Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Divê jin û ciwan xwedî li rol û mîsyona xwe derkevin’

Andok têkîldarî salvegera komploya 9'ê Cotmehê axivî û got: “Li dijî qirkirina li ser gelê kurd têne meşandin berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê jin û ciwanan. Divê jin û ciwan xwedî li rol û mîsyona xwe derkevin. Û Komploya navneteweyî de divê em bi temamî têk bibin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê axivî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û bal kişand ser berpirsyariya jin û ciwanan a di vê demê de.

Andok bi bîr xist ku 25 sal di ser komploya navneteweyî re derbas bûye ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û anî ziman, ku sîstema Îmraliyê jî ji aliyê hêzên komploger ve hatiye avakirin.

Andok diyar kir ku di nava 25 salan de li dijî komployê têkoşîneke mezin hate kirin û şehîdên ku li dijî komploya navneteweyî canê xwe feda kirin bi hurmet û minet bi bîr anî.

Andok got: “Heta ku em xwe bigihînin azadiyê û armanca şehîdên xwe bi ser bixînin, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Li ser bingeha xeta serkeftinê têkoşîn û berxwedana me wê dewam bike.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bi dewamî got: “Bêguman di nava van 25 salan de yên ku herî zêde li dijî komployê li ber xwe dan, ji bo Rêbertî bûn mertal û ji bo serkeftina berxwedanê têkoşîna herî xurt meşandin jin û ciwan bûn. Ji ber ku têkiliya navbera Rêbertî û jin û ciwanan cuda bû. Ev herdu beşên civakê hem ji aliyê hêzên dagirker hem ji aliyê hêzên kapîtalîst hem jî ji aliyê civakê bi xwe ve dîl hatine girtin. Di nava civakê de yên herî zêde pêwîstiya xwe bi azadiyê û xwe baweriyê heye, ew in. Ev yek jî di xeta Rêber Apo, di nava têkoşîna Rêber Apo de dîtin. Hem jinan hem jî ciwanan dîtin ku Rêbertî ji bo wan dixebite, ji bo wan nefesê digire, ji bo wan têdikoşe. Li ser vê bingehê bi dilsoziyeke mezin xwedî li xeta Rêbertî derketin, bi rengekî fedaî têkoşiyan û vê têkoşînê hîn jî dewam dikin. Ji destpêka partiyê û vir ve têkiliyeke gelekî xurt a Rêbertî bi ciwanan re heye. Ji ber ku Tevgera Azadiyê di şexsê Rêbertî de weke tevgereke ciwanan destpê kir.”

Armanca dijmin û kurdên noker qirkirina kurdên azad e’

Xebat Andok destnîşan kir ku PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dema damezrandina partiyê û vir ve çi kiribe ji bo gelê kurd bi taybetî jî ji bo jin û ciwanan kirin û got: “Ji ber ku Rêbertî xwest paşeroja kurdan, vê çarenûsê biguherîne. Xwest vê yekê jî di şexsê ciwanan de bike. Bêguman ji aliyê biyolojîk ve Rêbertî jî, Tevgera Azadiyê jî mezin bûn. Lê belê karakterê Tevgera Azadiyê di şexsê Rêbertî de timî ciwan ma. Yanî Rêbertî û Tevgera Azadiyê her tim ciwan man.”

Xebat Andok diyar kir ku dagirker bi hemû hêza xwe niha jî êrîşî gelê kurd dikin, lê nikarin encamekê bi dest bixin û wiha dewam kir: “Her wiha ji bo tunekirina kurdên azadîxwaz bi kurdên noker û xayin re hevkariyê dikin û bi hevkarî van êrîşan dikin. Lê belê kurd ên azadîxwaz hebûna xwe dewam dikin, di heman demê de bi ruhekî fedaî dewam dikin. Li aliyê din modernîteya kapîtalîst sîstema Îmraliyê hem dewam dike, hem di asta îşkenceyê de tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dike, hem jî ji bo serxistina qirkirina li dijî gelê kurd bi her awayî piştgiriyê didin hêzên dagirker.

Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser encamê, tê dîtin ku heqîqet bi vî rengî ye; kurd ên azad hene, têdikoşin, teslîm nabin, ji bo jiyaneke azad û wekhev ya pêwîst çi be wê dikin. Ev yek jî encama sekna jin û ciwanan e.”

‘Komplo ji bo tunekirina Rêberê me, gelê kurd û tevgera me 25 sal in li ser kar e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok ragihand ku di vê demê de rol û wezîfeyên gelekî girîng dikevin ser milê jin û ciwanan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev komplo ji bo tunekirina Rêberê me, gelê kurd û tevgera me 25 sal in li ser kar e. Li aliyê din 100 sal in li dijî gelê kurd polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Di şexsê Rêbertî, tevgera me û kurd ên azad de dixwazin hêviya azadiyê ya jin, ciwan û tevahiya mirovan ji holê rakin. Li hemberî vê yekê em jî berxwedaneke mezin dikin, ji ber ku dijminê me dest ji nêzîkatiya tasfiyekariyê bernade. Lewma wezîfe û berpirsyariya demê gelekî zêde ne. Ji ber ku jin û ciwan pêşeng in di vê nuqteyê de wezîfe û berpirsyariya herî girîng jî dikeve ser milê wan.

Divê ciwanên kurd jiyanê bi rengekî gelekî baş analîz bikin. Li dijî jiyana bêrûmet a li ser ciwanên kurd tê ferzkirin wê çi bikin divê bi têkoşînê bikin. Divê ciwan li benda mezinan nesekinin. Rol û mîsyona ciwanan parastina civakê ye, afirandina civakeke nû ye. Ji ber vê yekê jî qedera kurdan di destê ciwanan de ye. Di paşeroja kurdan de sekna ciwanan wê diyarker be. Ji ber vê yekê jî divê ciwan rol û mîsyona xwe radestî kesî neke. Ev dema dîrokî divê rast bê fêhmkirin. Ji ber ku ruhê her demê cuda ye. Di vê demê de desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo koka kurdan tune bike hemû derfetên şer seferber kiriye. Wê demê dema ku mirov şert û mercên demê dinirxîne, dibînin ku pêvajo ji serî heta dawî pêvajoyeke şer e. Dijmin ji xwe ji sibehê heta êvarê qala êrîşên siyasî, çandî, aborî û qirkirina fîzîkî dike.

Van êrîşên qirkirinê hemûyan jî bi temamî di çarçoveya şer de dike. Ji hinekan heye ku mîna şer nîne, li derveyî şer in, mîna ku şer tenê li hemberî hin kesan e. Lê belê ev yek feraseteke dûrî ji rastiyê ye. Dewleta tirk a dagirker modernîteya kapîtalîst û kurdên noker û xayin daniye ber xwe, bi hêza wan ji bo qedandina koka kurdan hemû derfetan bi kar tîne. Ne tenê şer dike. Her tiştî di çarçoveya şerê qirkirinê de dike. Ji ber vê yekê divê ruhê demê baş bê nirxandin û divê em bibînin ku di ruhê vê demê de şer heye. Lewma em li ku dibin bila bibin divê bi ruhekî fedaî tevbigerin, bi seferberiyeke mezin her qadê veguherînin qada berxwedanê. Li ser vê bingehê divê em ji Rêbertî re bibin hevrêyên baş, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêşengiyê ji kampanyayê re bikin. Divê em xwedî li rol û mîsyona xwe derkevin. Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî de divê em komployê bi temamî têk bibin. Em careke din silavên xwe ji jin, ciwan û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dişînin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar