Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Divê ji bo bermahiyên DAIŞ’ê jî koalîsyonek navneteweyî bê avakirin’

Xalid Îbrahîm diyar kir ku divê pirsgirêka DAIŞ'ê weke pirsgirêkeke terorê ya navneteweyî bê nirxandin û wiha got: “Çawa ku ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê bi heman rengî ji bo vê pirsgirêkê jî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe. Tenê bi vî rengî pirsgirêka bermahiyên DAIŞ'ê dikare bê çareserkirin.”

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi piştgiriya hêzên hegemon, dewleta tirk a dagirker û malbata Barzanî êrîşî Şengalê kirin. Piştî civaka êzidî li Şengalê di fermanê de derbas kir vê carê êrîşî Kobanê kir. Şervanên azadiyê YPG-YPJ bi vîneke mezin li hemberî çeteyên bûne bela serê cihanê li ber xwe dan û DAIŞ têk birin. Çeteyên ku dîl hatin girtin li Kampa Holê hatin bi cih kirin. Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm derbarê rewşa akmpa Holê çeteyan de agahî da. Îbrahîm got ku divê penaberên li Kampa Holê li welatên wan bên vegerandin û divê berpirsyartiya wê bi temamî li ser milê Rêveberiya Xweser neyê hiştin. Îbrahîm Rêveberiya Xweser di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de berpirsyartiya xwe bi cih tîne û divê hêzên navneteweyî jî berpirsyartiyên xwe bi cih bîne.

Bi domdarî Îbrahîm ev tişt anî ziman: “Ji bo dawî li gefa terora DAIŞ’ê ya li ser tevahiya cîhanê bê anîn, mirovên vê herêmê têkoşîneke mezin meşandin. Herî dawî sala 2019’an ji aliyê cografîk ve DAIŞ li herêmê hate têkbirin. Lê belê hem rêxistinî hem jî ji aliyê fikir û mejî ve hebûna DAIŞ’ê dewam dike.” Îbrahîm ragihand ku ji ber vê yekê ji sala 2019’an û vir ve li hemberî bermahî û şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, li hemberî hewldanên belavkirina mejiyê DAIŞ’ê li nava civakê têdikoşe.

Di berdewamê de Îbrahîm bal kişand ser hebûna bi hezaran malbatên DAIŞ’î yên li kampên Hol û Rojê, her wiha bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehan û wiha pê de çû: “Em dizanin ku ev çeteyên li girtîgehan e çeteyên herî radîkal û metirsîdar ên DAIŞ’ê ne. Her wiha kampa Holê jî mîna bombeyekê di destê me de ye. Yên li vê kampê ne rêxistinî û karên xwe yên rojane dewam dikin. Niha Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe hewl dide hem li ser kampê hem jî bi temamî serwer be, di mijara misogerkirina ewlekariyê de hem ji bo kampê hem jî ji bo pêwîstiyên giştî zor û zehmetiyan dikişîne. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser dibêje ev berpirsyarî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, civaka navneteweyî jî xwedî berpirsyarî ye û divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Her wiha di asta yekemîn de berpirsyarî dikeve ser milê civaka navneteweyî. Rêveberiya Xweser a dikeve ser milê xwe bi cih anî û hîn jî dike. Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser em timî dubare dikin. Divê pirsgirêka DAIŞ’ê weke pirsgirêkeke terorê ya navneteweyî bê nirxandin.”

Xalid Îbrahîm anî ziman ku hin welat dixwazin welatiyên xwe bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê jî Rêveberiya Xweser a ku ji dest tê dike, alîkariyê dide. Lê belê hinek zor û zehmetiyên vê yekê jî ji bo me hene. Aliyên vê yên ewlekariyê hene, aliyê wê yê nasnameyê heye. Weke ku tê zanîn li kampên Hol û Rojê mirovên ji 50 welatan hene. Mijara tespîtkirina nasnameya wan heye, hejmara zarokan gelekî zêde ye, gelek nasnameyên van zarokan hene.

Pirsgirêka me ya tespîtkirina bi belgeyan heye û pirsgirêka ewlekariyê heye. Ev hemû ji bo me pirsgirêk e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina çareseriyeke giştî di nava hewldanan de ye. Birina wan a li malê tenê têrê nake. Çawa ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê bi heman rengî ji bo vê pirsgirêkê jî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe. Tenê bi vî rengî pirsgirêka bermahiyên DAIŞ’ê dikare bê çareserkirin. Ne tenê ev, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Mirovên li vê derê mafê mirovên ji dest dane, berdêlên ku dane dixwazin. Bi hezaran mirov bi destê DAIŞ’ê hatin qetilkirin, zêdeyî 12 hezar şehîd li vê xakê hatin dayin. 25 hezar gazî hene. Bi hezaran zarok bêxwedî, bê dê û bê bav man. Ev hemû li pêşiya Rêveberiya Xweser pirsgirêk in ku divê bêne çareserkirin. Lewma vegera van mirovan li welatê xwe wê hemû pirsgirêkan çareser neke.

Rêveberiya Xweser beriya her tiştî dixwaze dadgehek bê avakirin û ev mirov li wê dadgehê bêne darizandin. Ji xwe nedarizandina wan nabe. Eger ev mirov wê neyên darizandin, eger li gel ewqas sûcên ku hatine kirin DAIŞ wê neyê darizandin, hingî mirov nikare qala bidawîkirina DAIŞ’ê bikin. Ji ber vê jî divê ev mirov li dadgeheke adîl a di asta navneteweyî de bêne darizandin. Heta ku li mafên mirovên ku di êrîşên DAIŞ’ê de zerar dîtine, berdêl dane û windahî dane neyê pirsîn, ev pirsgirêk wê hîn mezin bibe û krîz her roj hîn bêhtir giran bibe.”

Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Di şerê dijî DAIŞ’ê de hin malbatan zarokên xwe ji dest dan, di navbera hin malbatan de dijminatiyê rû da. Ji ber vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, bi taybetî jî malbatên di vî şerî de zarokên xwe ji dest dan, têkildarî malbatên ku radestî welatên biyanî têne kirin û malbatên vedigerin nerazîbûnê hêdî hêdî nîşan didin. Ji ber ku gelek malbat dibêjin, ‘Em qebûl nakin ku xwîna zarokên me bi vî rengî li erdê bimîne’. Dixwazin ku yên têne radestkirin an jî vegerandin bêne dadgehkirin. Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ya bi civaka navneteweyî re di nava lêgerînê de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar