Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê hemû kurd piştgiriya peyama Ocalan bikin’

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Mihemed aşkera kir ku divê tevahiya gelê kurd li hemberî dîktatoriya Erdogan xwedî hest be û piştgiriya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike

Dewleta tirk di 19’ê tebaxê de li bakurê Kurdistanê li dijî gelê kurd dest bi êrîşan kir û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji peywirê girtin û waliyên xwe li şûna wan weke qayûm wezîfedar kir.  Her wiha li 29 navendan nêzî 500 kes hatin binçavkirin.

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Mihemed ji Rojnewsê re axivî û ev êrîşa AKP’ê weke ‘karek neehlaqî û neaqilane’ bi nav kir û wiha got: “Ji berê jî AKP’ê ev rê ceriband. Ti encama wê nebû. Di hilbijartina şaredariyan de gel qayûm şandin mal. Ev serokên şaredariyê bi aweyek demokratîk hatin hilbijartin lê AKP’ê di xwaze bi awayekî yekperestî xwe li ser tevahiya Tirkiyeyê de ferz bike.”

Îbrahîm Mihemed diyar kir ku divê gelê kurd piştgiriya peyama Ocalan a ji bo aştiyê bike û wiha domand: “Birêz Ocalan dibêje, dikarim di nava hefteyekê de pêvajoya aştiyê destpê bikime. Divê gel gavên ber bi aştiyê û demokratiyê zêde bike. Piştgiriya HDP’ê bikin. Ev karên AKP’ê lêdana li peyama mirovdostane ya Rêber Ocalan e ku dixwaze xwîna gelên Tirkiyeyê nerêje. Lê, yê rijandina xwînê diparêze û hebûna xwe di xwînê de dibîne Erdogane. Li şûna berpirsa peyama Ocalan bide, bi van reftarên nemirovî bersiv dide.”

Îbrahîm Mihemed da zanîn ku ev kiryarên AKP’ê ne tenê ziyanê digihîne HDP’ê, ziyandê digihîne CHP’ê û partiyên din ên Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Divê CHP bizanibe ku lawazbûna HDP’ê lawazbûna wê û lawazbûna sîstema demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ger îro êrîşî HDP’ê bikin û serokên şaredariyan ji kar dûr bixin û kayûma li cihê wan bi cih bikin, wê sibe êrîşî Stenbol û Enqerê ji biki. Ji ber ku Erdogan li ser sîstemekî dîktatorî ya sûtlanîzmê dihizire.”

Çavdêrê siyasî Îbrahîm Mihemed bal kişand li ser şikestina siyaseta dewleta tirk a bêdengkirina gelê kurd û wiha got: “Ji Ataturk heta Bîlenc Ecewît, Silêman Demîr, Mesût Yilmez, Tansû Ciler û heta digihî Erdogan hemûyan li hemberî gelên Tirkiyeyê, kurd, ermen, laz û çerkez tundî bi kar anîne. Lê nekarîne encam bigirin. Lewma aştî riya çareseriyê ye. Ne riya sultanîzm û dîktatorî. Divê tevahiya gelê kurd li hemberî dîktatoriya Erdogan xwedî helwest be. Ji ber ku derketiye holê ku Erdogan ne tenê li dijî kurd ên Bakur e, li Bakurê Sûriyeyê jî dijberiya kurdan dike. Li başûrê Kurdistanê jî di dema referandûmê de me dît çawa dijberiya Kurdan kir. Nabe gelê Kurdan van ji bîr bike. Divê siyaseta AKP û MHP’ê  bişkênin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar