Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe’

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdê di grevê de ne, diyar kirin ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê bedena xwe dane ber mirinê û bang li her kesî kirin ku beriya bi derengî bikeve bikevin tevgerê

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 160’emîn de didome. Çalakiyên ku bi heman armancî li zindanan jî hatine destpêkirin didomin.

Têkildarî çalakiyan malbatên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê axivîn û diyar kirin ku zarokên wan di berxwedan xwe de bi biryar in.

Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê yek ji girtiyên li dijî tecrîdê ketiye grevê Suleyman Acûn ê 22 salî ye. Acûn ê ji sala 2016’an ve girtiye ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Mehbûbe Acûn diyar kir ku di 3’yê nîsanê de kurê xwe dîtine û kurê wê wiha gotiye: “Em li ber xwe didin. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin em ê li ber xwe bidin. Hûn jî li derve bibin dengê me.”

Acûn anî ziman ku kurê wê û girtiyên din zihîf bûne û bi zorê li ser pêyan disekinin, lê belê moralê wan pir baş e û wiha axivî: “Wexta em gepek nan dixwin hêstir ji çavên me dibarin. Bila gelê me rabe ser pêyan. Bila tecrîd bi dawî bibe da ku grev jî bi dawî bibe.”

Bijîşk polîtîk nêzî çalakgeran dibin

Li Girtîgeha Jimare T-1 a Rihayê yek ji girtiyên di grevê de ye Sînan Çelîk e. Çelîk ê 24 salî ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Şohret Çelîk da zanîn ku êdî kurê wê nikare bi telefonê jî biaxive û bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgeran.

Çelîk anî ziman ku herî dawî bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wê wiha gotiye: “Helwesta girtîgehê ne helwesteke mirovane û ehlaqî ye. Ji roja me dest bi greva birçîbûnê kiriye heta niha bi awayekî rêk û pêk tenduristiya me nayê kontrolkirin. Vîtamînên tên dayîn jî hindik in. Helwesta bijîşkên peywirdar jî ne li gor etîka bijîşktiyê ye. Carinan ji bo kontrolkirinê tên, lê wexta tên jî helwesteke polîtîk nîşan didin. Êdî tenduristiya min jî nebaş e, zihîf jî dibim. Lê heta daxwaza me neyê qebûlkirin ez ê dev ji çalakiya xwe bernedim.”

Di axaftina xwe de dayikê bang li raya dewletê kir ku peywira xwe bi cih bînin û daxwazên girtiyan qebûl bikin.

Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe

Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tarsûs a Mêrsînê yek ji girtiyên li dijî tecrîdê di grevê de ye Mervan Sûngûr ê 24 salî ye. Sûngûr ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Avniye Sûngûr destnîşan kir ku 2 hefte berê kurê xwe dîtiye û hevalên kurê wê bi erebokê kurê wê anîne cihê hevdîtinê û wiha got: “Bi zorê diaxivî. Pir zihîf bûye. Êdî nikarim ji bo hevdîtinên girtî biçim, çimkî rewşa kurê min ji bo vê yekê ne guncav e. Jixwe bijîşkên li girtîgehê jî wisa gotine. Niha tenê ji bo hevdîtinên vekirî diçim û em bi telefonê bi hev re diaxivin.”

Di axaftina xwe de dayikê diyar kir ku tenduristiya kurê wê nebaş e lê belê moralî wî baş e û kurê wê ev tişt vegotiye: “Heta tecrîd bi dawî nebe, dê çalakiya min dewam bike. Bila tu kes me nexapîne. Wexta daxwaza me bê qebûlkirin dê tecrîd jî bi dawî bibe. Lê wexta daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”

Her wiha dayikê da zanîn ku ew naxwazin zarokên wan bimirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev zarok zarokên me hemûyan e. Em naxwazin kes ji wan jî bimire. Êdî em hew tamûl dikin, xew bi çavê me nakeve. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dakevin kuçeyan. Berî bi derengî bikeve divê tev bigerin. Piştî zarokên me mirin, tu wateya serîrakirinê namîne.”

Du bira tevî pismamê xwe di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Wanê Sûat Aşkan (25) û li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê birayê wî Huseyîn Aşkan (27) û li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê pismamê wan Husnu Aşkan (29) li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Dê û bavê Husnu Aşkan, Şehrîban û Hasan Aşkan diyar kirin ku 66 roj in kurê wan di grevê de ye û dan zanîn ku daxwaza hemû girtiyan rakirina tecrîdê ye û wiha gotin: “Em bang li kesên bi wijdan dikin, bila bibin dengê vê çalakiyê. Daxwaza zarokên me daxwaza me ne.

Dê û bavê Alî û Sûat Aşkan, Suheyla û Alî Aşkan jî anîn ziman ku 60 roj in zarokên wan di grevê de ye û dan zanîn k udi hevdîtina telefonê de zarokên wan diyar kirine ku heta tecrîd bi dawî nebe dê dev ji çalakiya xwe bernedin û ev tişt anîn ziman: “Em li vir êşa zarokên xwe hîs dikin. Em nikarin rojekê birçî bimînin lê ew 5 meh in birçî ne. Zarokên me 60 roj in ji bo tecrîd bi dawî bibe di grevê de ne. Divê kesên bi wijdan li dijî vê zilmê tev bigerin.”

Tecrîd li dijî qanûnê ye

Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê yek ji girtiyên li grevê ye Alî Erden ê 27 salî ye. Erden ji 5’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Remziye Erden anî ziman ku di nav 103 rojan de kurê wê 17 kîloyan kêm kiriye û destnîşan kir ku çend hefte berê kurê xwe dîtiye û wiha got: “Ji min re got ‘heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe dê çalakiya me dewam bike.’ Piştî grevên birçîbûnê dest pê kirin, rêveberiya girtîgehê jî bi zext û zoriyan bi ser girtiyan ve diçe. Kurê min got, tiştên ew dixwazin ji kantînê ji wan re naynin. Her wiha îdareya girtîgehê gelek xwestekên girtiyan jî asteng dike. Hevdîtina bi parêzeran re jî hatiye qedexekirin. Gardiyan diçin qawîşan û dibêjin ‘Çima hûn ketine greva birçîbûnê? Em bikin ku hûn dev jê berdin. Em ê bi malbatên we re biaxivin.’”

Her wiha dayikê da zanîn ku tecrîd li dijî qanûnê ye û bang li hikûmetê kir ku demildest gavan biavêjin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar