Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Divê her kes li dijî darvekirinên li Îranê rabin ser piyan

Nivîskar û akademîsyen Dr. Mona Fayad diyar kir ku rejîma Îranê zilm û zextê bi taybet li ser jinan û li ser her kesî dimeşîne û bang li her kesî kir ku li dijî darvekirinan rabin ser piyan.

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di meha tîrmehê 55 girtî hatin bidarvekirin. Dîsa li gorî daneyên rêxistinê; li Îranê di 7 mehên sala 2024’an de 15 jê jin 373 kes hatin bidarvekirin. Herî dawî jî cezayê darvekirinê ku ji bo parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hat dayîn, li gelek welatan bi taybetî li Îranê bû sedema nerazîbûnan.

Nivîskar û akademîsyen Dr. Mona Fayad cezayê darvekirinê û polîtîkayên êrişên li ser jinan ên li Îranê nirxand.

Fayad da zanîn ku serhildana jinên kurd a “Jin jiyan azadî” cesaret da gelê Îranê û wiha got: “Rejîm dixwaze berxwedana li kolanan bitepisîne. Civaka kurd rêxistinbûyî ye, xwedî pêşengiya hişmendî û xwedî ezmûna têkoşînê ye. Ji netew û baweriyên din zêdetir xwedî kapasîteya berxwedanê ye. Lê bi her awayî rejîma Îranê zilm û zextê bi taybet li ser jinan û li ser her kesî dimeşîne.”

Fayad bi bîr xist ku li cîhanê herî zêde li Îranê di asta herî bilind de cezayê darvekirinên pêk tên û wiha domand: “Çîn yek ji welatên ku ev ceza bi cih tîne. Lê amareke ku vê dawiyê hat weşandin, aşkere kir ku Îran welatê ku herî zêde cezayê darvekirinê di cîhanê de sepandiye. Îrana ku nifûsa wê 80 milyon e, ji hikûmetên nedemokratîk ên ku nifûsa wan ji milyarek zêdetir e jî, rêjeya darvekirinê zêdetir e. Ev tê wê wateyê ku rêjeya cezayê darvekirinê li Îranê gihîştiye asta ku tu civak û civakek modern nebûye şahid.”

Fayad destnîşan kir ku berxwedan-serhildana “Jin jiyan azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li cîhanê rabû û jinên cîhanê hevgirtineke mezin nîşan dan. Feyad der barê tevgerên jinan ên li cîhanê deev tişt anî ziman: “Ev dirûşme bûye dirûşmek gerdûnî. Lê belê xala ku li vir were nirxandin ev e; rojavayê cîhanê û tevgerên jinan ên femînîst bi giştî li ser mijarên ku ne li ser bingeha zayendî ne, lê pirr parçe bûne û bala xwe didin ser mijarên cuda. Gelek caran ew li dijî mêran e, lê ne dijberî pergalê ne. Ev sîstem sîstemên demokratîk nîn in. Ji ber vê yekê her tim di têkoşîna mafên bingehîn de cih nagirin. Ew zêde guh nadin mijarên welatên cîhana sêyemîn.”

Fayad herî dawî jî bang li jinên cîhanê kir ku divê li dijî zilm û zextan bi têkoşînek hevpar rabin û li ber xwe bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar