Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Divê jinên ciwan bi berpirsyarî rabin

Jinên ciwan ên rojavayê Kurdistanê ragihandin ku ew tev li nava refên PKK'ê bûne û diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk dê têkoşîna xwe mezin bikin

Komek jinên ji rojavayê Kurdistanê tev li nava refên PKK’ê bûn û li çiyayên Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya jinên ciwan wiha ye:

“Em; jinên ciwan ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda li ser Rêberê xwe weke tecrîda li dijî tevahiya mirovahiyê dibînin. Bi rêya vê tecrîdê dixwazin pêşî li îdeolojiya azadiya jinan a Rêberê me bigirin. Bêguman ji ber ku nekarîn îrade û îdeolojiya Rêberê me têk bibin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û gelê kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê.

Lê belê li hemberî berxwedana gerîlayên YJA Starê ku her der kirine qada têkoşînê û li hemberî berxwedana jin ên berxwedêr ên ku felsefeya Rêber Apo pejirandine, nekarîn bisekinin û bi vî rengî armanca zîhniyeta desthilatdarîperest bi cih nehat anîn. Gerîlayên YJA Starê bi pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê re careke din nîşanî dagirkeran dan ku nikarin li herêm û çiyayên Kurdistanê bimînin, wê rê nedin zîhniyeta baviksalar.

Dagirkeran bi rêya êrîşên şerê taybet ên mîna; destavêtin, fihûş, xapandina jin ên ciwan, revandin, destavêtin, destdirêjî û windakirina jin ên ciwan xwestin ku vê têkçûna xwe binixumîne. Her wiha di encama xiyaneta kurdên xayîn ên li başûrê Kurdistanê, jiyana jinên ciwan bi kapîtalîzmê û şerê taybet ve girê dan. Li hemberî van êrîşan berpirsyariya ku dikeve ser milê me ew e ku bi erka xwe ya pêşengiyê rabin, bersivê bidin pêvajoyê, bi vî rengî berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê û tev li pêngava ‘Werin cenga azadiyê, dem dema azadiyê ye’ bibin.

Em dubare dikin ku ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi taybetî jî ji bo bîranîna şehîdên pêngavên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê em ê xwedî li têkoşînê derkevin, soz didin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Bêguman jinên ciwan ên cîhanê bi taybetî jî jinên ciwan ên Kurdistanê divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û ji bo serketina dîrokî ya mirovahiyê berê xwe bidin çiyayên azad.

Em soza xwe ya serkeftinê di destpêkê de ji Serokatî, şehîdan, gelê kurd û tevahî gelê cîhanê re, ji bo jinên ku bi zihniyeta baviksalarî hatiye kuştin nû dikin û em dibêjin ‘Dem dema azadiya jinan, gelê kurd û tevahî mirovahiyê ye’.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar