Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Divê kes nê lîstokên ENKS û PDK’ê

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bal kişandin ser lîstokên ENKS û PDK ku li Efrînê dilîzn û got: “PDK'ê li gel dewleta tirk li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser disekine û planên dewleta tirk pêk tîne. Serdana endamê ENKS'ê Ebdulhekîm Beşar bo Efrîna dagirkirî bi armanca rewakirina dagirkeriya tirk a li Efrînê ye.”  

Endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan li Qada Rêbertî ya li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kom bûn û der barê siyasetên ENKS û PDK’ê yên rewakirina dagirkeriya tirk de daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê ya cezakirina çeteyên Sultan Silêman Şah (Emşat) û serçeteyê wan Mihemed Hisên El Casim (Ebû Emşe) birayê wî Hisên, koma çete ya Hemzat û serçeteyê wê Seyf Bolad Ebû Bekir erênî nirxand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên dermirovî, revandin, talankirin, tirkkirin, koçberiya bi darê zorê û guhertina demgorafiyê ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, hat kirin. Hate gotin ev sûc li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye ku digihêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Saziya Barzanî ku îdia dike saziyeke xêrxwaziyê ye, bi xwe saziyeke îstîxbaratî ya girêdayî PDK’ê ye. Ev sazî xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê yên guhertina demografî, avakirina mêtingehan û koçberkirina kurdan dike.”

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku ENKS fermanên mala Barzanî û partiya wê PDK’ê pêk tîne û wiha hat domandin: “PDK’ê li gel dewleta tirk li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser disekine û planên dewleta tirk pêk tîne. Serdana endamê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar bo Efrîna dagirkirî bi armanca rewakirina dagirkeriya tirk a li Efrînê ye da ku dagirker kiryarên çewsîner li dijî gelê kurd ê li Efrînê zêdetir bike, wêneya komên leşkerî yên çete yên terorîst xweşik nîşan bide, her wiha guhertina demografî ya plankirin û polîtîkayên tirkkirinê xurt bike.”

Meclisê bang li deste, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku li gorî madeya 219’an a qanûna nasname û koçberiyê ya DYA’yê komên çete bixe lîsteya terorê û cezayên leşkerî, aborî, dîplomasî li dewleta tirk bibire ku tevahî destekê dide wan koman û xetereyeke rasteqîn li ser tevahî cihanê çêdike.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta tirk tevahî herêmên dagirkirî kiriye herêmên ewle ji komên çete re û got, kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra di bin parastina dewleta tirk de bi serbestî tev digere.

Meclisê da zanîn ku civata navneteweyî berpirsê bûyerên ku li herêmên dagirkirî û Efrînê bi taybet têne kirin e û got: “Civata navneteweyî erk û berpirsên xwe yên qanûnî, exlaqî, mirovî û hiqûqî li hemberî dewleat tirk a dagirker pêk nayîne, ku dewleta tirk ji herêmên dagirkerî dernaxe û vegere ewle ya koçberan nade.”

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dawiyê de bang li şêniyên li Efrîn kir ku neyên lîstok û propogandeyên derew ku bi rêya şerê taybet tê kirin û got: “Bi xaka xwe ve girêdayî bin. Kengî hûn bixwazin mal û dilê me yên li Şehba û Helebê ji we re vekirî ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar