PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Divê hikûmet di qanûna înfazê de rêgeza wekheviyê esas bigire’

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan têkildarî geşedanên heyî, şewba vîrûsa koronayê, pêşniyarên partiya wan, pêşnûmeya qanûna înfazê û kampanyaya ku partiya wan daye destpêkirin ji MA’yê bi Bêrîvan Altan re axivî.

Pervîn Buldan ji ewil bal kişand ser qanûna înfazê û wiha got: “Ev mijar ev demekî dirêj bû di rojeva Tirkiye û partiya me de ye. AKP-MHP’ê ev pêşnûme ji berê ve amade kiribû. Bi hinceta şewbê, hewl didin di Meclisê re derbas bikin. AKP’ê ji bo alîgirên xwe ev pêşnûme amade kiriye. Hemû pêşniyarên me û partiyên din red kirin. Ew jî dizanin ku ji ber vîrûsê qadên herî zêde bêparastin dimînin girtîgehin. Li gel vê rastiyê jî di qanûna înfazê de cihekariyê dikin. Yên ku alîgirê wan nebe, bi mirinê re rû bi rû dihêlin.”

‘Zêdetirî 300 hezar girtî û hikûmxwar hene’

Buldan da zanîn ku di girtîgehan de nêzî 300 hezar girtî û hikûmxar hene lê ev qanûn tenê ji bo 80-90 hezar kesî ye. Buldan diyar kir ku di girtîgehan de kesên temenmezin û girtiyên nexweş jî hene û divê qanûna înfazê li gorî rêgeza wekheviyê be. Buldan wiha pê de çû: “Wijdana civakê bi vê qanûnê rehet nîne. Ger di girtîgehan de rewşeke neyînî biqewime, dê di civakê de şikestineke mezin çêbibe. Ji ber vê jî divê di zûtirin dem de gavên şênber bên avêtin. Ev yek tenê pirsgirêka HDP’ê nîne. Divê hemû gelên Tirkiyeyê daxwaza qanûneke wekhev bikin.”

‘Divê şandeyeke tenduristiyê biçe Îmraliyê’

Piştre jî Buldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Girtîgeha Îmraliyê, girtîgeheke bi rîsk e. Ji ber ku hatin û çûnek heye. Rêveberiya girtîgehê û rayedarên leşkerî bi dorveger tên û diçin. Hefteyê carekê guhertin tê kirin. Birêz Ocalan 72 saliye û nexweşiyên wî yên kronîk hene. Di koma rîskê de ye. Divê bi malbata xwe re hevdîtina bi dîmen a telefonê bike. Divê şandeyeke tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê, testan bike û encamên wê bi raya giştî re parve bike.”

‘Xuya bû ku pereyê gel xerc kirine’

Bi domdarî jî Buldan got ku serokomarên çi welatan heta niha ji gel pere nexwestine û wiha pê de çû: “Hemû welat pereyan didin gelê xwe lê yê me ji gel pereyan dixwaze. Ev jî nîşan dide ku di kasayê de pere nema ye. Pere xerc kirine û pêşeroja gel nefikirî ne. Ev hikûmet dê hesaba vê bide. Me ji hikûmetê re got ku vê pêvajoyê bi rêxistinên tenduristiyê û muxalefetê re birêve bibin. Gel dengê me bihîst lê hikûmetê nebihîst.”

Tundiya li dijî jinê zêde bûye

Di berdewamê de jî Buldan destnîşan kir ku di pêvajoya koronayê de 8 şaredariyên wan hatine dizîn û AKP’ê ev pêvajo weke firsend bi kar anî ye. Buldan piştre jî bal kişand ser kampanyaya ‘Malbata Xwişk û Bira’ û wiha bi dawî kir: “Yên ku rewşa wan baş dikarin tev li kampanyayê bibin. Dê di rojên pêş de bername û plansaziyên me yên cuda jî hebin. Lê ji bo başî û silametiya gelê xwe em ê her alternatîf û xizmetan bixin dewrê. Li hêla din tundiya li ser jinê jî zêde bû. Li dijî vê em li ser medyaya civakî gelek xebatan dimeşînin. Divê hemû rêxistin û saziyên jinan li dijî qetilkirinê û tundiya li dijî jinan li ser medyaya civakî bi hev re tevbigerin. Torên piştevaniya jinan gelek girîng in. Divê hemû sazî û tevgerên jinan pêkve tevbigerin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar