrasiyê diparêzin, lê gava mesele tê ser birêz Ocalan û gelê kurd, xwe li ker û lalîtiyê datînin.”

‘Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin civakekê tecrîd bikin’

Kava destnîşan kir ku dê li hemû qadên jiyanê li dijî tecrîdê têbikoşin û got: “Çapemenî tê tecrîdkirin, çanda me tê tecrîdkirin, deng û rengê me tê tecrîdkirin. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin civakekê tecrîd bikin. Em dibêjin qey em azad in, na em ne azad in. Li kuçeyan, bajaran, taxan û hemû qadên jiyanê tecrîd heye. Lewma em sazî û partiyên siyasî ji bo şikandina tecrîdê divê tim bixebitin. Em dixebitin, lê têr nakin. Ji bo şikandina tecrîdê divê em bêtir bixebitin. Polîtîkaya ku ew pêk tînin li cihanê tu polîtîkayeke wekî wê tune ye. Polîtîkayeke dijminatiyê ya mezin heye li dijî birêz Abdullah Ocalan. Ev jî êdî asteke din a tecrîdê nîşan dide.”

‘Li dijî tecrîdê dengê xwe derxin’

Kava destnîşan kir ku fikrên Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan ji bo gelên cihanê jî pir girîng in û got: “Paradîgmaya serokatî, êdî sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Îro ro fikrên birêz Ocalan li her derê ne. Divê hemû gel li dijî tecrîdê bibin deng û xwedî li birêz Ocalan derkevin. Em bang li hemû demokrasîxwazan dikin ku li dijî tecrîdê dengê xwe derxin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar