Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Divê ji bo aştiyek mayînde şert û mercên Ocalan bê rastkirin’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot; 'Bila derfetê bidin, di nava hefteyekê de ez ê karibim atmosfereke aştiyê biafirînim' û wiha got: “Ji bo Birêz Ocalan di sedsala duyemîn de karibe bi rol û mîsyona xwe ya bi bandor rabe em dixwazin şert û merc bêne afirandin."

Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li Meclîsê bi beşdariya parlamenteran hemûyan civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku atmosfera şer li çar aliyên welêt belav bûye û got: “Di vê pêvajoyê de ku bi kiryarên antî demokratîk bêhn li civakê hatiye çikandin, desthilatdariya siyasî li şûna çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê hewl dide bêedaletiyê û rejîma bêhiqûqiyê mayinde bike. Xusûsa ku îro li welêt û cihanê li ser hemfikir e bi vî rengî ye; pirsgirêka sereke ya van pirsgirêkên bingehîn siyaseta neçareserkirina meseleya kurd e ku sedema sereke ya krîzên piralî yên li Tirkiyeyê. Ev rastiya ku nayê înkarkirin ji aliyê desthilatdariyê ve bi gotinên dijminane yên pûç, bi redkirina hesabdayina sedsala derbasbûyî û bi israra li ser polîtîkayên ku aştiya paşerojê red dikin, dewam dike.”

‘Bêhiqûqî û bêedaletî vediguheriye pîvana sîstemî’

Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku her gava meseleya kurd bêçareserî tê hiştin, berdêla wê ji bo gelên Tirkiyeyê her roj hîn bêhtir giran dibe û got: “Her ku şer dewam dike, xizanî jî qat bi qat zêde dibe. Bi budçeya ku li ser tê bikaranîn nanê li ser sifra me tê dizîn, aboriya ku bi derve ve tê girêdan piştê li me dişikîne, di nava dewletê de çetebûyîn pêk tê, bêhiqûqî û bêedaletî vediguhere pîvana sîstemî.

Bi rejîmeke qaşo ewlekariyê ya ku bi gotina ‘ewlekariya me di xeteriyê de ye’ nanê xizanan ji fîşekan û çekê re tê dayin. Birêz Ocalan gotibû ‘Bila derfetê bidin, di nava hefteyekê de ez ê karibim atmosfereke aştiyê biafirînim’. Li hemberî gotin û hebûna bi bandor û xurt a Birêz Ocalan a li ser çareseriya pirsgirêka kurd, israr li ser xizanî û şer tê kirin, ku ev yek jî berjewendî û hesabê şerxwazan nîşan dide. Li hemberî van hesabên qirêj em başiya civakê, paşerojê û hêviyê diparêzin. Birêz Ocalan di çareseriya meseleya kurd de xwedî perspektîfeke xurt a jiyana hevpar e. Ji bo Birêz Ocalan di sedsala duyemîn de karibe bi rol û mîsyona xwe ya bi bandor rabe em dixwazin şert û merc bêne afirandin.”

Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku 30 meh in tecrîdeke mutleq li Îmraliyê heye û wiha dewam kir: “Şidandina tecrîdê tê wateya zexta li ser demokrasî û aştiya li welêt. Ji bo dawî li tecrîdê û vê zextê bê anîn divê tavilê gav bê avêtin.”

Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku Wezareta Edaletê muxatabê vê meseleyê ye, lewma divê daxuyaniyê bide û bi bîr xist ku tecrîd îro li nava raya giştî ya cihanê tê nîqaşkirin.

‘Meseleya kurd û tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd e’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku meseleya kurd û tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd e û got: “Pirsgirêka gelan hemûyan e. Neçareseriya meseleya kurd di heman demê de ji bo ciwanan, kedkaran, jinan, zarokan tê wateya xizaniyê, birçîbûnê. Em weke Partiya Çepên Kesk dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku em partiya kedkaran e, ji bo bidawîbûna meseleya kurd, tecrîd û xizaniyê li ser bingeha siyaseta demokratîk em ê têkoşînê dewam bikin. Her kesên ku dixwazin Tirkiyeyeke demokratîk ava bibe, divê di mijara çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê de bi roleke çalak rabin.”

‘Pêwîste meclîs şerma xwe ya sed salî bibîne û bi rexnedayîn vê meseleyê çareser bike’

Kiliçgun Ûçar diyar kir ku yek ji zemînên herî xurt ên ku çareserî lê bê nîqaşkirin û hevparî lê bê kirin meclîs e û got: “Meclîs di çareseriya pirsgirêka kurd de bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ye. Li ber sedsala duyemîn divê hesabê heqîqeta dîrokî bide, dawî li qutbûna herî mezin a navbera demokrasî û komarê bîne. Meclîsa ku di sedsala derbasbûyî de pirsgirêka kurd çareser nekir, divê vê şerma xwe bibîne, fêhm bike û bi roleke dîrokî rabe ku çareseriyê pêk bîne.”

‘Divê tevahî partî bi rolek çêker rabe’

Kiliçgun Ûçar bi vê wesîleyê bang li hemû partiyên siyasî û siyasetmedarên li meclîsê kir ku di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe û got: “Her wiha em bang li Heyeta Mirovên Aqîl a dema pêvajoya danûstandin û çareseriyê, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, rewşenbîr, nivîskar, her kesên kedê didin, bi taybetî bang li jinan dikin ku ji bo sedsala nû nebe sedsala înkar, mirin û neçareseriyê bi roleke çalak rabin. Di vê çarçoveyê de her gotina bê gotin, her gava bê avêtin wê ji her demê bêhtir hêja be. Ji ber ku êdî ne dem heye ku bê windakirin ne jî nirx heye ji dest bê dayin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar