Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê her kurdek li dijî dagirkeriya tirk bibe xwedî helwest

Ciwanên herêma Bradost 21 roje li dijî dagirkeriyê çalakiya mertalên zindî dane destpê kirin. Ciwana bang li ciwanan kirin daku tevli çalakiyê bibin. Welatiyên bajaroka Şarezûr jî diyar kirin ku divê her kurdek li dijî operasyona dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê bibe xwedî helwest. Li Serdeşta Çiyayê Şengalê jî Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîş şermezar kirin

Bombebaranên dewleta tirk û Îranê a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Heta niha ji ber bombebaranên dewleta tirk û Îranê gelek sivîl şehîd û birîndar bûne. Di van êrîşan û hewildanên dagirkeriyê yên dewleta tirk de rista PDK’ê zêde ye. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê ciwan û welatiyên Başûr bi bertekin.

Di 24’ê hezîranê de Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê li herêma Bradostê çalakiya Mertalên Zindî dan destpêkirin. Li rexmê astengiya hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî çalakiya ciwanan a li dijî dagirkeriyê dewam dike. Ciwanên di çalakiyê de ji RojNews re axivîn.

Nebin parêzvanên dijmin

Yek ji çalakvanan Nawdar Başûr da zanîn her diçe çalakiya wan berfireh dibe û ev tişt anî ziman:“Çalakiya me berfirehtir bûye, rojane serdana welatiyan zêdetir dibe û piştiriya çalakiya me dikin. Em bang li ciwanan dikin, ji bo ku em hîn zêdetir li hember dagirkeriyê bihevre rawestînin, divê ciwan hîn zêdetir tevli çalakiyan bibin. Mixabin PDK astengiyê ji ciwanan re çêdikin û êrîşê kesên ku tevli çalakiyan dibin dikin. Lê ciwan hertim serdana me dikin û guh nadin êrîşên PDK’ê.”Nawdar di dewamê got ku astengî tenê xizmeta dijmin û dagirkeran dike û got; “Ev yek ji bo yekitiya netewî nabe xizmet. Em bang li wan dikin rêz ji gel re bigrin û li hember dagirkeriyê asteng bin. Em bang li PDK’ê û malbata Barzanî dikin daku werin ser rêza gel û nebin parêzvanên dijmin.”

Ciwanekî din yê bi navê Hêvî Sîpan jî wiha axivî: “Her çendî bombebaranên dagirkeran dewam dikin lê çalakiya me jî berdewam dike. Eşîrên herêmê serdana me dikin û dixwazin em li vêderê bimînin. Lê êrîşên asayîşê astengiyê çêdikin. Em ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê li virin û bihevre li dijî dagirkeriyê radiwestin.”

Divê her kes li dijî dagirkeriyê rabe

Her wiha li dijî êrîn dewleta tirk ên dagirkeriyê welatiyê bi navê Şakir Mihemed diyar kir ku yeknegirtina gelê kurd yek ji sedemên êrîşane û wiha got: “Yekrêziya nava mala kurd de weke pênç tiliyên destan dibînin. Ger weke tiliyên destan hev bigirin dê tu kes nekarin me bişkênin. Ger hevgirtî jî nebin, hemû kesek dikare li ser me serdest bin.”Şakir Mihemed bêdengiya hikûmet û partiyên rexne kir û hêvî kir ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin.

Welatiyê bi navê Hejar Mihemed bal kişand li ser dîroka dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê û wiha got: “Mirin ji wan kesên ku li dijî milet, xak û ava xwe ne. Rêveber divê dilsozê miletê xwe be. Weke Şêx Seîdê Pîran, Dr. Ebdulraheman Qasimlo û Abdulllah Ocalan û Newşîrwan Mistefa. Bimre yên dilreş û xiyanetê li welatê xwe dikin. Bêdengiya hizban a di asta bombebaranan de xiyanetekî mezine. Çavê wan dibîne û guhê wan dibihîse. Rojane kurd tên şehîd kirin lê guhê xwe lê girtine. Ji bo çareserkirina rewşa niha ya Kurdistanê û dawîanîna dagirkeriyê yekîtî riya herî başe. ”

Hesen Elî jî bal kişand li ser sedema dagirkeriya dewleta tirk û wiha axivî: “Heta niha partiyan di nava kurdan de yekîtî pêk neanîne. Hemû ji bo kursî û pere dijberiya hev dikin. Yeknegirtinê wiha kiriye ku Tirkiye û Îran timî bombebaran bike. Partî biyanîperestin û nikarin kurdan rêxistin bikin. Yekgirtin dikare dawî li hemû tiştî bike û dawî li dagirkeriyê bîne.”

Armanc dagirkerî û malwêraniya kurdan e

Celal Heme Emîn jî  ev tişt anî ziman: “Gelek şerme ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çavê welatî werin topbarankirin û malên wan werin wêrankirin. Ew kesên ku ji bo karên xwe diçin li ser zeviyên xwe Tirkiye wan şehîd dixe. Berpirs û ew kesên ku îro serokê hikûmetê hemû li wan gundan mezin bûne. Lewma, divê daxwazê ji Tirkiyeyê bikin ku dawî li bombebarana xwe bîne. Her êrîşek li ser me de bê, Tirkiye be, Îran yan jî Sûriye pêk bîne, li dijî her kurdekî ku helwesta wî nebe, ne kurd e. Armanca Tirkiyeyê ne tenê PKK ye. Armanca wê Kerkûk, Mûsil, dagirkerî û malwêraniya kurdan e.”

Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan

Li aliyê din li Serdeşta Çiyayê Şengalê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) duh êvarî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan û êrîş bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de ciwanan ev helwest nîşan dan: “Em wek Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî êrîşên dewleta  tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xaka başûrê Kurdistanê û şehîdxistina pêşengê gel rêheval Helmet (Diyar Xerîb), her wiha bêdengiya dewleta Iraqê bi tundî şermezar dikin.  Ev êrîş bi destpêkirina operesyonê ji şehadeta rêheval Helmet ku bi destê xayînan jî pêkhat  ji hev qut nîne. Dewleta tirk a faşîst di xwaze bi vê yekê xewna ku pêk nayê, împeratoriya Osmaniya ji nûve bide ava kirin. Vîna gelê me bi taybet miletê me yê Başûr bişkîne. Piştî şehadeta rêheval Helmet tersî wê bi pêşengtiya ciwana û bi ruhê serhildana Şêladizê wê faşîsma dewleta tirk têk biçe. Tecrîda li ser Rêbertiyê  wê hilweşe. Em weke ciwanên êzidî vê dagirkeriyê û êrîşan qebûl nakin. Herwiha soza tolgirtina rêheval Helmet û hemû Şehîdan didin.  Kesên ku destê wan di vê êrîşê de heye wê hesaba vê bidin. Herî dawî em bang li hemû ciwanan bi taybetî ciwanên Başûr û Şengalê dikin ku serîhildin, têbikoşin û Rêbertiyê azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar