Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Divê hemû partiyên kurd tev li xebatên yekitiyê bibin’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek partî û aliyên kurd piştgiriyê didin înîsyatîfa Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ya ji bo avakirina yekitiya kurd. Lê li hêla din partiyên siyasî dibêjin ku divê hemû partiyên siyasî tev li van xebatan bibin û nabe ku hinek partî li derveyî nîqaşên yekitiyê bên girtin.

Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebbas ji ANHA’yê re axivî û got: “Divê em ji ewil yekitiya xwe ava bikin da ku em bikarin bi hemû alî û beşên civaka Sûriyeyê re bidin û bistînin. Dewletên hevalbend jî dikarin di avakirina yekitiyê de rol bilîzin. Lê belê em xwesteka ENKS’ê ya beşdarnekirina PYD’ê yan jî partiyên din a di peymanên diyaloga kurdî de xelet dibînin.”

‘ENKS naxwaze partiyên din tev li xebatan bibin’

Ebbas bi domdarî jî diyar kir ku ENKS bi wan re nacive û wiha domand: “Şertê wê ew e ku tenê bi PYD’ê re rûnê. Bi qasî ku em dibînin PYD ji bo avakirina yekitiyê û çareserkirina aloziyan li gorî daxwazên wê tevdigere. Lê PYD dixwaze ku di diyalogên yekitiyê de hemû partî û beşên civakê hebin. Ez 62 salî me û piraniya rêveberên ENKS’ê şagirtên min ên qada siyasî bûn. Lewre ez ji wan dipirsim bê ka çima ENKS rêveberên xwe yên siyasî yên partiyên din paşguh dike? Bi siyaseta xwe ya heyî hewl dide kêmasî û lawaziya xwe binuxumîne.”

‘Gelê kurd li benda mizgîniya yekitiyê ye’

Herî dawî jî Ebbas ev tişt anî ziman: “Ez helwesta ENKS’ê ya li dijî partiyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de rexne dikim. ENKS şerê van partiyan dike û naxwaze bi wan re yekitiyê ava bike. Daxwaza min ji Mesût û Nêçîrvan Barzanî ew e ku bang li  ENKS’ê bikin da ku siyaset û helwestên xwe yên heyî biguherîne. Doza kurdî girêdayî ENKS an jî PYD’ê nîne. Ya gelê kurd e û divê berjewendiyên gel esas bên girtin. Yekitî jî dê bibe deskeftiyeke niştimanî ya gelê kurd. Banga min ji bo hêzên kurd ew e ku hemû beşên civakê tev li hewldanên yekitiyê bibin. Gelê me li benda mizgîniya yekitiyê ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar