Endamên Kongreya Îslamî ya Kurdistanê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk axivîn û gotin ku divê gelê kurd li dijî van êrîşan yekitiya xwe ava bike. Endaman diyar kir ku heta ku gelê kurd bi hev re ji êrîşan re nebêje êdî bes e, dê êrîş nesekinin
Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê her ku diçe mezintir dibe. Têkildarî mijarê endamên Kongreya Îslamî ya Kurdistanê Şoreş Xefer û Mela Hikmet Çol ji Rojnewsê bi Mihemed Hesen re axivîn. Xefûr û Çol bang li tevahiya gelê kurd kir ku li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.
Şoreş Xefûr destnîşan kir ku bi giştî herêm û Başûr hem jî rojavayê Kurdistanê dinava guhertinên mezin de ye. Xefûr got ku divê niha her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jî aliyên siyasî werin gelhev û piştgiriya hev bikin. Xefûr wiha dom kir: “Ger ev yek pêk were dê hemû destkeftiyên kurdan werin parastin. Ji bo ku li Rojava û Başûr destkeftiyên mezin bên bidestxistin, divê kurd piştgiriya hev bikin.”
‘Kî dixwaze êrîşî Kurdistanê dike’
Di berdewamê de jî Şoreş daxuyand ku her welatê dixwaze niha tê destwerdana Kurdistanê dike û wiha pê de çû: “Bi taybet dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Ger em bixwazin êrîşên Tirkiyeyê dûrbixin û bidin rawestandin, divê em hemû bi hevre bêjin êdî bese û sînorê xwe bizane.”
‘Erdogan rojane kurdan qetil dike’
Mela Hikmet Çol jî anî ziman ku li başûrê Kurdistanê pere û aboriyê hişê desthilatê nehiştiye û wiha derbirî: “Ya girîng divê rewşenbîr û kesayetên mezin rola xwe di yekitiyê de bilîzin. Divê di nava gelê kurd de yekitî ava bibe. Li gorî min niha gelê kurd di keştiyekê de ye. Erdogan xwe weke misilman dide nîşandan. Lê rojane gelê kurd tê qetil dike û bombeyan li ser dibarîne. Ma îslamiyetî ev e ? Şerm e ku melayên kurd li pey Erdogan diçin. Ji bo ku êdî me parçe nekin, divê em yekitiya xwe ava bikin. Tekane çareserî yekitî ye.” DUHOK