Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê hemû roj weke 8’ê Adarê bin’

Bi boneya 8’ê Adarê TAJÊ semînerek da û piştre serdana goristana şehîdan hate kirin. Di semînerê de hate gotin ku ji bo têkoşîna dijî zilmê divê hemû roj weke 8’ê Adarê bin û berxwedana gerîla ya dijî dewleta tirk dagirker hate silavkirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li seranserê welat û dervey welat jin di nava çalakiyan dene. Bi vê boneyê duh êvarî li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li komelgeha Duhla ya Şengalê semînerek da.

Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hiço di semînerê de axivî. Rîham destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinên êzidî û cîhanê pîroz kir û got; “Ev roj bi keda jinên dijî aqilê dewlet û mêr têkoşiyan hatiye bidestxistin, ji ber wê jî ev roj ji bo me jinan taybete û roja yekîtiya têkoşîna jinên cîhanê ye. Lê ji bo me tevahî roj, rojên jinane. Rojane jin tên biçûkxistin, ev feraseteke şaşe û ji ber em hemû dizanin jin xwedî kedek çawaye. Heya jin azad nebe civak jî azad nabe, ger jin azad bû, wê di heman demê de mêr jî azad bibe.”

Rîham di dewama axaftina xewe de diyarkir ku ew weke civaka êzidî fikir û ramanê Rêber Apo qebûlkirine û civakek wekhev û demokratîk ji xwere esas digrin. Rîham dibêje; “Me di sala 2003’yan de wek jinên êzidî zanî ku rojek ya jinan heye, lê ji ber hêzên desthilatdar me nedikarî em wê rojê  jî pîroz bikin. Piştî fermanê me fikir û ramana Rêber Apo naskir, ji wê demê ve em têkoşîna dijî zilmê didin meşandin. Niha li Şengalê em jin û zilam bi hevre vê rojê pêşwazî dikin, ji ber ku her kesê şahidiya berxwedana jinên êzidî kir, îqna bûn ku jin dikare têbikoşe.”

Piştî axaftina Rîham Hiço semînerek bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Serdana goristanên Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya li çiyayê Şengalê hate kirin

Piştî semînerê jinan berê xwe dan Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ya li çiyayê Şengalê. Li goristanê jin li ser gorên şehîdan geriyan û destegul danîn ser goran. Bê navber dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ qêriyan.

Li ser goristanê jî daxuyaniyek ji aliyê jina bi navê Pakîze Cela ve hate dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîroz kirin û wiha hate gotin; “Em têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî zilma dewleta tirk a dagirker pîroz dikin. Ji bo jin û tevahiya civakê bigihêje azadiya xwe, bi sedan keçên ciwan berê xwe dan çiyayên azadiyê û dijî dagirkeriyê şer kirin. Em wek civaka êzidî jî li Şengalê di nava têkoşîn û berxwedaniyê dene. Hemû roj ji bo me wek 8’ê Adarê ne. Em bang li tevahiya jinên êzidî dikin ku vegerin Şengalê û beşdarî vê tekoşînê bibin. Heya jin negihêje azadiya xwe wê civaka me azad nebe.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar